Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê nerazîbûnek tund nîşanî êrîşa polîsan li Amedê li hemberî cenazeyên du gerîlayan pêk anî da û got: “Ciwanên Kurd li hemberî vê êrîşa namerd bê deng namîne.” KCK’ê bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û pêngavên ji bo rakirina mafê destnedanê ya parlementerên BDP’ê û got: “Hukûmeta AKPê bi van pêkanîna tu hesasiyetên gelê Kurd li ber çavan nagire û hemû pirên ku hene ji holê radike.”
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê êrîşa li hemberî merasima cenazeyê du gerîlayên HPGê yên ku li Amedê di encama berxwedana gel de spartin axê de û diyar kir ku xwedîderketina li cenazeyên gerîlayan li dijî faşîzma AKPê bersiva herî baş e.
KCKê bal kişand ku pîrozbahiyên 34emîn salvegera damezrandina PKKê li her çar parçeyên Kurdistan û derveyê welat bi awayeke girseyî û bi coşeke mezin hatiye pîrozkirin û got: “Ev helwesta gelê me ya ku dahatuya xwe di têkoşîna azadiyê de dibîne hêjayê teqdîrê ye.” KCKê bal kişand ser teror, zext û zilma sîstema AKPê û dewleta Tirk û diyar kir ku li hemberî vana hemûyan gelê Kurd di vê astê de 34’emîn salvegera damezrandina PKKê pîroz kiriye û xwedî li greva birçîbûnê ya ku 68 rojan berdewam kir derketiye. KCKê bal kişand ser helwesta bi biryar a ji bo xwedîderketina li cenazeyên gerîlayan a li Amed, Wan, Dîlok û Pirsûê û da zanîn ku careke din hate dîtin ku “Operasyonê Qirkirina Siyasî” yên di bin navê KCKê de pêk tên tu encam negirtine.
KCKê got: “Li Amedê gelê Kurd ji bo cenazeyên ewladên xwe yên bi lehengî gihiştin şehadetê Dijwar Amed (Hakan Ceylan) û Axîn Viyan (Hîcran Gersiyor) bispêrin, sê rojan berxwedaneke bi bêhempa pêk anîn û li hemberî zilma faşîst a AKPê bi ser ketin. Ev yek jî mînakek a qehremantiyê ye. Di heman demê de gelê me li Wanê fermandarê sembola wêrekiyê Gabar Faraşîn (Nazim Işik), li Pirsûs û Dîlokê sembolên egîdî û rûmetê Axîn Jiyan (Emîne Oran) û Delîl Dîlok (Mûrat Bîlgîç) bi serhildanên mezin xwedî lê derketin û ev yek li dijî faşîzma AKPê bersivek bû.”
LI HEMBERÎ VAN ÊRÎŞÊN NAMERD BÊ DENG NAMÎNIN
KCKê diyar kir ku hukûmeta AKPê ji bo armancên xwe yên mêtîngeriyê yên li ser Kurdistanê pêk bîne, li Kurdistanê şerê li dijî mirovahiyê her ku diçe kûrtir û belavtir dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwazên herî xwezayî yên gelê Kurd li rastî zextên çewisandinê tên û got; “Hemû pîvanên exlaqî yên civaka Rojhilat Navîn tune dihesibîne, bêyi ku bêje jin zarok, pîr û kal, her kesê dide ber copan. Zîhniyeta faşîst a AKPê ya ku kolanan veguherandiye îşkenceyê dixwaze çavê gelê Kurd bipirstîne û gelê me teslîm bigire. Di heman demê de bi karanîna bi hezaran bombeyên gazê û ava şid û rêbazên din ên qirêj her roj li dijî mirovahiyê suc dike. Divê xwediyê vê zîhniyeta faşîst a ku dayikên Kurd ên 70 salî li erdê dixin baş bizane ku li hemberî van kiriyarên wê ciwanên Kurd bê deng namînin.”
DIVÊ TU CIWANÊN KURD ÊN BI ŞEREF BÊ DENG NEMÎNIN
KCKê bal kişand ser wehşet û bêrêziya polîsên Tirk a li hemberî darbestên cenazeyên gerîlayan ên li Amedê û diyar kir ku divê tu ciwanên Kurd ên bi şeref li hemberî vê pêkanînên nijadperest û faşîst ên ku bi rûmeta gelê Kurd dileyizin bê deng nemînin. KCKê ev bang kir: “Ji bo rawestandina vê zilmê, bidawîkirina vê namerdiyê, rawestandina hesirên çavên dayikan û ji bo pêkanîn xeyalên gelê Kurd ên ji bo azadiyê , em bang li hemû ciwanên bi rûmet ên Kurd dikin ku tevlî nava refên gerîlayan bibin, em bang li hemû gelê xwe dikin ku li hemberî vê zilmê serhildan û raperînan xurt bikin.”
