Karkerên Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê ji bo şer hatin wezîfedarkirin
Ji bo li baregeha leşkerî ya nû ya li Şirnexê karên paqijî, xizmeta xwarinê û karên pîgarî bixebitin, personelên Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hatin wezîfedarkirin.
Ji bo li baregeha leşkerî ya nû ya li Şirnexê karên paqijî, xizmeta xwarinê û karên pîgarî bixebitin, personelên Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hatin wezîfedarkirin.
Ji bo li baregeha leşkerî ya nû ya li Şirnexê karên paqijî, xizmeta xwarinê û karên pîgarî bixebitin, personelên Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hatin wezîfedarkirin. Ji van karkeran A.T. ê di nava mercên giran de dixebite û heqaret li wan tê kirin, bûyerên bi serê wan de hat ji ANF'ê re vegot.
Bi ragihandina qedexeya derketina derve ya li Şirnexê re, ji bo êrîşê bike û van êrîşan bi rê ve bibe, li nava erdê Zanîngeha Şirnexê bi koneyniran baregehek leşkerî hat çêkirin.
Li vê baregeha leşkerî ya li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a Çakirsogut û li herêma Zanîngeha Şirnexê, ji bo meşandina karên paqijî, şuştina firaxan, çop, xizmetên mutbexê, daxistina lojîstîkê û karê barkirinê personelên demî yên li Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê hatin wezîfedarkirin.
Di nava personelên hatine wezîfedarkirin de yên ji Mûgla û Kirikkaleyê hatine jî hene.
Yek ji van karkerên di nava mercên giran, bi stres û li rûmeta mirovahiyê nayên de dixebitî Mehmet Can Ûkşal, çend roj berê bi leşkerekî re nîqaş kiribû û ji ber stresa giran krîza dil derbas kiribû, jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ûkşal li Goristana Cizîrê hat veşartin.
Li vê baregeha leşkerî, karkerên bi nexweşiya kanser, astim û dil in, di nava şert û mercên gelekî giran de tên xebitandin.
Karkerê bi navê A.T. ê li Îdareya Taybet a bajarê Şirnexê dixebite, têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman, beriya mehekê ew li qada leşkerî ya li nava erdê Zanîngeha Şirnexê hatiye çêkirin hatine wezîfedarkirin. A.T. got, "Midûrê saziya me got, ekîba me li qada leşkerî hatiye wezîfedarkirin. Bêyî ku fêm bikin ku der e, em jî çûn cihê lê hatine wezîfedarkirin. Lê em şoq bûn. Me dît ku ji bo karê xwarin, şuştina firaxan û paqijiyê yên leşker û polîsan hatine wezîfefdarkirin. Li vê derê leşker heqaretê li me dikin, fermanê didin me. Hemû malzemeyên ji wan re tên, em datînin û bar dikin. Mirovên ji bajarên din hatine vê derê hene. Ji ber ku em Kurd in heqaretê li me dikin û dixwazin em xizmetê ji wan re bikin. Çend roj berê hevalekî me nema îdare kir û krîza dil derbas kir. Em li vê derê bi fermana leşkeran dixebitin. Bi me zor e, ku mirovên emrê wan bi qasî yê zarokê me ne, heqaretê li me dikin û fermanê didin me. Bila me ji bo vî karî bi kar nînin, em naxwazin xizmetê ji personelên leşkerî re bikin. Karê me çi be bila me li wir bixebitînin."