Karkeran ji bo zarokên Kobanê mama şand
Karkerên xizmetê yên Serokatiya Daîreya DÎSK a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Zarokên Kobanê 1500 qutî mama şandin Pirsûsê.

Karkerên ku di nava hev de 10 hezar lîra pere berhev kirin mamaya zarokan girtin û teslîmî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re kirin. Karkerê DÎSK’ê Metîn Tarlak der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku divê ji bo mirovahiyê xwedî li malbatên Pirsûsê bê derketin û got : “Em ji bo hewcedariyên malbatan çûn Pirsûsê. Herî zêde hewcedarî bi mamaya zarokan hebû. Me jî wek DÎSK’ê kampanya da destpêkirin. Hemû kes bi dildarî tevlî kampanyayê bûn. Me serî kesî 25 lîra berhev kir. Bi giştî bi 10 hezar TL yî 1500 mamayê zarokan girtin.
12 HEZAR KARKERÊN ME JI BO AVAKIRINÊ AMADE NE
Tarlak got ku divê ev bang ji bo hemû aliyan bibe mînak û wiha berdewam kir: “Hemû hevalên me yên kedkar divê tevlî kampanyayê bibin. Di serî de li Amedê û hemû Kurdistanê kampanyayên bi vî rengî zêde bibin û hestiyariyek mirovahî ye. Kampanyayên me yên bi vî rengî wê bidome. Em ji bo her kesî spas dikin. Niha 12 hezar karkerên DÎSK’ê ji bo avakirina Kobanê xebata dildar amade ne.
Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Mumîn Agcakaya ber vê alîkariyê spasiyên xwe pêşkêş kir.