KCK: Bi helwesta hevpar wê êrîş bên astengkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî êrîşa duh a çeteyên DAIŞ’ê li ser Mexmûrê pêk anîne daxuyanî da, got: “Bêyî derengxistinê pêşxistina helwesta hevpar a di nav partî û rêxistinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê girîng e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldarî êrîşa duh a çeteyên DAIŞ’ê li ser Mexmûrê pêk anîne daxuyanî da, got: “Bêyî derengxistinê pêşxistina helwesta hevpar a di nav partî û rêxistinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê girîng e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê ku di serî de ji aliyê dewleta Tirk û dewletên pê re di nav tifaqê de ne tên xwedîkirin, duh êrîşî Mexmûrê kirin, 10 peşmerge û 2 sivîl şehîd xistin, bi dehan jî birîndar kirin, got: “Em ji malbatên peşmerge û sivîlên di vê êrîşê de şehîd ketine sersaxî, ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin.”

KCK’ê di daxuyaniyê de ev gotin:

“DAIŞ’ê dijminantiya xwe ya bi Kurdan di serî de li Rojava, li her derê bi êrîşkirina li ser Kurdan nîşan daye. DAIŞ, rêxistinek bi maska îslamê ya şovenîst, nîjadperest, faşîst e. Dewleta Tirk a di dijminantiya Kurdan de pêşengtiyê dike, di vê dijminatiyê de bi DAIŞ’ê re tfaq ava kiriye, hewl dide li her derê Kurdan bipelçiqîne. DAIŞ niha rêxistineke ku dijminên Kurdan dixazin bixebitînin e. Ev rastî pêwîst dike ku tevahî partî û rêxistinên Kurdan li hember DAIŞ’ê bikevin tevgerek hevpar. Qetlîamên li Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anîne, li hember vê hêza faşîst avakirina eniyek hevpar û ketina tevgerê pêwîstiyek e.

Her derên ku paşverûtî û faşîzma DAIŞ’ê li ye, ji aliyê Kurdan mirin e. Tenê îdeolojîk DAIŞ’ê heye; ew jî dijminantiya Kurdan û mezhebparêzî ye. Bi yekkirina nîjadperestî û mezhebparêziyê ve bûye çeteyek derveyî mirovahiyê. Desthilatiya AKP’ê çawa bi yekkirina nîjadperestî û mezhebparêziyê bûye hêzêk faşîst a dijminê Kurdan a paşverû, DAIŞ a heman zîhniyetê jî di dijminantiya Kurdan de bi AKP’ê re ketiye pêşbirkê. DAIŞ û AKP bi heman zîhniyetê şêwe girtine. Sparteka DAIŞ’ê AKP’e, ya AKP’ê jî DAIŞ e.

DAIŞ’ê, krîza siyasî û aborî ya Başûrê Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, nakokiyên siyasî yên di nav Iraqê de wek firsendê bi kar aniye û êrîşî Mexmûrê kiriye. Bi vî awayî hewl dide ku tfaqa li dijî DAIŞ’ê pêk were asteng bike û temenê wê dirêj bike. Li ser vî esasî bêyî derengxistinê pêşxistina helwesta hevpar a di nav partî û rêxistinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê girîng e. Fermandariyek hevpar a ku Yekîneyên Parastina Şengal, gerîla û peşmerge jî tê de cih bigire û bi artêşa Irakê re dikare di demek kurt de DAIŞ’ê têk bibe. Dema Hêzên Parastina Şengal, Peşmerge û gerîla hevpar tevbigerin, ne mimkûn e ku DAIŞ li hember van hêzan xwe bigire. Dema DAIŞ’ê dît Kurd bûn yek, çawa wê ji derdora Kerkûk û Mexmûrê birevin, her wiha wê dawiya wê ya li Mûsilê jî nêz bibe.

Bicihanîna berpirsiyartiyên me yên li hember peşmerge û gelên me yên li Mexmûrê şehîd ketine ji avakirina fermandariyek hevpar derbas dibe. Gava herî girîng a dikare êrîşên DAIŞ’ê asteng bike; her cure tehdîda êrîşan a li dijî Kurdistanê dikare ji holê raker; hevpar tevgera peşmerge, gerîla û YBŞ’ê ye. Dema ev pêk hat jî di demek kurt de wê rizgarbûyina ji belaya DAIŞ’ê ya Kurdistanê tehdîd dike wê mimkûn be.

Em careke din sersaxiyê ji gel û hikûmeta Başûrê Kurdistanê re dixwazin, careke din destnîşan dikin ku li hember her cûre êrîşên li ser gelê me wê Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayên me li gel wan be.”