Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku îdîayên ku dibêjin di helwesta wan de nermbûnek dê çêbibe, ne rast e û got; “Ger behsa nerbûnekê dikin, berxwedêrên di girtîgehan de daxwazên wan hene, bila li ser vana bisekinin”. Karayilan bersiv da gotina “Stratejiya PKK’ê têk çû”ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û got; “Ger stratejiya PKK’ê tê biçûya, Erdogan ewqas derew li ser hev nedikir. Stratejiya PKK’ê bilind dibe, û li hemberî vê mêtîngerê diperpite. Rastî ev e.
Serokê Konseya Rêveber di beşa duwemîn a hevpeyvîna da ANF’ê de gotinên ku dibêjin di helwesta PKK’ê de nermbûn heye, îdîayên Erdogan, şert û mercên agirbestê di Cejna Qûrbanê de û daxuyaniyên Balyozê DYA’yê Ricciardone nirxand.
Karayilan diyar kir ku tu rastiya îdîayênku dibêjin rojev nerm bûy, dê pêşlêvekirinek nû pêk bê, ne rast in û got; “Ger dewlet an jî kesên alîgirê pêvajoyek wiha dixwazin, ger dixwazin di helwestekê de nermbûn çêbibe, divê li ser daxwazên ku berxwedêrên di girtîgehan de danîne holê rawestin.”
STRATEIYA PKK’Ê XURT DIBE, MÊTÎNGERÎ DIPERPITE
Karayilan bersiv da gotina “Stratejiya PKK’ê têk çû”ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û got; “Ger stratejiya PKK’ê tê biçûya, Erdogan ewqas derew li ser hev nedikir. Stratejiya PKK’ê bilind dibe, û li hemberî vê mêtîngerê diperpite. Rastî ev e.” Her wiha, Karayilan ev pirs pêşkêşê Erdogan kir; “Ger bi rastî jî stratejiya PKK’ê têk çûbe, wê demê çima baleefirên we saetan, bi rojan, axa di nava sînorên Tirkiyeyê de bombebaran dikin?” pirsî.
Karayilan wiha got; “Ger stratejiya PKK’ê bin biketiba, Erdogan xwe ewqas nediavêt bextê derewan û ewqas nediket nava gumanan. Rewş ne wisa ye. Stratejiya PKK’ê xurt dibe, serkeftin bi dest dixe. Li hemberî vê jî mêtîngerî diperpite.”
JI BO AGIRBESTA DI CEJNÊ DE ŞERT Û MERC NEMANE
Karayilan bersiv da pirsa “Gelo dê di Cejna Qûrbanê de agirbestek çêbibe an na?” û diyar kir ku ji ber polîtîkayên hukûmeta AKP’ şer û mercên ragihandina agirbestê ji holê hatine rakirin, lê hêzên HPG’ê aşkere kirin ku ew di rojên pîroz de li hemberî hêzên dewletê yên li cihên sivîl bi cih bûne tu çalakiya li dar naxin.
Serokê Konseya rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser daxuyaniyê Balyozê DYA yê Enqreyê Ricciardone behsa “Li dijî PKK’ê rêbaza Bin Ladin” dikir, û da zanîn ku di destê wan de derbarê vê mijarî de agahiyên îstîxbaratî hene.
Karayilan destnîşan kir ku diyar e ku balyozê DYA yê Enqereyê Ricciardone gelek bi tevgera wan re eleqeder dibe û got; “Ji ber ku di van demên dawiyê de agahiyek dezenformasyonî ya der barê tevgera me de dabû çapemeniyê û bi vî awayî hewl dabû ku tevgera me bike hedef.”
DYA DIXWAZE ŞER BERDEWAM BE
Karayilan da zanîn ku DYA ji bo berjewendiyên xwe naxwaze şer bi dawî bibe û got; “ Ya rast, em dibêjin bila pirsgirêka Kurd ji aliyê hêzên derve neyên karanîn û em dixwazin bila bi dewleta Tirk re were çareserkirin.Lê hêzên derve her tim dixwazin pirsgirêka Kurd hebin û bi vî awayi Tirkiyeyê muhtacê xwebikin. Ji ber wê jî naxwazin pirsgirêk çareser bibe.
CÎHANA ROJAVA NAXWAZE PISGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE
Beriya niha salekê min gotibû ku Ewropa naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Di van demên borî de min dît ku Serokwezîr jî vê dibêje. Ê baş e, madem ew naxwazin çareser bibe, dê tu were ser çarseriyê. Lê çareseriya Serokwezîr dixwaze ne ew e. Dibêje ‘Çima bi ser PKK’ê de naçin’. Ango çareseriya ew dixwaze hilweşandina PKK’ê ye.”
Karayilan diyar kir ku tiştek teqez heye ku cîhana Rojava naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe.