Kedkarên çapemeniya azad: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Kedkarên çapemeniya azad gotin, "Li hemberî polîtîkayên şîdetê û zexta desthilatdariyê, pênûsa Gûrbetellî û kameraya Denîz Firat wê ti carî ji destê me danekevin."
Kedkarên çapemeniya azad gotin, "Li hemberî polîtîkayên şîdetê û zexta desthilatdariyê, pênûsa Gûrbetellî û kameraya Denîz Firat wê ti carî ji destê me danekevin."
Kedkarên çapemeniya azad gotin, "Li hemberî polîtîkayên şîdetê û zexta desthilatdariyê, pênûsa Gûrbetellî û kameraya Denîz Firat wê ti carî ji destê me danekevin."
Kevneşopiya Çapemeniya Azad a di sala 1898'an de li bajarê Misir Kahîreyê destpê kir û ket sala xwe ya 118'an, tevî hemû polîtîkayên zext û bêdengkirinê jî, bi 'generalên biçûk' ên dane ser şopa Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz û Denîz Firatan, berxwedaneke mezin nîşan didin.
Kedkarên çapemeniya azad 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd ji ANF'ê re nirxandin.
Ji edîtorên rojnameya Azadiya Welat Munevver Karademîr bibîr xist, ku rojnamevaniya Kurd di sala 1898'an de li Misirê bi Rojnameya Kurdistanê ve ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedirxan ve hat destpêkirin û got, "Rojnamevaniya Kurd a li sirgûnê destpê kir, îro jî bi zext, zilm, qedexe û polîtîkayên tinekirinê hewl tê dayîn were sirgûnkirin. Weke kedkarên çapemeniya azad, li dijî polîtîkayên tinekirinê yên desthilatdariyê, em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."
Karademîr diyar kir, di vê dema ku karê rojnamevaniyê li Kurdistanê weke sûc tê dîtin de, rojnamevanên jin bi taybetî hedef tên girtin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Rojnamevanên jinên li dijî zext û zordariya desthilatdariyê bi Kevneşopiya Çapemeniya Azad xwe gihandine, bi rola pêşengiya têkoşînê radibin û berxwedan mezin kirine. Yek ji mînakên herî bedew ên vê rewşê, Gûrbetellî Ersoz e. Di salên herî zehmet ên li Kurdistanê de Gûrbetellî Ersoz di rojnameya mûxalîf Ozgur Gundemê de wezîfeya Berpirsyariya Weşana Giştî kir û li ber zextan serî netewand. Weke şopdarên vê kevneşopiyê em ê serî li ber zext û zordariyê netewînin û bi berpirsyariya xwe rabin."
'PÊNÛSA GÛRBETELLÎ Û KAMERAYA DENÎZ FIRAT WÊ TIMÎ DI DESTÊ ME DE BIN'
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Bêrîtan Canozer da xuyakirin, ku ji salên 90'î û vir ve gelek desthilatdarî hatin guhertin, lê belê zîhniyeta înkarê nehat guhertin. Canozer got, "Bi taybetî, ji 7'ê Hezîranê û vir ve zexteke giran li rojnamevanên li Kurdistanê tê kirin. Lê belê weke Kedkarên Çapemeniya Azad, li dijî her şêwe polîtîkayên desthilatdariyê em ê pênûsa Gûrbetellî û kameraya Denîz Firat ti carî daneynin û ji bo meşandina têkoşîna wan çi ji destê me bê em ê bikin. Li hemberî reşkirina ekranê televîzyonê, li hemberî girtina qenalan, astengkirina malperên înternetê û polîtîkayên sansurê, em ê ji bo mafê gelê xwe yê wergirtina nûçeyan, bi kameraya xwe re timî li dû rastiyê bibezin."
'ROJNAMEVANIYA ME WÊ BIBE MÎNAK'
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Azîz Orûç diyar kir, kedkarên çapemeniya azad di berdêla jiyana xwe de hewl didin rastiyan bigihînin gel û got, "Karên çapemeniya li Kurdistanê bi kedeke mezin û berdêlên giran gihaşt roja îro. Ji salên 90'î heta roka îro, rojnamevaniyek xwedî li mîrateya 'generalên biçûk' ên Mûsa Anter derdikeve, tê meşandin. Yek ji şopdarên vê kevneşopiyê jî Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş e. Rohat dema li Cizîrê hewl dida wehşeta dewleta Tirk bi serê gel de tîne ragihîne, jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din, gelek hevalê me yên li DÎHA, JINHA, ANF, Azadiya Welat, Ozgur Gundem û gelek saziyên din, di nava çend mehan de gelek caran ji ber sedemên biçûk hatin binçavkirin û girtin. Niha zêdeyî 30 rojnamevan ji ber karê rojnamevaniyê hatine girtin. Lê belê tevî van hemû zext û zordariyan jî weke rojnamevanên Kurd em ê bi rojnamevaniyan xwe re bibin mînak û têkoşîna xwe bidomînin."