Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku pêkanînên faşîzan ên dewleta AKP'ê, Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke pevçûn û kaosê ve dibe. KCK'ê got, "Wateya pakêta ewlekariya hundirîn a nû, li Kurdistan û Tirkiyeyê hîn bêhtir zext, mêtîngerî, operasyonên qirkirina çandî, hîn bêhtir binçavkirin, îşkence û girtin e. Navê vê faşîzm e. Gelên me û hemû hêzên sosyalîst-çep, şoreşger ên alîgirê mafên mirovan, demokrasî, azadî, ked û wekheviyê, bêguman wê li dijî vê pakêta ewlekariya hunidrîn a faşîst li ber xwe bidin. Em bang li tevahiya hêzên berxwedêr dikin ku li dijî pakêta ewlekariya hundirîn a dewleta AKP'ê, bi hev re li ber xwe bidin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku ji ber pêkanînên faşîzan û zîhniyeta olîgarşîk û antî demokratîk a dewleta AKP'ê, Tirkiye bi lez û bez ber bi pêvajoyeke pevçûn û kaosê ve tê dehfdan. KCK'ê ragihand ku desthilatdariya AKP di bin navê ewlekariya cemaweriyê û aramiyê de dîktatoriyê li hemû hêzên têkoşer, şoreşger û demokratîk dike û got, "Hewl tê dayîn civakê bikin yek tîp; bawerî û nasname tên redkirin, hemû derdorên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, hedef tên girtin. Dijminatiya li Kurdan û Elewiyan, dijminatiya li ked û demokrasiyê, ji ber mejiyê redkar, yekperest û olîgarşîk ê AKP'ê rû dide. Desthilatdariya AKP'ê ji ber vê sedemê hêzên mûxalîf-berxwedêr digire, qetil dike, dike binçavan û operasyonên faşîzan normal dibîne."
'NAVÊ VÊ FAŞÎZM E'
KCK'ê diyar kir ku di herikîna dîrokê de yên herî zêde behsa aramî û ewlekariyê kirin her tim hêzên dîktatoryal in û got, "Ji ber ku ew civakeke bê bandor, bênerazîbûn dixwazin. Yên li dijî neheqî, mêtîngerî û zordariyê têkoşîna rastî, demokrasî û azadiyê dimeşînin, li cem wan sûcdarên herî mezin ên ewlekarî û aramiyê xera dikin e. Lewma ji bo bêbandorkirin û tinekirina van sûcdaran her tişt dikare were bikaranîn. Qanûn û zagonên xwe li gorî vê tund dikin. Dema qanûnên heyî têrê nake, qanûnên nû derdixînin. Ji ber ku di wê baweriyê de ne ku aramî û ewlekariyê ancax bi qanûnên zextdar û faşîst dikarin pêk bînin. Halbûkî dîrokê nîşan daye ku ev ne bi wiha ye. Berevajî, demokrasî û azadî aramî, aştî û baweriya herî mezin e. Qanûnên dewletê çiqasî zordar û faşîzan be, ji aliyê diyalektîkî ve têkoşîna demokrasî û azadiyê jî wê di heman astê de radîkal bibe. Niha Tirkiye di pêvajoyeke bi vî rengî re derbas dibe. Qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê ji xwe qanûnên herî tund ên faşîst û dîktatoryal in. Hikûmeta AKP'ê qîma xwe bi vê jî neaniye û pêwîstiyê bi qanûnên nû yên ewlekariya hundirîn dibîne.
Wateya pakêta ewlekariya hundirîn a nû, li Kurdistan û Tirkiyeyê hîn bêhtir zext, mêtîngerî, operasyonên qirkirina çandî, hîn bêhtir binçavkirin, îşkence û girtin e. Navê vê faşîzm e. Gelên me û hemû hêzên sosyalîst-çep, şoreşger ên alîgirê mafên mirovan, demokrasî, azadî, ked û wekheviyê, bêguman wê li dijî vê pakêta ewlekariya hunidrîn a faşîst li ber xwe bidin. Em bang li tevahiya hêzên berxwedêr dikin ku li dijî pakêta ewlekariya hundirîn a dewleta AKP'ê, bi hev re li ber xwe bidin û têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin."
'EM Ê DAXWAZ Û HESRETA RÊHEVALÊ ABDULSAMET BICIHB ÎNIN'
KCK'ê da zanîn ku dewleta AKP'ê israra di polîtîkayên faşîst ên tolhildêr de dewam dike, ku her roj li girtîgehan rê li ber şehdaetên nû vedike û got, "Bi polîtîkayên xwe re girtiyan nexweş dixîne û girtiyên nexweş jî yek bi yek di hundirê darbestê de derdixîne. Bi sedan girtiyên nexweş ên li ber mirinê ne jî, bi awayekî qirêj û bê exlaqî dixwaze bike mijara bazariyê. Ji ber van polîtîkayên AKP'ê li zîndanan heta roja îro bi dehan girtiyên şoreşger gihîştine şehadetê. Herî dawî rêhevalê me Abdulsamet Çelîk jiyana xwe ji dest daye. Em rêhevalê xwe Abdulsamet bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û em soz didin ku em ê rastiya Kurdistana Azad a bi Rêbertiyê re ku hesreta wî bû, pêk bînin. Bi vê wesîleyê em ji malbata rêhevalê xwe Abdulsamet, xizmên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."