Kavval wenda dibin!
Kavval wenda dibin!
Kavval wenda dibin!
Di ola Êzidiyatiyê de Kavval ji oldarên ola Êzidiyatiyê belav dikin re, tê gotin. Kavval, di cejn û merasîmên olî de, beytan dibêjin û bi lêdana amûran xizmetê ji rûhaniyan re dikin. Piştî cejna Xidir, di hin demên diyar ên salê de, peykerê tawizî melek ên li gorî baweriya wan bi tenê 7 heb li ser rûyê erdê ne, li nava gelê Kurd ji ola Êzidî digerînin. Roja ku Kavvalê werin, hemû Êzidî xwe amade dikin, xwe paqij dikin û kincên xwe yên herî bedew li xwe dikin.
Kavvalên bi lêdana erbaneyê dikevin nava gund, bi coşa cejnê tên pêşwazîkirin. Kavvalên hatine Şêx Hadî radigihînin, ji aliyê mirovên pêxwas ve tên pêşwazîkirin. Kavval naçin her malên gund. Diçin mala herî tê zanîn a gund ku jê re "Kuçk" tê gotin.
Em jî di rojeke merasîmê de, bi hevalên ji Çira TV re çûn gundê Êzidî yê bi navê Diguli. Diguli gundekî ser bi Şimalê ye. Bi wesaîtê ji Şengalê saetekê dûr e. Li ser tevahiya vê rê, gundên Êzidî hene.
Gava em gihaştin Diguli, merasîmê destpê kiribû. Peykerê tawizî melek ê li qoşeya herî mezin û bedew a malê hatibû danîn, ji kevnikên bedew ên lê hatibû pêçandin hat derxistin û kavvalên bi kincên spî jî li çep û rastê tawizî melek rûdiniştin.
Herkesê diket hundur, çi kal, ciwan an zarok, destpêkê berê xwe didan cihê pîroz ê tawizê melek lê bû. Li kêleka peyker, Şerbika Tawiz a ku mêvanan pere di avêtinê, hebû. Herkes destpêkê diçûn pere diavêtin vî şerbikî, dûre kevnikê li peyker hatibû pêçandin û peykerê tawizê melek maçî dikirin, ji kavvalên li dora peyker dûa digirtin, destê wan maçî dikirin û vedikişiyan cihê lê rûnên.
Li cihekî fireh, bi sedan kes li hev civiyabûn. Li cihekî firek mêr rûdiniştin. Jin jî li pişt kom bûbûn. Jinên pîr, kincên xwe yên olî li xwe kiribûn û kofî danîbûn serê xwe. Ji koşeke dûr li kavvalan temaşe dikirin. Dayika Garîp a kincên spî li xwe kiribû û kofî danîbû serê xwe, hatine kavvalan ji xwe re weke cejnê bi nav dike. Dibêje, "Gava Kavval tên, 3 caran bang dikin, dibêjin tawizê Şêx Hadî hatiye. Bi defan dikevin gund. Em jî pêlavên xwe derdixînin û wan pêşwazî dikin. Wê rojê her mal mîhekê serjê dikin û dibin mala kavval tên. Ji bo me roja herî xweş, ev roj e."
Kavval li ser navê Şêx Hadî t3en. Hatina Kavvalan ji bo Êzidiyan gelekî girîng e. Ji ber ku ew Êzidiyatiyê belav dikin, behsa îbadetê dikin, wan hîn dikin û tembîhên xweş li Êzidiyan dikin. Di heman demê de pirsgirêkên civakî çareser dikin. Malbatên bi hev re pevçûne, li hev tînin. Di nava Êzidiyan de yekitiyê ava dikin. Xurtkirina baweriya Êzidiyan û komkirina zekata gelê gundiyan jî, wezîfeya wan e.
