KCD: Mîrateya Şêx Seîd li erdnîgariya Kurdistanê dijî

KCD'ê Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anî û got, "Em dixwazin bêjin ku mîrate û ruhê berxwedanê yê wan ji me neviyên xwe re hiştin, li Kobanê, li Şengalê û li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bi heybetî tê jiyîn."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji ber 90. salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê dewleta TC ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 29'ê Hezîrana 1925'an de ji bo fetisandin û binaxkirina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd, ji lîderên raperîna gelê Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) ya Amedê, hatin darvekirin" û hat destnîşankirin ku ew Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. 

KCD'ê got, "Em dixwazin bêjin ku mîrate û ruhê berxwedanê yê wan ji me neviyên xwe re hiştin, li Kobanê, li Şengalê û li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê bi heybetî tê jiyîn."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li Rojava, Şengal û tevahiya Kurdistanê û hat destnîşankirin ku gelên Kurdistanê û Anatoliyê wê rê nedin polîtîkayên dewletê yên têk çûne.