KCD: Pirsgirêkên Elewiyan bi destûra bingehîn dikare çareser bibe

KCD: Pirsgirêkên Elewiyan bi destûra bingehîn dikare çareser bibe

Komîsyona Etnîsîte û Baweriyan a KCD'ê destnîşan kir ku projeya "Li Hewşên Mizgeftan, di bin navê Malên Cem de Aşxane" weke projeyeke Fetûllah Gulen hatiye rojevê û destnîşan kir ku pirsgirêka Elewî bi vê û projeyên mîna vê nayê çareserkirin. Komîsyonê got, "Çareseriya pirsgirêka Elewî ku yekser bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, yek ji pirsirêkên sereke yên demokratîkbûyîna Tirkiyê ye."

Komîsyona Etnîsîte û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da xuyakirin ku çareseriya rastî ya pirsgirêka Elewiyan; eger bi qanûn û destûra bingehîn were ewlekirin hingî dikare pêk were.

Komîsyona Etnîsîte û Baweriyan a KCD'ê destnîşan kir ku projeya "Li Hewşên Mizgeftan, di bin navê Malên Cem de Aşxane" weke projeyeke Fetûllah Gulen ketiye rojevê û got, "Ya balkêş ew e ku hin şexsiyetên bi eslê xwe Elewî yên mîna Îzzettîn Dogan xwedî lê tê derketin û destekkirin.

Pirsgirêka Elewî bi vê û projeyên mîna vê çareser nabe. Pirsgirêka Elewî pirsgirêka mafên mirovan ên bingehîn e. Çareseriya wê jî bi destûra bingehîn dibe.

Divê her kes qebûl bike ku Malên Cem îbadetxaneyên civata Elewiyan e.

Weke Komîsyona Etnîsîte û Baweriyan a KCD'ê em destnîşan dikin ku em li dijî "projeyên" Elewîtiyê ji cewher û ruhê xwe dûr dixînin e û em van proje û nêzîkatiyan şermezar dikin."