KCK: Divê dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' pîvana bingehîn a jiyana me be

KCK: Ji bo em deynê xwe bidin, divê em ji bo azadiya Rêber Apo bijîn, ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Pêwîste 'Bê Serok jiyan nabe' pîvana bingehîn a jiyana me be.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, wê di 4'ê Nîsanê de li gundê Amara yê Xelfetiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were pîrozkirin û got, "Weke Tevgera Azadiyê em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin; soza xwe dubare dikin ku li ser rêça Rêber Apo yê di ji nû ve vejîna gelê Kurd de roleke mezin lîst, em ê gelê Kurd bigihînin jiyana azad û demokratîk."

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Rêber Apo rêberekî ku her kêliya jiyana xwe ji bo jiyana azad û demokratîk a gel jiya ye. Bi rêbertiya xwe ya 43 salan a ji Tevgera Azadiyê re kiriye ku ev gel nema têk biçe. Bi têkoşîn û hewldanên xwe yên ji bo azadiya jinê re, jinên Kurd veguherandiye hêza azadiyê ku ji jinên cîhanê re pêşengiyê dikin. Rojhilata Navîn a ku civakîbûn, mirovahîbûn û şaristanî afirand; nirxên mezin ji bo mirovahiyê derxist holê ji aliyê civakî û dîrokî ve bi xurtî nirxand û ji bo Rojhilat Navîn ji nû ve rabe ser piyan pêngaveke şoreşgerî da destpêkirin.

Ev şoreşê ji aliyê Rêber Apo ve hatine destpêkirin, pêk anîn û dewamkirin, wê hîn bêhtir pêk werin û Kurdistan û Rojhilata Navîn wê bibin ocaxa azadî, demokrasî û civakîbûnê ya mirovahiyê.

Bi têkoşîna Rêber Apo jê re pêşengiyê dike re gelê Kurd îro veguheriye hêza herî demokratîk şoreşger a li Rojhilata Navîn. Ev têkoşîna li ser xeta azadiya jinê tê meşandin ji Kurdistanê destpê kir û jiyana azad demokratîk li tevahiya Rojhilata Navîn belav kiriye. Ji bilî xeta Rêber Apo nepêkane welatên li Rojhilata Navîn xwe bigihînin aştî û aramiyê. Li vê erdnîgariya ku mezhebperestî û neteweperestî pirsgirêkan dikin girêka kor, bi feraseta neteweya demokratîk, bi rêxistinbûyîna konfederal a demokratîk û bi modela xweseriya demokratîk re mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan nîşan daye."

'TECRÎDA LI SER RÊBER APO Û ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE'

Daxuyaniya kCK'ê wiha dewam kir:

"Rêber Apo bi vê nêzîkatiyê re, di Newroza 2013'an de li ser bingeha demokratîkkirina Tirkiyeyê, li Rojhilat Navîn gava destpêkirina serdemeke nû avêtiye. Di nava rewşeke bêçalakîtiyê de li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xwestiye pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Di encama hewldanên Rêber Apo de roja 28'ê Sibata 2015'an li Qesra Dolmabahçeyê, tevî rayedarên hikûmet û dewletê Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê mutabaqata çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêşkêşî raya giştî kirin. Tayyîp Erdogan ev mutabaqat red kir, got ku peyama Rêber Apo ya ji bo Newroza 2015'an Îmrali rewa kiriye û di 5'ê Nîsanê de bi şidandina tecrîdê re biryara şer a di civîna 30'ê Cotmeha 2014'an de li Desteya Ewlekariya Milî hat wergirtin, xist meriyetê. Bi tinehesibandina encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê re li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şerekî tesfiyeyê yê topyekûn meşand.

Tecrîda giran a li ser Rêber Apo û şerê li hemberî gelê Kurd tê meşandin bi hev ve girêdayî ne. Tecrîda giran a li hemberî Rêber Apo, gava destpêkê ya bicihanîna biryara şer e. Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê bi Mutabaqata Dolmabahçeyê û hilbijartinên 7'ê Hezîranê re xwestin pêşî li şer bigirin; lê belê ji ber ku desthilatdariya AKP'ê di şer de israr kir, hem Mutabaqata Dolmabaçeyê hem jî encamên hilbijartinê tine hesiband. Bi vî awayî eşkere û li pêş çavan e ku ev şerê kirêt ê bi sedan jin, zarok, extiyar hatin qetilkirin, bajar bi tank û topan hat xerakirin, bi çi rengî derketiye holê. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li hemberî vî şerê qirkirinê têkoşîna hebûnê û xwegihandina jiyana azad û demokratîk dimeşîne.

'DIRÛŞA RÊBERÊ AZAD, KURDISTANA AZAD, TIRKIYEYA DEMOKRATÎK DIVÊ ARMANCA ME YA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNÊ BE'

Aliyê herî girîng ê têkoşîna li hemberî şerê kirêt ê desthilatdariya AKP'ê, xwedîderketina li Rêber Apo û azadkirina wî ye. Ev têkoşîn di heman demê de têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Heta ku Rêbe Apo azad nebe, dewleta Tirk wê azadiya gelê Kurd qebûl neke. Heta ku azadiya gelê Kurd qebûl neke jî wê Rêber Apo nikaribe azad bibe. Lewma têkoşîna xwedîderketina li Rêber Apo û azadkirina wî divê weke têkoşîna azadiya gelê Kurd bê dîtin û em azadiya Rêber Apo li navenda têkoşîna xwe bi cih bikin. Pêwîste dirûşma 'Rêberê azad, Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk' her tim armanca têkoşîna me be.

'PÊWÎSTE EM JI BO AZADIYA RÊBER APO BIJÎN Û TÊBIKOŞIN'

Rêber Apo ji bo vî gelî her tişt kir. Ji bo gel jiya; 18 sal in di nava tecrîda şidandî û girankirî de ji bo vî gelî bêhnê dide û distîne, ji bo gel dijî. Em jî weke gel, ji bo dayîna vî deyên xwe yê ji bo Rêber Apo, divê em ji bo azadiya Rêber Apo bijîn, ji bo Rêber Apo têbikoşin. Bi nêzîkatiya 'heta Rêber Apo û gelê Kurd azad nebe, bila her tişt li me heram be' em timî têbikoşin. Girîng e dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe!' pîvana me ya bingehîn a jiyanê be.

Di 4'ê Nîsana îsal de divê gelê me li her devera lê ye xwedî li Rêber Apo yê rê li ber ji nû ve vejînê vekir derkeve, ji bo azadiya Rêber Apo dakeve qadan. Yên karibin xwe bigihînin divê biçin Amarayê, yên nikarin biçin jî li her devera lê ne bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe!' dakevin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo bilêv bikin.

Em soza didin, weke Tevgera Azadiyê em ê heta nefesa xwe ya dawî bi gotina 'Bê Serok jiyan nabe' ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd têkoşîneke bi fedaî bimeşînin."