Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê; "Komploya navneteweyî di sala 16. de têk çûye, hilweşiya ye û pûç bûye. Asta ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê weke hêzeke herêmî xwe gihandiyê, bûyîna bawerî û hêviya gelan, Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê û rola Rêber Apo ya rojevê diyar dike û rêveçûna pêşketinan destnîşan dike, nîşaneya şênber a têkçûn û pûçbûna komploya navneteweyî ye. Lê belê heta ku Rêber Apo bi Kurdistanê re azad bibe, wê têkoşîn dewam bike. Bi dewamiya têkoşînê re, weke mînaka komkujiya Parîsê aşkera ye ku komplo wê bi versiyonên cuda derkeve pêşberî me. Beralîkirina komployê bi temamî, bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê re pêkane. Lewma, divê bi şiyara 'Dem dema Kurdistana azad a bi Rêber Apo re ye' têkoşîn were xurtkirin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber salvegera 16. a komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo li dijî tevger û gelê me hat kirin û hêzên di nava komployê de cih girtine bi nefret lanet dikin. Em hemû rêhevalên xwe yên li dijî komploya navneteweyî li zîndanan, li çiyê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat li dora Rêber Apo civiyan, bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe kirin xeleka ji agir û şehîd ketin, bi mînetdarî bibîr tînin û li pêşberî bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
KCK'ê da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li ser hesabên berjewendiyên stratejiyeke kûr, qirêj û veşartî ya navneteweyî û herêmî hatiye meşandin û hat gotin, "Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, hêzên paşverû yên herêmê û xeta nokeriyê, di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Rêbere Gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurdistanê li pêşiya xwe weke astengiyê dîtine. Ev hêzên navborî, ji ber vê yekê di komploya navneteweyî de hevkarî kirine û di kesayetiya Rêber Apo de di tinekirina tevgera azadiyê ya Kurdistanê de li hev kirine. Armanceke din a komployê ew bû, ku bi afirandina dijminatiya Kurd-Tirkan re gel bi hev bikevin û di rewşeke bi vî rengî ya pevçûnan de planên li ser Tirkiyeyê bi hêsanî bikevin meriyetê. Ji xwe ji ber vê yekê ye, ku Serokwezîrê demê Bulent Ecevît gotibû, "Min hînê fêm nekiriye ku çima DYA Apo radestî me kiriye."
"KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ SÛCEKÎ LI DIJÎ TEVAHIYA NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE"
Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev xal hat destnîşankirin:
"Komploya navneteweyî, bi şêweyê herî neheq, bêbingeh û bêwijdan bûye rûreşiya mirovahiyê. Ji bo gelê Kurd jî bûye tofanek. Bi komploya 15'ê Sibatê re careke din bi awayekî zelal derketiye holê, ku dema ya mijara gotinê berjewendiyên siyasî û aborî yên qirêj be, DYA, Rûsya û dewletên Ewropayê hemû nirxên xwe yên demokratîk û însanî binpê dike. Komploya navneteweyî ji ber vê yekê, sûcekî li dijî hemû nirxên demokratîk, azadî û însanî ye.
Bi komploya navneteweyî re, di kesayetiya nirxekî mirovahiyê Rêber Apo de hatiye xsestin ku gelek û pêşeroja gelekî bê tinekirin û tarîkirin. Lê belê komplo çiqasî kûr, tûj û bêrehm bû, dijderketin, têkoşîn û berxwedana tevgera me û gelê me ya li dijî komployê jî di heman astê de tûj, biryardar û bi ruhê fedaî bû. Di vir de sekna Rêber Apo, felsefeya wî ya jiyanê, paradîgmaya wî ya nû ya bi perspektîfa neteweya demokratîk, berxwedan û têkoşîna gel û tevgera me ya li dora Rêber Apo, diyarker bûne."
"KOMPLO DI SALA 16. DE TÊK ÇÛYE, HILWEŞIYA YE Û HATIYE PÛÇKIRIN"
KCK'ê destnîşan kir ku komploya navneteweyî di sala 16. de têk çûye, hilweşiyaye û hatiye pûçkirin û got, "Asta ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê weke hêzeke herêmî xwe gihandiyê, bûyîna bawerî û hêviya gelan, Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û Şengalê û rola Rêber Apo ya rojevê diyar dike û rêveçûna pêşketinan destnîşan dike, nîşaneya şênber a têkçûn û pûçbûna komploya navneteweyî ye. Lê belê heta ku Rêber Apo bi Kurdistanê re azad bibe, wê têkoşîn dewam bike. Bi dewamiya têkoşînê re, weke mînaka komkujiya Parîsê aşkera ye ku komplo wê bi versiyonên cuda derkeve pêşberî me. Beralîkirina komployê bi temamî, bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê re pêkane. Lewma, divê bi şiyara 'Dem dema Kurdistana azad a bi Rêber Apo re ye' têkoşîn were xurtkirin."
BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi van gotinan bi dawî bû: "Pêwîste gelê me di salvegera 16. de, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li Ewropayê bi şiyara 'Ji Rêber Apo re Azadî' komploya navneteweyî lanet bike, ji bo vê yekê, ji her demê bêhtir xurt, berfireh û biryardar biherike kolanan û li meydanan têkoşîna xwe xurt bike.
Em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê, jin, ciwan û dostên Kurdan dikin ku di 14'ê Sibatê de bi sed hezaran kes li hev kom bibin, bi hişmendiya 'Azadiya Rêber Apo bi têkoşîna me ve girêdayî ye' xwedî li Rêbertiyê derkevin, li ser vê bingehê bi sekneke biryardar a têkoşînê û bi vîneke bilind careke din komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê lanet bikin."