Kesên di êrîşên xwekujî yên êvara 21’ê Newrozê li Hesekê jiyana xwe ji dest dan di 40 rojiya xwe de li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Davudiyê yê Hesekê bi tevlîbûna sedan kesan hatin bîranîn. Qada bîranînê ji aliyê yekîneyên parastina cewherî ve hatin parastin.
Di bîranînê de Wezîrê Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo, yek ji alîkarên Hevserokê Kantona Cizîrê Hesin Ezzam, ji rêveberên TEVDEM’ê Mizgîn Ehmed û gelek kes amade bûn.
Li ser navê TEVDEM’ê Mizgîn Ehmed got; “Em tevayî şehîdên Newrozê bibîr tînin. Tola zarokên me yên şehîd dikevin YPG û YPJ radike."