KCD’ê bal kişand ser helwesta mijûlkirinê ya AKP’ê ya li hemberî grevên birçîbûnê û bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdan, pêkhateyên civakî û rêxistinên jinan kir ku li Amedê kom bibin. KCD’ê got: “Em bang li her kesê dikin ku li vir grevên birçîbûnê bibînin û li cem malbatên girtiyan cih bigirin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku pêkhateya herî berfireh a Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê, bang li hemû sazî, rêxistin, partiyên siyasî yên Kurdan û rêxistinên jinan kir ku li Amedê li hev kom bibin.
KCD’ê der barê greva birçîbûnê ya girtiyan a ku ketiye roja 59’ê de daxuyaniyek nivîskî da. KCD’ê bi bîr xist ku ji 5ê mijdarê ve 10 hezar kes li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û 15 endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê ji 7’ê mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
AKP CAREKE DIN SERÎ LI TAKTÎKA MIJÛLKIRINÊ DIDE
KCD’ê bal kişand hukûmeta AKP’ê bi polîtîkayên mijûlkirinê nêzî grevên birçîbûnê dibe û got: “Li aliyekê pêngavên ji bo çarerseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk a ku her kes dibêje divê were avêtin, li aliyeke din jî dibe li pêşiya Kurdan dibitiya trajediyeke ya ku her tim di dîroka Kurdan de pêk tê heye.”
KCD’ê bal kişand ser çalakiyên xwedîderketina li greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û ev bang li hemû partî û saziyên Kurdan kir:
“Li her derverê cîhanê Kurd li kuderê in, divê di asta herî jor de xwedî li nirxên xwe derbikevin û piştgiriyê dibin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di sedsala 21emîn de ger Kurd bi perspektîfa yekitiyê tevbigerin wê demê dikarin mafên xwe yên sereke bi dest bixin û dawî li bêstatuyê bînin.” KCD’ê bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdan, pêkhateyên civakî û rêxistinên jinan kir ku li Amedê kom bibin. KCD’ê got: “Em bang li her kesê dikin ku li vir grevên birçîbûnê bibînin û li cem malbatên girtiyan cih bigirin.”