Kampanyaya alîkariyê ya Şaredariya Dêrsimê didome
Kampanyaya alîkariyê ya ji bo gelê Rojava, Şengal û Kobanê di pêşengiya Şaredariya Dêrsimê de li tevayî bajêr hat destpêkirin didome.

Seferbertiya ku Şaredariya Dêrsimê di çarçoveya kampanyaya alîkariya mirovî de da destpêkirin bi hemû leza xwe didome. Di çarçoveya kampanyayê de kelûpelên bi piştgiriya gel hatin komkirin gihiştin xwedî xwe, her wiha piştgiriya mirovên li bajêr jî didome.
Alîkarê Hevşaredar Îbrahîm Kasûn diyar kir ku nêzî salekê ye kampanya didome û gelê Dêrsimê yê xwedî li berxwedana bi rûmet derket spas kir.
BANGA HESTYARIYÊ
Kasûn got: "Xwediyê Înşaeta Koç Mercan Umut Koç bi 26 ton av piştgirî kir. Em alîkariyên wiha teqdîr dikin û ji bo gelê herêmê di demeke kurt de vegere jiyana xwe ya normal em banga hestyariyê li tevayî welatiyên xwe dikin.”