Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan diyarkirin ku çekdanîn di rojeva wan de tune ye û got: “Di rojeva me de çekdanîn tune ye, em hewl didin ku çekên xwe zêdetir bikin. Herêma Rojhilatanavîn dikele.” Karayilan pirsa “AKP bi xwe muxalîfên li Sûriyeyê çekdar dike û kom bi kom dişîne hundir. Em çima çekan deynin?” pirsî.
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan bi peyameke dîmen de ku di Stêrk TV de hate weşandin 34emîn salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurdistanê pîroz kir. Karayilan 34emînm salvegera damezrandina PKKê weke salek a têkoşînê bi nav kir û da zanîn îsal sala encamgirtinê ye.
Murat Karayilan diyar kir damezrandina PKK'ê, tenê nayê wateya damezrandina partiyeke ji rêzê û got: "Ji ber ku li 4 parçeyên Kurdistanê di serî de bi asîmîlasyona fizîkî û çandî gelê kurd anîbûn asta tinekirinê. Li dijî tinebûnê, di hebûnê de israrkirin bû. Biryara hebûna netewî û berxwedanê hate dayîn"
Karayilan damezrandina PKKê weke dîroka destpêkirina têkoşîna îdeolojîk nirxand wiha axivî: “"Bi biryara partîbûyînê, di dîroka Kurdistanê de guhertinên bingehîn û girîng pêk anîn. Zihniyeteke nu ava kir. Jiyaneke bi armac û pîvan pêşxist. Gelê me bawerî bi xwe anî û di warê zanabûnê de jî şoreşek pêk hat. Ev hemû bi felsefeya Rêber Apo pêşketin. Karayilan anî ziman ku PKKê di şexsê jinê de guhertinên mezin pêk anîne û got:"PKK'ê hêz da jinê. Pêvajoya îradebûyînê pêşxist. Îro jina kurd di hemû qadên têkoşînê de bi awayekî bandor cîh digre. Jiyaneke bi wate çiye baş dizane û sekneke mîlîtanî ya ku hemû rastiyên civaka xwe baş dizane pêş xist."
Karayilan di dawiya axaftina xwe de jî li ser polîtîkayên navneteweyî yên tinekirinê yên dewletên dagirker ên li dijî PKK'ê jî got:
"PKK bû nasnameya gelê kurd û li berxwe dide. Ji ber vê yekê jî sîstemên mêtinger û dagirker ku ev rastî ferq kirin gelek caran xwestin kadroyên pêşeng ji tevgerê û civakê qut bikin. Lê ev projeyên wan bi ser neketin. Her ku çû PKKê hê zêde bi gel re bû yek. PKK gel e, gel PKK ye. Tu nîvî îmha bikî jî wê yên din dewam bikin. "
GREVA BIRÇÎBÛNÊ CIHÊ XWE KIR
Karayilan bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û diyar kir ku gelê Kurd bi awayeke xurt roja 17ê mijdarê berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd destek kir. Karayilan destnîşan kir ku berxwedana greva birçîbûnê hemleya gerîlayan temam kiriye.
Karayilan bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku 68 rojan berdewam kir û bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû nirxand. Karayilan diyar kir ku armanca sereke ya greva birçîbûnê ew bû ku mudaxeleyê rojevê bikin û got: “Hevalên di zîndanan de vê yekê bi înîsiyatîfa xwe kirin. Pêvajo xetimîbû, veguherî pevçûnan û pevçûn bela dibûn. Van hevalan ji bo berê pêvajoyê biguherînin û rê li ber çareseriya demokratîk vebikin bedena xwe dan ber mirin.” Karayilan da zanîn ku hukûmeta AKPê û bi taybet jî rêberê wê Erdogan qet nexwest vê yekê bibîne. Karayilan da zanîn ku ger daxwazên girtiyan bi cih bên dê niha jî aşitî bê rojevê.
Mûrat Karayilan da zanîn ku girtiyan dixwest greva xwe ya birçîbûnê vebiguherînin rojiya mirinê, lê belê KCK vê yekê qebûl nekir. Karayilan bal kişand ser girîngiya banga Ocalan a ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê û got; “Gelek tişt rizgar kiriye. Girîng e ku nirxê vê yekê were zanîn. Divê her kes vê yekê bizane: Kadroyên PKKê gava tiştek gotin dê bikin. Ji ber ku Rêbertiyê vê biryardariya kadroyên xwe dizanî, loma gotin vê grevê bi dawî bikin. Encam çi bû. Bi vî awayî Rêber Apo pêşî li pevçûnên ku dê Tirkiyeyê zêdetir aliz bikiriba girt. Tevgera me zemîn amade kir. Êdî got li aliyê din e.”
ME ÇIMA ÇEK HILGIRT Û EM Ê ÇIMA DEYNIN?
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrat Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Erdogan a bi awayê: “Ger çekan deynin dikarin biçin welatekî din” û bersiv da pirsa bi awayê “Gelo agirbestek nû di rojevê de ye?”
Di rojeva me de çekdanîn tune ye, em hewl didin ku çekên xwe zêdetir bikin. Herêma Rojhilatanavîn dikele.” Karayilan pirsa “AKP bi xwe muxalîfên li Sûriyeyê çekdar dike û kom bi kom dişîne hundir.Me çima çek hilgirt? Em çima çekan deynin?” pirsî. Karayilan destnîşan kir ku ger dewleta Tirk bêje ku ew amade ne ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin ew jî ji vê yekê re amade ne û diyar kir ku ew ji bo muxatabtiya pirsgirêka Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibînin.
Karayilan got ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û tevgera serbest a Ocalan pêk bînin û got: “Me heta niha jî dest ji stratejiya pêşxistina çiyake azad, wekhev û demokratîk a di nava sînorên Tirkiyeyê de bernedaye, lê ger dewleta Tirk hewl bide ku bêje gelê Kurd û têkoşîna wê “teror e û dê bi tundiyê were tunekirin”, jixwe stîlekme ya têkoşîna li hemberî vê yekê heye.
Karayilan bal kişand ser zextên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Ocalan berdewam dike û got: “Ev qas tişt li holê bin, hinek ji me li benda pêngavan bin, ew xwe dixapînin. Ev neheqiyeke mezin e. Jixwe Rêber Apo pêşî li dijwarbûna pevçûnan girt û ger piştî vê yekê ji me li benda avêtina pêngava bin, ev yek şaş e. Êdî gok li aliyê din e.”