KCK: Ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû em neteweya demokratîk ava bikin

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê de got, "Piştî her komkujiyê hatiye xwestin ku Elewî bikevin bin kontrola dewletê û bibin parêzvanên înkariya baweriyan a jê re dibêjin laîktî."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê de got, "Piştî her komkujiyê hatiye xwestin ku Elewî bikevin bin kontrola dewletê û bibin parêzvanên înkariya baweriyan a jê re dibêjin laîktî."

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'DEWLETÊ BI KOMKUJIYÊ BERSIVA DA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirkiyeyê ya hebûna xwe dispêre yek nasnameya etnîkî, yek ol, yek mezheb, feraseta xwe ya yekperestiyê bi polîtîkayên înkar û tinekirinê li hemberî rewşa dewlemend a çandî ya cihêrengiya Anatolî û Mezopotamyayê ferz kiriye, di dîroka xwe ya nod û du salan de bi dehan caran gel û bawerî qetil kiriye û hat gotin, "Dewletê ev polîtîkaya xwe bi giranî li hemberî Kurdan û Elewiyên ji gelek nasnameyên cuda yên etnîkî, meşandiye. Yek ji pêkanînên hov ên ku van polîtîkayan rê li ber vekiriye, bê guman Komkujiya Elewiyan a di 2'ê Tîrmeha 1993'an a li otela Madimak a Sêwasê ye. Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de şehîdkirina sîh û heft ozan, helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û welatiyan, weke komkujieyke plankirî ya encama van polîtîkayan cihê xwe di nava dîrokê de girt."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewletê têkoşîna demokrasiyê xur bû, li hemberî van daxwazên bawerî û gelan dewletê her tim bi zext û komkujiyan bersiv daye û hat gotin, "Vê polîtîkaya dewletê di komkujiyên li Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Çorûm, Meletî, Gazî û Sêwasê de yekser Elewî hedef girtiye. Dewletê di komkujiyên li hemberî Elewiyan de her tim kirasê 'hesasiyeta welatiyên neteweperest', 'hesasiyeta welatiyên Sûnî' li hêzên paramîlîter kiriye û ev yek di dema şewitandina 37 canên li çalakiya Pîr Sûltan de jî xistiye dewrê. Di her komkujiyeke li dijî Elewiyan de CHP an jî partiyeke dûvikê wê ku xwe weke laîk û sosyal demokrat pênase dike yan li ser desthilatdariyê bû yan jî hevparê desthilatdariyê bû. Lewma ev yek bûye polîtîkayeke dewletê û her tim hewl hatiye dayîn ji komkujiyan re kirasek bê dîtin. Piştî van her du pêkanînan Elewî li dû her komkujiyê hatiye xwestin hîn bêhtir bikevin bin kontrola dewletê û bibin parêzvanên înkariya baweriyan a jê re dibêjin laîktî. Bi van pêkanînan re hatiye xwestin ku Elewî polîtîkayên komarê yên nasnameya wan înkar dike nebînin, bi awayekî bê rêxistin û dûrî siyasetê bimînin."

'ZÎHNIYETÊ QETLÎEMKAR ÎRO WEKE AKP LI SER DESTHILATDARIYÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêşketinên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi taybetî di salên 90'î de di nava Elewiyan de rê li ber lêgerîneke bingehînî û guherînê vekirine û hat gotin, "Elewiyên ku di tevahiya dÎroka Komarê de yekemcar li ser bingeha nasnameya xwe bi awayekî girseyî dest bi rêxistinbûyînê kirin, ji bo bicihbûn û pêşveçûna azadî û demokrasiya li Tirkiyeyê, bi gelê Kurd re veguherîne hêzeke bingehîn."

KCK'ê da zanîn ku dewleta Tirk di Komkujiya Sêwasê de bi hesabê astengkirina yekbûyîna hêzên demokrasiyê tevgeriya ye, lê ev bi ser neketiye û got, "Dewleta di sala 1993'an de li Sêwasê komkujî kir, şêweyê wê demê yê zîhniyeta DAIŞ'ê bû, ku îro li Sûriye û Rojava gelek deverên Rojhilata Navîn bi hovane êrîşî gel û baweriyan dike û herî dawî zêdeyî 200 Kurdên sivîl li Kobanê qetil kir. Û ev dewlet weke hevkarekî rêxistina çete ya DAIŞ'ê, pêşî li komkujiyên nû vedike. Polîtîkayên heyî yên AKP'ê rê li ber komkujiyên nû û xeteretir vedikin. Ev yek jî dibe sedem ku di serî de Elewî û gelê Kurd, gel û baweriyên cuda bi xeteriyên nû re rû bi rû ne."

'EM NETEWEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN'

Di daxuyaniyê de ji bo çareseriyê bal hat kişandin ser paradîgmaya neteweya demokratîk û hat gotin, "Yekane rêya rizgariya ji van polîtîkayên qetlîamkar ên gefê li her devera Rojhilata Navîn dixwin, paradîgmya neteweya demokratîk e ku her bawerî û nasnameya etnîkî dikare xwe bi awayekî azad lê birêxistin bike û bijî. Li ser vê bingehê gelekî girîng e ku nasnameyên bi xeteriyê re rû bi rû ne, divê parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Siyaset û jiyana neteweya demokratîk a zêdeyî du sal in hewl tê dayîn li Rojava were meşandin, bi hêza temsîliyetê ya HDP'ê û cihgirtina li Meclîsê re, ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin, yekane rêya çareseriyê ye. Cihgirtina nûnerên Elewiyan di nava refên HDP'ê de li Meclîsê, hem bû bersiv ji polîtîkaya înkar û tinekirinê ya dewletê hem jî bû bersiv ji komkujiyên nû yên gengaz re. Mayîndekirin û xurtkirina vê destketiyê, ji bo hemû nasname û baweriyan, wê bibe garantiya avakirina pêşerojeke demokratîk. Di van rojên ku em 2'ê Tîrmeha 1993'an bibîr tînin de agahiyên komkujiyên nû ji Rojhilat Navîn tên. Ji bo jiyaneke bi biratî û aştiyane, ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin û herî girîng jî ji bo hêjayî bîranîna şehîdên demokrasî û azadiyê bibin, divê em neteweya demokratîk ava bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de banga, "Li dijî vê xeteriya mezin a nû, em di rêxistinbûyînên hevpar ên hemû bawerî, nasname û derdorên demokratîk de bicivin, bi avakirina neteweya demokratîk a Tirkiye û Mezopotamyayê re em vê xeteriyê beralî bikin" hat kirin.