Karayilan: Bi helwestek xurtir xwedî li greva birçîbûnê derbikevin

Karayilan: Bi helwestek xurtir xwedî li greva birçîbûnê derbikevin

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan grevên birçîbûnê ku gihiştine asteke krîtîk nirxand û diyar kir bi daxuyaniyên çapemeniyê, meşên kurt ji vê seatê û şûnde nikarin pêşî li mirinan bigirin û xwest ku bi helwesteke xurtir li çalakiya girtiyan xwedî derbikevin. Karayilan aşkere kir ku berpirsê vê yekê hukûmeta AKP’ê ye.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên, şaredar, parlementer, dayikên aşitiyê ve di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin û di roja 41’emîn de ye.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan greva birçîbûnê ji ANF’ê re nirxand û “hemû milîtanên şoreşger ên tevlî çalakiyê bûne bi rêzdarî” silav kir û daxwaza serkeftinê ji bo çalakiya wan kir.

Karayilan got; “Hemû hevalên di girtîgehan de bi temamî bi înîsiyatîf û biryara xwe dest bi vê çalakiya xwe kirine. Bi vî awayi ji derve ji bo wana tu nêrîn, pêşniyar û biryar neçûye” û wiha domand; “Çawa ku sala 1982’yê de Mazlûman, Ferhatan, Kemalan û Xeyriyan bi biryara xwe dest bi çalakiyê kirin, îro jî ev ewladên hêja yên gelê Kurdistanê û kadroyên tevgerê bi heman awayi bi biryar û înîsiyatîfa xwe dest bi berxwedanê kirine.”

Karayilan ji bo daxwazên girtiyan jî got; “Daxwazên wan çi ne? Azadiya Rêber Apo, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û parastina bi kurdî ne. Dayina van mafan tê wateya pêkhatina pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk a li Tirkiyeyê. Ev çalakî ji bo jiyana li ser esasê aşitiyê ya her du gelan ku bi awayeke azad û wekhev bi hev re bijîn, weke nexşerêyek e.”

Karayilan wiha domand; “Divê hêz bidin dengê wan û ji bo pêkhatina daxwazên wan hewl bên dayin. Navnîşan û rêya aşkere ya çareseriyê ev e.”

Karayilan di axaftina xwe îdîayên ku dibêjin dê “pêşîlêvekirinek” nû dest pê bike jî derewand û wiha pê de çû; “Di van rojan de li Tirkiyeyê carna hin îdîayên ku dibêjin dê li Tirkiyeyê pêvajoyek nû dest pê bike, pêşîlêvekirinek nû heye. Lê bi rastî jî evane hemû jî ne rast in. Yek ji wan jî rast nîn e. Tişta hêja û bi nirx çalakiya ku ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin e.”

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku çalakiyên girtiyan xwedî nirxeke dîrokî ne û bêdengiya çapemeniya Tirk a li hemberî grevên birçîbûnê rexne kir. Karayilan got; “Mirov ji bo çareseriyeke aşitiyane û demokratîk jiyana xwe danîne holê û greva birçîbûnê ya bi beşdariya bi sedan kesî ketiye roja 40’emîn, lê heta niha çapemenî û dewleta Tirk vê yekê nedîtiye. Gelo çi eleqeya vê bi mirovahiyê re heye? Çi eleqeya vê bi edalet û huqûqa mirovahiyê re heye? Ji ber ku ev girtî Kurd in û ji bo aşitiyeke bi rûmet di grevê de ne, çalakiya wan nayê dîtin.”

Serokê Konseya Rêveber KCK’ê Mûrat Karayilan bang li gelê Tirk jî kir û diyar kir ku ev çalakî ji bo biratiya her du gelan e û wiha axivî; “Ez bi aşkereyî bibêjim; Divê ew jî li hemberî helwesta mêtîngeriya Tirk a bersiva peyama ewladên gelê Kurd jiyana xwe dideynin û holê didin, nade, bibin xwedî helwestekê. Ji ber ku tu aliyên hevpar ên zîhniyeteke wiha ku pişta xwe dide vê sekna ji bo diyarkirina dahatûyeke azad, li gel gelê Kurd re tune ye. Ji ber vê jî nabêjim “bila tenê gelê me li vê çalakiyê xwedî derbikeve” divê gelê me vê çalakiya di girtîgehan de hatiye destpêkirin, weke çalakiya xwe bibînin û bi tevahî xwe bi van çalakiyan re bikin yek. Mirov enceq dikare dahatûyake azad bi vî awayî biafirîne.”

Karayilan diyar kir bi daxuyaniyên çapemeniyê, meşên kurt ji vê seatê û şûnde nikarin pêşî li mirinan bigirin û ev bang kir; “Divê ev bi çalakiyên xurtir xwedî lê derbikevin, bibin rojeva rayagiştî ya Tirkiye û cîhanê, mirov bi vî awayî dikare pêşî li şehdadetan bigire. Divê hem gelê me yê welatparêzên hêja yên li Kurdistanê tevî saziyên demokratîk, hem jî divê Kurdistaniyên li derveyê welat, xwedî li ewladên xwe yên ku ji bo armanca xwe ya hêja jiyana xwe danîne holê, derbikevin. Bi vî awayî, bêyî ku şehadet çêbibin, ji bo ku ji bo aşitî û demokrasiyê pêngav bêne avêtin divê her kes ji her demê zêdetir berpirsyariyên xwe pêk bînin. Tişta divê bê kirin ev e.”

Karayilan ev rexne kir; “Di vê mijarê de ger tenê gokê biavêjin aliyê Rêberp Apo û bêjin “Grevên birçîbûnê tenê dikarin bi banga Ocalan bi dawî bibe” ne rast e” û wiha domand; “Bidawîkirina grevên birçîbûnê û pêşîlêgirtina şehadetan tenê dikare bi bicihanîna daxwazên girtiyan bi dawî bibe. Ev yek jî dikare bi biryara ku hukûmeta AKP’ê û Serokwezîr bidin bi dawî bibin. Ji ber wê jî divê hedefa têkoşînê ev be. Ji her tiştê ku biqewimin yekser Serokwezîr berpirs e. Daxwazên girtiyan gelek rewa û xwezayî ne, ev daxwaz dikarin pêşî li çareseriyeke mayinde ya ji bo pirsgirêkê jî vebikin.”

Karayilan destnîşan kir ku ev greva birçîbûnê ne tiştek ji rêzê ye û got; “Divê were dîtin ku ev çalakî ji bo diyarkirina dahatûya Tirkiyeyê û ji bo pêkhatina aşitî û yekitiya azad e” û wiha domand; “Tişta ku mêtîngeriya serdest behs dike teslîmgirtin e, ne aşitî ye.” Karayilan ev bang kir; “Divê her kes rastiyê bibîne û li ser vî esasî bi awayeke xurt bi berxwedana di girtîgehan re bibin yek û fedekariyên ku ji wan tên xwestin bikin. Li ser vî esasî ez bang li hemû Kurdistanî, aşitîxwaz û alîgirên demokrasiyê, hemû hêzên ked û demokrasiyê dikim ku bi awayeke bi hêzê peywir û wezîfeyên xwe pêk bînin.”