Beriya niha Kavval salê çend caran van serdanên xwe pêk di anîn, lê belê niha ji 5-6 salan carekê digerin. Çima? Ji ber ku hejmara Kavvalan her diçe kêmdibe. Kavval Seyda yê em pê re aixivîn dibêje, ew berê 60 Kavval bûn, lê niha mane 4. Seyda diyar dike ku sedema bingehîn a vê jî pirsgirêkên aboriyê ye û dibêje, "Di Êzidiyatiyê zikata li vir tê dayîn ji sedi 60'ê wê diçe mala mîran. Beşek ji wê diçe Laleş ê, yê mayî jî ji Kavvalan re dimîne. Çavkaniyeke din a hatineyên Kavvalan nîne. Lê em di warê aboriyê de gelekî zehmetiyan dikşînin. Başûrê Kurdistanê me weke wezîfedarên fermî yên ol, nas nake. Ji ber vê yekê, yekane çavkaniya me ya xwe xwedîkirinê jî zikatên gelê me ye. Lê ev êdî têrê nake û eger weha dewam bike, wê Kavval qet nemînin. Ev yek pirsgirêkek ciddî ya baweriya Êzidiyatiyê dijî. Ji ber ku Kavval mirovên yekane yên belavkirina ola Êzidî pêk tînin û ol li ser piyan dihêlin. Li gorî pîvanên zikatên hatine komkirin, divê ji sedi 10'ê wan ji şêxan ji sedî 5'ê wan ji Pîran re bê dayîn. Lê di roja îro de ev rêje gelekî guheriye. Herçend ev mijar zêde li ser nayê axaftin jî, cihê bêzariyê. Divê zikatên tên komkirin li Laleşê were xerckirin û ji feqîrên pêdiviya wan heye re bê dayîn. Lê îro pirraniya van zikatan diçe mala Mîran. Ev yek jî dibe sedem ku Kavval hîn xizan bibin."
Kavval Bekîr jî dibêje ew baweriya xwe li hin cihên mîna Tirkiyê nikarin bi azadî bicih bînin û dibêje, "Îro tawiz li malekê ye. Tawiz li şûna Şêx Hadî ye. Yek ji pênc rastiyên me ne. Wecîbeyên olî yên weke şert li pêşiya Êzidiyan e; şahadet, nimêj (îbadet), rojî, zikat û hec. Ji roja Şêx Hadî hatiye Laleşê û vir ve tawiz digere. Li Rojava, li Bakur li Başûr digere. Li Tirkiyê 366 diyargeh hene. Em dixwazin ev tawizê melek biçe Tirkiye heta Gurcîstanê."
Gava tevahiya gundî tên, Kavval Bekîr derbasî pêşberî peykerê tawizê melek dibe. Wê agirê ji bo Êzidiyan pîroz e vêxe. Li cihekî ku di navbera wî û tawizê melek de 2 metre heye, rûdinê. Di destê wî de li ser sêniya genim, çirayeke tê de rûn heye. Gava fitîla çirê vêdixe, bang li Şêx Hadî dike. Di wê kêliyê de dengekî bilind ê tililî ji jinên li aliyê din ê merasîmê rûniştine, bilind dibe. 7 fitîlan vêdixe. Gava her fitîlekê vêdixe dibêje "Bila çira te vekirî be, ocaxa te vekirî." Her çira ji aliyê Kavval Bekîr ve hat vêxistin, li ser navê herkesî tê qebûlkirin. Tevahiya şevê, heta fitîl neqede, çira venamire.
Bi pêktina çirê re Kavval Seyda dest bi dûa dike. Herkes bi baldariyeke mezin li wî guhdarî dike. Dûa bi zimanekî helbestî tê kirin. Ji mirovan tê xwestin, dilê xwe paqij bihêlin, duruşt û rast bin.
Dûre di dest de bi bilûr û def, derdikevin pêşiya derî. Bi hev re govendê digerînin.
Ji bo Êzidiyan rojeke bi hêvî. Kavval li gundê wan e, tawizê melek li gundê wan e. Çira vêketîne, dû ji tifikê wan bilind dibe. Gelo kêmbûna hejmara Kavvalan re wê ola Êzidiyatî çiqasî bi bandor bibe? Em şeva xwe bi pirsa di mejiyê me de digere, diqedînin.