Karaşîn li dijî tecrîdê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê parêzer Serhat Karaşîn destnîşan kir, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê gelên li herêmê tevlî pîrozbahiya li Amara bibin.
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED / ANF
în, 1 avrêlê 2016, 07:30
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê parêzer Serhat Karaşîn destnîşan kir, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê gelên li herêmê tevlî pîrozbahiya li Amara bibin.
Karaşîn da xuyakirin, ku 4'ê Nîsana îsal xwedî wateyeke gelekî cuda ye û diyar kir, tecrîda şidandî ya li ser Ocalan hem li nava civaka Tirkiyeyê hem jî di nava gelê Kurd de rê li ber hesasiyeteke mezin vekir.
Karaşîn ragihand, ev tecrîda giran ne tenê li hemberî hebûna fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de ji aliyê ramanî ve hewl tê dayîn bi vê tecrîdê re têkiliya bi gelê Kurd re were birîn.
Karaşîn diyar kir, tevî hemû astengî û helwestên kêfî jî, gelê Kurd di aştiyê de israr dike û li hemberî kêfiyeta desthilatdariyê, li her cihî, li her platformê aştî bilêv dike.
'DI NAVA VAN ŞERT Û MERCÊN ŞER DE HEBÛNA LI AMARAYÊ, MESAJEKE GELEKÎ GIRÎNG E'
Parêzer Karaşîn got, "Li gorî me pîrozbahiya Amarayê tê wateya aştiyê. Pîrozbahiyeke ku gelê Kurd di şexsê Birêz Ocalan de daxwazên xwe yên aştiyê bilêv dike ye. Divê ev yek weke rojbûnê ne yê dîtin, weke çalakiyek bilêvkirina daxwazên azadiyê û mafan were dîtin. Desthilatdarî hewl dide vê marjînal bike. Em dixwazin destnîşan bikin, ku di nava van şert û mercên giran ên şer de, hebûna li Amarayê xwedî mesajeke gelekî girîng e. Tevlîbûneke girseyî li çalakiya li Amarayê, mesajeke vekirî ye li dijî şerê ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandin. Ez bi xwe jî di wê baweriyê de me ku cihê herî rast ê bilêvkirina daxwaza aştiyê, pîrozbahiya li Amara ye. Divê hemû beşên civakê, gelê Kurd beşdarî wê pîrozbahiyê bibin û daxwzên maf û azadiyê bilêv bikin."
'DIVÊ XWEDÎ LI PÎROZBAHIYA AMARA BÊ DERKETIN'
Karaşîn da zanîn, ku Ocalan di asta çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna aştiyê li vê erdnîgarê de ye û got, "Birêz Ocalan ne dikare bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Pîrozbahiya li Amarayê wê bibe bersivek li dijî tecrîdê. Pêwîste hemû beşên civakê cihê xwe di nava pîrozbahiya li Amara de bigire. Çawa ku xwedî li Newrozê hat derketin, divê bi heman rengî xwedî li pîrozbahiya Amara jî were derketin."