KCD: Girtiyên di grevê de li ber mirinê ne

KCD: Girtiyên di grevê de li ber mirinê ne

Meclîsa Daîmî ya KCD'ê, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê êdî li ser sînorê mirinê ye û wiha got: "Îro girtiyan ji bo mafên demokratîk bedenên xwe ji mirinê re razandin e. Ji ber vê yekê hêj tu mirin pêk nehatin divê daxwaz bên dîtin. Ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin divê demildest muzakere dest pê bikin."

Mecîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encama civîna xwe ya di 4'ê mijdarê de bi rojava greva birçîbûnê li dar xist aşkera kir. KCD'ê anî ziman ku ji ber ku riya siyaseta demokratîk hate girtin û pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd hate girtin girtiyan di 12'ê îlonê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û çalakî êdî li ber sînorê mirinê ye û wiha hate gotin: "Siyasetmedarên kurd ji mafên parastina zimanê zikmakî, perwerdehiya zimanê zikmakî û şertên ewlehî, azadî û tenduristî yên Birêz Ocalan bedenên xwe ji mirinê re razandin û ev daxwaz di heman demê de yên gelê kurd û hêzên demokratîk in. Ji ber vê yekê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û hemû derdorên çivakê divê bertekên xwe bilind bikin. Li welatên demokratîk tu hikûmet li hemberî bertekên civakî bêhestiyar digerin. Lê hikûmeta vî welatî ji kevneşopiya demokratîk dûr e."

BERXWENDANA DEMOKRATÎK MEZIN BIKIN

KCD'ê de encamnameyê de wiha destnîşan kir: "Heke îro çalakiya greva birçîbûnê gihiştibe sînorê mirinê sedema vê yekê polîtîkayên hikûmetê yên neçareseriyê ne. Heke îro mirovan ji bo daxwazên xwe yên demokratîk bendenên xwe ji mirinê re razandinbin ev yek şerma hikûmetê ye û divê ji vê tabloyê ferdî bike. Ji ber vê yekê hêj dereng nemayî divê daxwaz bên qebûlkirin. Ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bên çareserkirin divê muzakere û diyalog dest pê bike. Em dixwazin hemû hêzên demokratîk û derdorên din ên civakê ji bo berxwendan demokratîk mezin bikin dest bi hewildanê bikin."