Kampanyaya ‘Ji bêdengiyê re na’ dewam dike
Di peşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad de li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê çalakiya nobedê berdewam dike.
Di peşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad de li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê çalakiya nobedê berdewam dike.
Di peşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad de kampanyaya “Ji bêdengiyê re na” li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê çalakiya nobedê ji 3’yê Nîsanê ve berdewam dike. Îro nûçegîhana Desteya Rêveberiya Herêmê û Ragihandina Şaredariyê Evînda Hesen, ji Desteya Tenduristiyê Viyan Îsmail, ji Erka Xweparastinê Ehmet Mêrdînî tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê nûçegihanên çalakvan Ehmet Mêrdînî axivî û wiha got: “Ji ber ku bêdengiyek li hemberî qetlîamên Bakurê Kurdistane di raya navneteweyî de heye, me dest bi vê çalakiyê kir. Heta ev bêdengî rabe, em ê wek rojnemevan çalakiya xwe berdewam bikin.”
Sibehê wê çalakiyê nûçegîhanên JÎNHA’yê dewir bigirin û wê ji bêdengiya li beranberî qetlîamên Bakurê Kurdistanê re bibejin “na”.