KCD: AKP'e muameleya bersûc li hemberî gelê me dike

KCD: AKP'e muameleya bersûc li hemberî gelê me dike

KCD'ê têkildarî rakirina mafê destnedayîna Wekîlên BDP'ê daxuyanî da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li gorî polîtîkayên xwe mafê wekîlên gelê Kurd ên bi vîna xwe hilbijartin yê destnedayînê rabike û di şexsê wekîlan de muameleya bersûc li hemberî gelê me pêk tîne û ev yekê aşkerakiriye."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî nîqaşên rakirina mafê destnedayînê yê wekîlên BDP'ê û fezlekeyên şandin meclîsê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di pêvajoya ji bo gelên bingehîn ên gelê Kurd têkoşîn tê dayîn dewlet bi rêbazên tepisandin, têkbirin, tirs û gef xistin dewreyê û ev rêbez tu caran tu sûd nedaye çareseriya pirsgirêkan.

Di daxuyaniyê de hate birxistin ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan û rayedarên hikûmetê ji bo mafê destnedayîna wekîlên BDP'ê bên rakirin daxuyaniyan didin û wiha hate gotin: "Hikûmeta AKP'ê bi van polîtîkayên xwe mafê destnedayîna wekîlên vîna gelê Kurd hilbijartin dê rabike aşkera kir û di şexsê wekîlan de muameleya bersûc li hemberî gelê Kurd pêk tîne aşkera kir. Di vê pêvajoyê de 2 tişt derketin holên. Yek piştî daxuyaniyan saziyên dadê bi lezgînî fezlekeyên derbarê wekîlan de amadekirin şandin Meclîsê. Bi vê yekê dema mijar gelê Kurd be têgeha 'cudahiya erkan' bêwate dimîne. Ya duyemîn jî kesên tê gotin baskê nerim yên hikumetê ne di mijara mafê destnedayînê de bêdeng mane. Ev yekê jî tê wateya gotinên dem dem dihatin gotin ji bo xapandinê bûn."

'EV NÎQAŞ HIQÛQÎ NÎNIN SIYASÎ NE'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nîqaşên mafê destnedayînê tê wateya tunehesibandina vîna gelê Kurd û nîqaş hiqûqî na siyasî ne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ew weke KCD bang dikin û wiha hate bilêvkirin: "Heke ev êrîşa siyas tenê li hemberî wekîlekî me pêk bê weke êrîş li hemû wekîlên me û gelê Kurd hatiye kirin û divê li hemberî vê yekê bertek bê nîşandan.

Aliyê vê êrîşê yek jî li ser çapemeniyê tê kirin. Banga Endamê Lineya Koordînasyona KCD'ê û Parlementerê BDP'ê yê Wanê Birêz Ozdal Uçar a li hemberî mudaxeleya bêhiqûqî manîpûle kirin û pêşkêşî raya giştî kirin. Roja bûyerê kesên nedihatin zanîn û bi çek bi ser konê şînê de girtin û çek dirêjî gel kirin û gef li girseyê xwaribûn. Li ser vê yekê jî Birêz Uçer bang li kesên bi çek û nedihatin nasin derkevin derve û li hemberî kesên di şînê de hurmetê nîşan bidin kiribû. Lê banga wekîlê me Birêz Uçer di çarçoveya polîtîkayên reşkirinê de careke din berevajî hate nîşandan. Ji ber vê yekê heke êrîşek li hemberî Birêz Uçer pêkbê dê berpirsiyar hikûmeta AKP'ê û çapemeniya wan be. Kampanyayên li hemberî kesên di têkoşîna demokratîk a gelê Kurd a reşkirinê bêfeyde ye."

Di daxuyaniyê de bal kişand ser binçavkirinên demên dawî û wiha hate gotin: "Operasyonên qirkirina siyasî bênavber berdewam dikin. Di nava 10 rojên dawî de di nav de Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Meral Gungor heyî bi dehan siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Ev operasyon têkoşîna gelê Kurd nikarin rawestînin."