Li bajarê Hollanda Eindhovenê bi beşdariya Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, Hevserokê Meclîsa Gel a Eindhovenê Hecî Arslan û Rojnamevan Halîl Dalkiliç, civîna piştevaniya HDP'ê hat lidarxistin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal da xuyakirin ku ew ji bo HDP'ê li benda dengê her kesî ne û got, "Yekane partiya di siyaseta Tirkiyeyê de ji AKP'ê re bêje 'bisekine' HDP ye. Li Tirkiyeyê yekemcar Kurd, Tirk, Elewî, Sûnî û hemû beşên civakê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk di bin sîwanê HDP'ê de dicivin. Hilbijartin pêşeroja hemû gelên li Tirkiyeyê eleqedar dike. Lewma divê her kes bi hesasî tevbigere û dengê xwe li gorî vê bikar bîne."
'HDP DIKARE MÎNAKA LI ROJAVA LI TIRKIYEYÊ PÊK BÎNE'
Rojnamevan Dalkiliç jî da xuyakirin ku di nava rewşa kaosê ya li Rojhilata Navîn de yekane tevgera serxwebûn û azadiya civakan diparêze Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Dalkiliç ragihand ku li kantonên Rojava hemû gel û nasname bi qasî ku karibin xwe bi awayekî azad bînin ziman cih digirin û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jî HDP dikare vê pêk bîne. Dalkiliç destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dibe ku li Tirkiyeyê siyaseteke nû bi pêş bikeve.