Hate zanîn ku li Wanê 17 girtiyên dawî li greva xwe anîn xwestin ku kelepçeyê muayene bikin û ji ber vê yekê krîz derket. Girtiyên ku kelepçeyê wan vekirin piştre muane kirin.
17 girtiyên girtîgeha Tîpa F ya Wanê di çalakiya greva birçîbûnê de bûn li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan çalakiya xwe bi dawî kirin. 17 PKK’iyên rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê li vir hate xwestin ku bi kelepçeyê muane bikin û girtiyan bertek nîşan da û gotin ew dê muane nebin.
Piştî ku pirsgirêk hat bihistin heyeteke ji parêzerên BDP’ê û endamên TTB’ê pêk dihat bi rayadaran re hevdîtin pêk anîn. Di encama hevdîtinande kelepçe hatin vekirin û dest bi mauneya girtiyan kirin.