KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir

KCK’ê Çarşema Sor pîroz kir, got: “Ev cejna Çarşema Sor wê rê bide ku gelê me yê Êzidî bi zanebûna dîrokê hê zêdetir bi axa xwe ve bê girêdan, axa xwe biparêze û wê ji bo tevahî gelê Êzidî bibe banga vegerînê ya Êzidxanê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “Em cejna Çarşema Sor ku cejna xulqîna gelê Êzidî ye, pîroz dikin, em hêvî dikin ku ev cejn ji bo avakirina jiyanek azad û demokratîk bibe gavek mezin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Cejna Çarşema Sor ji nirxên bingehîn ên ku felsefeya jiyanê, nirxên çandî û hebûna gelê me yê Êzidî digihîne van rojan” û wiha dewam kir: “Hebûn û hêza cejna Çarşema Sor her tim bûye ji nirxên bingehîn ên ku gelê me yê Êzidî her tim li ser piyan girtiye. Li ser vî esasî pîrozkirina cejna Çarşema Sor di heman demê de tê wateya ku li hember her cure êrîşan mezinkirina berxwedanê. Gelê me yê Êzidî bi zanebûn û hîskirina vê rastiyê, şert û merc çi dibin bila bibin cejna Çarşema Sor pîroz kirine û li ser vî esasî li hember her cure êrîşan jî bi vê berxwedanê, hebûna xwe anîne heta îro. Çawa gelê me wateyê dide cejna Newrozê, ev heman wate di cejna Çarşema Sor de jî heye. Ji ber vê jî divê gelê me yê Êzidî cejna Çarşema sor herî kêm wek coşa cejna Newrozê pîroz bike. Gelê me yê Êzidî ku cejna Çarşema Sor wek parastina hebûna xwe dibîne, wê her sal vê cejna xwe pîroz bike û hebûna xwe mîsoger bike.”

Daxuyaniya KCK’ê wiha dom kir:

“Qasî xweparastinê, roj û nirxên ku hebûna gelan diparêzin jî hene. Ev ji bo Êzidiyan jî Çarşema Sor e. Hêza herî mezin a ku gelê me yê Êzidî hebûna xwe parastiye, ew nirxên ku Çarşema Sor heta vê rojê anîne ye. Dema fermana Tebaxa 2014’an,  ango êrîşa qirkirinê di bîra me de bimîne, diyar e ku gelê me yê Êzidî ji her demê zêdetir pêdiviyên xwe bi nirxên Çarşema Sor hene.

3’yê Tebaxa 2014’an ji bo gelê me yê Êzidî bûye lûtkeya tecrubeyên wê yên dîrokî yê êş, êrîş û gafletê. Fermana 3’yê Tebaxê di mejiyê gelê me yê Êzidî de derketinek çêkiriye. Ji bo Êzidiyan, 3’yê Tebaxê bûye nuqteya werçerxê. Êzidiyên ku fermana 3’yê Tebaxê derxin zanebûnê, dikarin xwe li hember her cure êrîşan biparêzin û hebûna xwe mîsoger bikin. Ji ber vê jî fermana 3’yê Tebaxê û zanebûna ji vê hatiye derxistin, ji bo tevahî gelê me yê Êzidî bûye ezmûnek ku neyê jibîrkirin.

 Cejna Çarşema Sor di heman demê de cejnek ku dîroka gelê me yê Êzidî ji siberojê re radigihîne. Ji ber vê jî wê her cejna Çarşema Sor, gelê me yê Êzidî tevahî dîroka xwe û bi taybet jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an derxe zanebûnê û hêza jiyana xwe zêde bike.

Ev cejna Çarşema Sor wê rê bide ku gelê me yê Êzidî bi zanebûna dîrokê hê zêdetir bi axa xwe ve bê girêdan, axa xwe biparêze û wê ji bo tevahî gelê Êzidî bibe banga vegerînê ya Êzidxanê.

Gelê me yê Êzidî her dema cejna Çarşema Sor pîroz bike û nirxên Çarşema Sor her dewlemend bike wê hebûna xwe bidomîne, ti hêz wê nikaribe hebûna gelê me yê Êzidî ji holê rake.”

Gelê me yê Êzidî her dema cejna Çarşema Sor pîroz bike û nirxên Çarşema Sor her dewlemend bike wê hebûna xwe bidomîne, ti hêz wê nikaribe hebûna gelê me yê Êzidî ji holê rake.”