BI ISRAR TECRÎDÊ DIDOMÎNE
KCK’ê diyar kir ku milîtanên têkoşîna azadiyê yên girtîgehan bi biryarek mezin û bi helwestek berxwedanî diyar kirine ku milîtanên PKK’ê dikarin çi bikin û wiha ragihand: “ Li ser banga Rêber Apo girtiyên li girtîgehan têkoşîna xwe bi dawî kirine, ev berxwedana netewî ya mezin û di asta navneteweyî de jî bandorek mezin da çêkirin. Bi bandoriya greva birçîbûnê re ku zemîna pêvajoya çareseriya demokratîk çêkiribe jî, lê belê tecrîda ku ev 494 roje li ser Rêber Apo tê meşandin nehatiye sistkirin. Her çiqasî ku aliyê wî yê hiqûqî û exlaqî tune ye jî, lê belê ev bê hiqûqiya tecrîdê li ser banga Serokwezîrê Tirk Erdogan tê meşandin û bi tecrîdkirina cûda jî diveşirînin. Herî dawî îro di manşetek a rojnameyekê de ku dibêje ‘ pêwîstî bi parêzeran tune ye’ hatiye weşandin, di xwazin rastiyan berovajî bikin. Ya rastî ewe ku tecrîd bi awayekê israr tê meşandin û tu navendek ya ji bo nermbûnê ne hatiye hiştin.”
AKP HEMÛ PIRAN RABIKE HILDIWEŞÎNE
KCK’ê wiha got: “ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo yekitiya demokratîk a Tirkiyeyê têk neçe gelek hewldan kirine ji bo ku pirên ku hene hilneweşin, ji bo pirên ku hene jî bên parastin hewl dide. Lê belê pêkanînên AKP’ê li hemberî tu hesasiyetên kurdan li berçavan negirtiye, polîtîkayên jiholêrakirina hemû pirên ku di navberê de hene dimeşîne. Herî dawî ji bo ku rakirina mafê destnedana parlamenterên BDP rabike dê hemû piran ji holê rabike û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi riya demokratîk hemû rêbazan ji holê rabike.”
KCK bal kişand ser nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê û wiha pêde çû: “ Hikûmeta AKP’ê ya ku ji bo Filistînê behsa azadî û demokrasiyê dike û li derve hewayê demokrasiyê bi rê ve dibe lê dema ku dor tê kurdan dibe xwediyê ruhekî tarî, zihniyetekî faşîst û nijadperest, hemû raya giştî ya cîhanê bi awayekî îbret dibîne.” KCKê da zanîn ku di serî de hêzên sermayeya navneteweyî yên wek DYA û YE, ji bo xatirê berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, li hemberî wehşeta ku AKPê îro li Kurdistanê pêk tîne û polîtîkayên êrîşkar ên li hemberî mafê herî xwezayî ya perwerdeya zimanê zikmakî ya gelê Kurd dengê xwe dernaxin.”
GELÊ KURD VÊ WEHŞETÊ QEBÛL NAKE
KCKê destnîşan kir ku li hemberî van hemû pêkanînên cotestandart, durû û faşîst-mêtînger gelê Kurd hatiye wê astê ku dikare bi hêza xwe bersiva pêwîst bide û got: “Gelê Kurd êdî bi tu awayî van pêkanîn hovane yên li dijî mirovahiyê qebûl nake”. KCKê da diyar kir ku doza azadiyê ya gelê Kurd a ku doza mirovahiyê de dê bi bi serkeftinê bi encam bibe.
Serokatiya Konseya Rêveber a KCKê herî dawî ev bang kri: “Li ser vî esasî, em bang li tevahiya gelê me yê welatparêz û hemû derdorên demokratîk ên li dijî zilma li Tirkiyeyê dikin ku li hemberî siyaseta zalimane û ya AKPê ya li hemberî gelê têkoşîna demokrasî, azadî û biratiyê bilind bikin, refên xwe xurtir bikin, ji pêkanînên mêtînger, nijadperest û faşîst re bêje êdî raweste.”