Kargehê veguhertin girtîgehê

Kargehê veguhertin girtîgehê

Desthilatdariya AKP’ê di dîroka Tirkiyeyê de kampanyaya herî mezin girtinê li hemberî muxalîfan dimeşîne, girtîgeh têrî wê nake. Herî dawî li Meletiyê kargeha ku hêj derbasî hilberînê nebûye, ji nû ve hat sazkirin û vediguherînin girtîgeha servekirî.

Hate zanîn ku kargeha ku di sala 1989’an de hate temamkirin û ji wê rojê de derbasî hilberînê nebûye ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirk ve veguhertine girtîgeha servekirî. Welatiyên Meletiyê li divî vê biryara ku fabrîkaya 23 sale nehatiye vekirin û niha dikin girtîgeh bertek nîşandan.

Der barê mijarê de parlamenterê CHP’ê yê Meletiyê Velî Agbaba axivî û wiha got: “Ev nîşaneya herî baş ya nêrîna li cîhanê ya hikûmetê ye. Dewleta hilberînê nake riya herî baş bi çêkirina girtîgehan dibîne.

Li Amedê jî di meha tebaxê de kargeha tutinê ya TEKEL’ê veguhertibûn girtîgeha servekirî.