KCD: Em piştgiriyê bidin çalakiya xebatkarên tenduristiyê
KCD’ê bal kişand ser polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmeta AKP’ê û got ku wê piştgiriyê bidin greva xebatkarên tenduristiyê ya di 13’ê Adarê de.
KCD’ê bal kişand ser polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmeta AKP’ê û got ku wê piştgiriyê bidin greva xebatkarên tenduristiyê ya di 13’ê Adarê de.
KCD’ê bal kişand ser polîtîkayên tenduristiyê yên hikûmeta AKP’ê û got ku wê piştgiriyê bidin greva xebatkarên tenduristiyê ya di 13’ê Adarê de. KCD’ê di daxuyaniyê de got: “Divê gelê me jî piştgiriyê bidin çalakiya xebatkarên tenduristiyê û piştgiriyê bidin têkoşîna ku hatiye afirandin.”
KCD’ê der barê greva birçîbûnê ya ku kedkarên tenduristiyê didin destpêkirin de daxuyaniyek nivîskî da û banga piştgiriyê kir.
YÊN PEREYÊ WAN HEBIN DIKARIN XWE BIGIHÎNIN XIZMETA TENDURISTIYÊ
KCD’ê da zanîn ku helwesta hikûmetê ya li dij gel herî zêde di qada tenduristiyê de balê dikişîne û got: “Xizmeta tenduristiyê ya bê pere ya li gorî şert û mercên dewleta civakî divê pêk bê, îro bi giştî rastiya xwe winda kiriye. Di bin navê veguhertina tenduristiyê de ev 12 sal e guherîn tên kirin û weke ku ev şoreş e ji gel re hatin vegotin. Îro tenê welatiyên ku pereyên wan hene dikarin xizmeta tenduristiyê bigirin.
Xebatkarên tenduristiyê nirxên xwe yên pîşeyî winda kirine û ewlehiya karê wan ji destê wan hatine girtin û şîdeta li dijî tenduristvanan zêde bûye."
Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku piştgiriyê bidin greva rojekê, meş û çalakiyên ku xebatkarên tenduristiyê di 13’ê Adarê de pêk tînin.