KCD'ê binçavkirina Aktaş şermezar kirin
KCD'ê binçavkirina Sara Aktaş, şermezar kir û bang li rêxistinên jinan hate kirin, ku ji bo berdana Aktaş têbikoşin.
KCD'ê binçavkirina Sara Aktaş, şermezar kir û bang li rêxistinên jinan hate kirin, ku ji bo berdana Aktaş têbikoşin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser binçavkirina endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê dewleta faşîst a AKP'ê bi îlankirina Rewşa Awarte re darbeya xwe da destpêkirin. Di vê pêvajoya darbeyê de gelek sazî û dezgehên demokratîk hatin girtin û di serî siyasetmedar û rojnamevan gelek welatî hatin binçavkirin û girtin.
Endama Koordînasyona KJA'yê ya hatiye girtin Sara Aktaş ji ber sedemek nayê zanîn bi awayekî derhiqûqî hat binçavkirin. Li ser vê yekê 5 rojan qedexe danîne ser hevdîtina bi parêzeran re. Tevî ku hê ji hêla saziyên fermî ve sedema binçavkirina Sara Aktaş nehatiye vegotin jî medyaya hewzê ya alîgir, Sara Aktaş a ku her gav ji bo jinan û siyaseta demokratîk têkoşiya ye hedef nîşan da. Bi vê hedef nîşandanê re hewl didin têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Wekî her demê îro jî di şexsê Sara Aktaş de êrîşî têkoşîna rêxistiniya jinan dikin.
Em wekî KCD'ê binçavkirina Sara Aktaş û êrîşên hovane yên hewza alîgir şermezar dikin. Ji bo Sara Aktaş demildest serbest were berdan em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku hemû qadan bikin cihê têkoşînê."