Kavak ê YPS’yî li Çinarê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Kamûran Kavak ê YPS’yî ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, li Çinarê hate definkirin.

Kamûran Kavak ê YPS’yî ku li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, li Çinarê hate definkirin.

Kamûran Kavak ê YPS’yî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 17’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Şorşip a girêdayî navçeya Çinar a Amedê hate definkirin. Cenazeyê Kavak ê ku ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê hate girtin, anîn taxê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Kavak bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” li goristana taxê defin kirin.