Kaya: Kiryarên faşîzan ên li girtîgehan gihiştiye asta herî jor

Li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î yên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyanî da, diyar kir ku kiryarên faşîzan li erdnîgariya Kurdistanê û girtîgehan gihiştiye asta herî jor.

Denîz Kaya ragihand ku kiryarên faşîzan li erdnîgariya Kurdistanê û girtîgehan gihiştiye asta herî jor, destnîşan kir ku li hember vê rewşê li hin girtîgehan çalakiyên rojiya mirinê ya ferdî tên destpêkirin, vê rast nabînin û got wê berxwedana xwe bi rê û rêbazên rast dewam bikin.

Li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î yên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyanî da, diyar kir ku kiryarên faşîzan li erdnîgariya Kurdistanê û girtîgehan gihiştiye asta herî jor.

Kaya got; “Çeteyên qesrê yên AKP’ê li qadên xwerêveberiyê bi berxwedanên destanî ve tên derbekirin, wek tola vê ji girtiyên li girtîgehan hildigirin” û destnîşan kir ku li girtîgehan di serî de sewq û sirgûn, êşkence, binpêkirina mafan, rêbazên wek tecrîdê xistine meriyetê. Kaya bi bîr xist ku ev kiryar her roj bi kûrahî dewam dikin, got: “Me li girtîgehan ev kiryarên faşîzan bi ti awayî nepejirandin, em ê nepejirînin jî. Em dixwazin diyar bikin ku em ê li hember van bi rê û rêbazên pêwîst li ber xwe bidin.”

Kaya destnîşan kir ku di serî de Gîrtîgeha Hejmar 2 a Bandirmayê, çalakiyên di tarzê rojiya mirinê ya werk ferdî li hin girtîgehan destpê kirine rast nabînin.

Kaya têkîldarî vê jî wiha da xuyakirin: “Rojiya mirinê ji bo parastina rûmeta me di şertên ku ti rêyên din nemane em bê dudilî serî lê didin. Lê, îro em ji her rojên din hê bi hêztir in û gelek tarzên çalakiyên afirîner em dikarin serî lê bidin. Jixwe niha greva me ya birçîbûnê ya bê dem dorveger heye. Pêwîst e tevahî hevrê bi zanebûn û hêstiyariyeke mezin pêvajoyê baş fêm bikin, bir ê û rêbazên pêwîst ve tevlî pêvajo û ruhê vê berxwedanê bibin. Îro pêwîst e em ji her demê zêdetir bi rêxistinî bin, bi rêxistinî tevbigerin. Em dixwazin diyar bikin ku qasî biryar û kiryarên ferdî ti tiştekî bi me nadin qezençkirin, her wiha me dixe rewşek tehdeyiyê.”

Kaya eşkere kir ku bi pêngava biharê ve yên bi serketî wê ew û îradeya bi rêxistinî ya gelê Kurd be, got: “Em bi vê zanebûn û baweriyê ve bang li tevahî raya giştî dikin ku li hember binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hestiyar bin, em tevahî hevrêyên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin bi rêzdarî silav dikin.”