KCK: Yên ji AKP'ê re mamostetiyê dikin di nava civakê de bê qîmet in
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCDK'ê Dîcle Tekman, polîtîkaya perwerdeyê ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li dibistanên Kurd û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCDK'ê Dîcle Tekman, polîtîkaya perwerdeyê ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li dibistanên Kurd û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Tekman, polîtîkaya perwerdeyê ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li dibistanên Kurd û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.
Tekman bibîr xist, ku dibistanên li Kurdistanê hatine xerakirin û li şûna dibistanan qereqolên polîsan hatine çêkirin. Tekman destnîşan kir ku ev yek berhema polîtîkaya dagirkirinê û zîhnetiya AKP/Erdogan e.
Dîcle Tekman bi taybetî bal kişand ser îstîsmarkirina zarokan li weqf û dibistanên dewletê û anî ziman, mamoste rast nehatine perwerdekirin, lewma zarok jî rast nayên perwerdekirin. Tekman da zanîn, ku sîstema perwerdeyê ya bi îdeolojiya AKP/Erdogan ve tê meşandin, tiştekî nade zarokan û civakê.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Tekman da xuyakirin, ku divê mamostetiya li Tirkiyeyê ji nû ve were lêpirsîn û got, "Îstîsmara zayendî a li hemberî zarokên li wargeheke Karamanê û wezîra AKP'yî ya ev bûyer ji rêzê dît û li şûna zarokan wargeh parast, gelekî di rojevê de cih girt. Bûyera Karamanê derket pêş, lê belê li gelek cihên welêt, bûyerên bi heman rengî diqewimin."
Tekman destnîşan kir, ku perwerde hînkirina rastî, başî û bedewiyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Perwerde afirandina hest, nêrîn û exlaqa civakî li nava zarokan e. Lê belê, di serî de jin, zarok bûne mexdûr û qurbanên bêexlaqiya ajoyên mêr. Wezîr, serokwezîr, mele û mamosteyên AKP'ê hemû parçeyek ji vê polîtîkayê, ji vê siyaseta kirêt in. Beriya çend mehan ji mamosteyan re hat gotin, 'li Kurdistanê şer heye, ji wir derkevin-birevin' û hin mamosteyan jî dibistan terikandibûn, reviyabûn. Ji mamosteyên zarok terikandine û reviyane, ev tê hêvîkirin. Mamosteyên exlaqê hînê civakê dikin, dema bi xwe bê exlaq dibin, wê çaxê ti qîmeta wan li cem civakê namîne. Yên mamostetiya AKP'ê dikin, di nava civakê de ti qîmeta xwe namîne."
Tekman da zanîn, sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê dûrî azadîparêzî û wekheviyê ye, sîstemeke xwe dispêre îdeolojiya zayendîperestiyê û şîdet û neteweperestiyê sor dike.
Tekman diyar kir, ku ji bo afirandina perwerdeyeke rast, di nava sîstema perwerdeya neteweya demokratîk de divê mamoste xwe ji qetilkirina jin, ciwan û zarokan berpirsyar bibînin û li hemberî vê têbikoşin.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Tekman destnîşan kir, ku sîstemeke perwerdeyê ya alternatîf şert e û bal kişand ser modela perwerdeya neteweya demokratîk.
Tekman sîstema perwerdeya demokratîk a KCK'ê vegot û got, "Beriya her tiştî sîstemeke li ser bingeha tevlîbûna dildarî ye. Perwerdekirina zarokan, amadekirina wan ji pêşerojê re, wezîfeyeke pîroz e. Ji bo bicihanîna vê wezîfeya pîroz jî, li şûna aliyê wê yên madî, divê aliyên manewî girîng bê dîtin. Bi taybetî divê mamoste bi vê feraset û zîhniyetê re wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
Tekman ji bo mamosteyan gotin, "Pêwîste mamoste êdî xwe ji bin zext û kontrola dewletê, desthilatdariya faşîst û zordar derxîne. Ji bo aştî, biratî û azadiya civakê divê xwe bi xurtî bi rêxistin bikin."