KCK'ê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê banga têkoşînê kir

KCK'ê, polîtîkayên qirkirin û xerakirina rewşa demografîk a li Sûr, Cizîr û Silopiyayê bibîr xist û diyar kir, ev polîtîka niha li navçeya Mereş Pazarcixê bi cih tê anîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, desthilatdariya faşîst a AKP'ê li her devera Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê, ku rengê nû yê Plana Şark Islahatê ye, xistiye meriyete.

KCK'ê, polîtîkayên qirkirin û xerakirina rewşa demografîk a li Sûr, Cizîr û Silopiyayê bibîr xist û diyar kir, ev polîtîka niha li navçeya Mereş Pazarcixê bi cih tê anîn.

KCK'ê bibîr xist ku Davûtoglû wê îro biçe Amedê û destnîşan kir, pêwîste gelê Amedê li dijî polîtîkayên qirkirinê derkeve.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Dixwazin li nava gundên Kurdên Elewî yên li Pazarcixê penaberên Sûriyeyî bi cih bikin û bi vî rengî Pazarcix a bi komkujiya Mereşê re vala kir, bi vê rêyê ji Kurdên Elewî xalî bikin. Dewleta Tirk a di nava 1. Şerê Cîhanê de bi destê Îttîhat Terakkî, Ermenî û Suryanî qir kir, niha jî di nava 3. Şerê Cîhanê yê li Rojhilata Navîn diqewime de bi destê desthilatdariya AKP'ê dixwaze Kurdan û Elewiyan ji vê xakê derxîne. Polîtîkaya qirkirinê ya li nava demeke dirêj hatiye belavkirin, di sala 2016'an de hatiye lezandin."

KCK'ê da zanîn, desthilatdariya AKP'ê di bin kirasê modernbûyînê de hewl de gelê Kurd ji aliyê çandî ve qir bike û diya rkir, AKP'ê di destpêkê de bajar xera kir û niha lez da qikririna çandî, li Sûrê di bin navê avakirina binesazî û modernbûyînê de dixwaze ruhê Amedê di bin beton de bihêle û vê polîtîkaya xwe li hemû bajaran belav dike.

PLANA ŞARK ISLAHAT BI RENGEKÎ NÛ DI MERIYETÊ DE YE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Dixwaze li Pazarcixê Erebên Sûnî bi cih bike û vê polîtîkaya xwe bimeşîne. Hewl dide ruh û çanda deşta Pazarcixê biguherîne. Armanca bingehîn a Plana Şar Islahat, bê Kurd hiştina rojaayê Firatê ye Ev polîtîka li rojavayê Firatê di sala 1978'an de bi Komkujiya Mereşê re girantir bû. Ji sedî 80 ê Kurdên li rojavayê Firatê hatin koçberkirin. Di encama vê polîtîkayê de piraniya Kurdên li Mereş, Meletî, Sêwas, Dêrsim û Erzînganê koçî Ewropa yan jî metropolên Tirkiyeyê kirin. Ev polîtîka di sala 1978'an de bi Komkujiya Mereşê re hat dijwarkirin û îro jî dixwazin bi bicihkirina penaberên Sûriyeyî re bê dewamkirin.

Mîna ku cihekî din nemaye, civakek ji aliyê çand û baweriyê ve qet li civaka xwecihî nayê li Pazarcixê tê bicihkirin. Ev yek hem êrîşeke qirkirinê ye, hem jî provokasyonek dikare rê li ber bûyerên mîna Komkujiya Mereşê veke ye. Eger mirov bînin bîra xwe, ku dewletê di sala 1978'an de kesên ji zîhniyeta DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam bi kar aniye, hingî wê baştir bê fêmkirin bê çima Pazarcixî li dijî vê bicihkirinê derdikevin. Helwest, protesto û berxwedana Pazarcixiyan a li hemberî bicihkirina van penaberan mafdar e. Li gorî kîjan exlaq, wijdan û hiqûqê were nirxandin bila bê nirxandin; berxwedana Pazarcixiyan mafdar e û divê ji aliyê her kesî ve were destekkirin.

DIVÊ GELÊ KURD Û HÊZÊ DEMOKRASIYÊ XWEDÎ LI PAZARCIXÊ DERKEVIN

Êrîşên qirkirina çandî ya li hemberî gelê Kurd, herî zêde li dijî Kurdên Elewî yên li rojavayê Firatê hatine kirin. Ji ber ku li ser sînorê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, hîn bêhtir bûn hedefa qirkirinê û mîna pariyekî biçûk hatin dîtin. Kurdên Elewî, ji ber polîtîkaya afirandina Tirkê Sûnî Hanefî, hem ji ber Kurdbûyîna xwe hem jî ji ber Elewîbûyîna xwe rastî zextê hatin. Gelê Kurd ji mêtîngeriya qirkirina çandî gelekî kişandiye. Qirkirina Dêrsimê û Komkujiya Mereşê delîla herî şênber a hewldanên xalîkirina rojavayê Firatê ji Kurdên Elewî ye."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê hat kirin:

"Pêwîste gelê Kurd û hêzê demokrasiyê zanibin, polîtîkaya bicihkirina penaberên Sûriyeyî li navçeya Mereş Pazarcixê parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ya li Sûr, Cizîr û Silopiyayê ye. Lewma bi vê hişmendiyê pêwîste di nava berxwedana gelê Pazarcixê de cih bigirin û nehêlin Komkujiya Mereşê ya 1978'an bi rê û rêbazên nû were meşandin.

Hikûmeta AKP'ê ji ber karakterê xwe yê faşîst, bi ti awayî li ti cihî vîna gel nabîne û bêyî serî li gel bide yekser biryaran digire û bi cih tîne. Li Gezî ya Stenbolê, li Cerattepe ya Artvînê, li Sûr, Cizîr, Silopiyayê, li Pazarcixê jî bi vî mejî tevdigere. Heta ku ev zîhniyet neyê qelskirin, nepêkan e Tirkiye demokratîk bibe û jiyaneke azad bafire.

GIRÎNG E GELÊ AMEDÊ BERSIVÊ BIDE QIRKIRINÊ

KCK'ê bibîr xist, ku Serokwezîrê Tirk Davûtoglû wê biçe Amedê û destnîşan kir, divê gelê Amedê bersivê bide polîtîkayên qirkirinê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ahmet Davûtoglû wê bi wezîrên xwe re biçe Amedê û dixwaze bi zimandirêjiyê re gel bixapîne û polîtîkaya xwe ya qirkirinê li ser vê bingehê bixe meriyetê. Pêwîste gelê Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl bi vê sefera xapandinê nexapin û bi gotina 'Em ê Sûrê ava bikin' re bersivê bidin êrîşên qirkirinê. Desthilatdariya AKP'ê bi mîlyaran dolarî tazmînatê bide jî wê nikaribe zerara lê kiriye çareser bike. Ji ber zerara daye Sûrê û komkujiya pêk aniye, ji bilî darizandina desthilatdariya AKP'ê ti rê nîne.

Desthilatdariya AKP'ê ancax bi berxwedana hêzên demokrasiyê re dikare bê qelskirin. Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li her derê li cem berxwedana gelê Kurd cih bigirin."