KCK: Em ê daxwaza Mahîran pêk bînin

KCK: Dem ew dem e, ruhê şoreşgerî yê Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, Hakiyan, Kemalan were nîşandan... Em careke din soz didin, em ê daxwaza wan a Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad pêk bînin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera berxwedana Kizildereyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi wesîleya 44. salvegera berxwedana Nîksar Kizildereyê, em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehadeta Mahîr Çayan û 9 hevalên wî ditewînin û careke din sozê didin; em ê daxwaza wan a Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad pêk bînin."

KCK'ê diyar kir, şehîdên Kizildereyê yek ji nirxên bingehîn ên çavkaniya moralê ya têkoşîna azadiyê ye û wiha dewam kir: "Xeta wan a fedaîtî, azadîparêz û milîtaniya demokratîk di nava têkoşîna me ya azadiyê de dijî. Rêber Apo şoreşgerê yekemîn e ku xwedî li şehîdên Kizildereyê derket û têkoşîna wan a şoreşgerî xist meriyetê. Yê ku di nava şert û mercên rewşa awarte de xwedî li şehîdên Kizildereyê derket, Rêber Apo ye. Ji ber boykota dibistanê ya bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kizildereyê 7 mehan li girtîgehê hat ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derket Li Fakulteya Zanistên Siyasî û Enqereyê pêşengî ji rêxistinbûyîna ciwanan re kir. Bi nêrîn û helwesta xwe re nîşan da ku ew ê xeta van şoreşgeran bidomîne."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Rêber Apo di emr û têkoşîna xwe de hewl da xewn û xeyalên Mahîran, Denîzan û Îbrahîman pêk bîne. Ji bo xeta wan a têkoşînê bide jiyîn, têkoşîneke bêsekin û rawestan, meşand. Ji bo ev sekna şoreşgerî ya van şoreşgerên leheng a li dijî dewletê û sîstemê venemire, bênavber hewl da şoreşa Kurdistanê û şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê bigihîne hev. Weke hevrêyê Hakî Karer û Kemal Pîr ên xwestin daxwaza Mahîran, Denîzan û Îbrahîman di şoreşa Kurdistanê de şênber bikin, di oxira pêşdebirina têkoşîna şoreşgerî ya li Tirkiyeyê de bi her awayî destek da. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK'ê, ev xeta xwe heta roja îro dewam kiriye. Herî dawî Tevgera Şoreşgera a Yekbûyî ya Gelan jî ji bo bîranîna şehîdên Kizildereyê hatiye avakirin."

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Îro li Tirkiyeyê desthilatdariyeke ji ya faşîzma 12'ê Adarê bêhtir faşîst û zalim li ser kar e. Desthilatdariya AKP'ê ji bo tinekirina dînamîkên demokratîk şoreşger ên li Tirkiyeyê êrîş dike. Dixwaze daneheviya demokratîk şoreşger a Mahîran, Denîzan û Îbrahîman ji binî ve rake. Hewl dide êrîşên 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê temam bike û hêza demokratîk a li pêşiya desthilatdariya faşîst olîgarşîk asteng e, ji holê rake.

Li hemberî desthilatdariyeke bi vî rengî, wezîfeya dikeve ser milê hêzên şoreşger û demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ew e; yekîtiya têkoşînê ya ji aliyê şoreşgerên Kizildereyê ve hat afirandin, di roja îro de pêk bînin. Wezîfeya me ye, ku em hem Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan mezin bikin, hem jî bi avakirina tevgereke demokrasiyê ya berfireh re faşîzma AKP'ê têk bibin. heta ku faşîzma AKP'ê neyê têkbirin, nepêkane pêşî li pêşerojeke demokratîk û azad a gelên Tirkiyeyê were vekirin. Bîranîna şehîdên Kizildereyê bangeke bi vî rengî ya têkoşînê ye li hemû hêzên demokratîk û şoreşger.

Eger di xeta Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, Kemalan û Hakiyan de ruhê şoreşger ê salên 1970'yî were afirandin, nepêkan e desthilatdariya AKP'ê li ser piyan bimîne. Niha dem ew dem e ruhê şoreşgerî yê Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, Hakiyan, Kemalan were nîşandan. Di nava rastiya îro ya Kurdistan û Tirkiyeyê de, gelek derfet hene ku têkoşîneke bi vî rengî ya şoreşger demokratîk were meşandin. Eger dilsoziya bi wan re rast bê fêmkirin û bikeve meriyetê, li vê erdnîgariyê zemîn û dînamîkê pêşvebirina têkoşîna demokratîk şoreşger hene.

Desthilatdariya AKP'ê, Misilmanên demokratîk jî di nav de li ser tevahiya gelê me bûye desthilatdariyeke faşîst, otorîter û zalim. Eger li ser vê bingehê eniyeke berfireh a demokrasiyê bê avakirin, wê serketina li dijî desthilatdariya faşîst a AKP'ê misoger be. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê dikin ku hêza xwe bikin yek û têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP'ê mezin bikin."