Kampa Şehîd Gelhat bû Kobanê ya Pirsûsê
Welatiyên Kobanê yên li Konbajarê Şehîd Gelhat ê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vekirin dijîn li hemberî hemû zextên leşkerên tirk jiyana xwe ya komunal ava kirin.
Welatiyên Kobanê yên li Konbajarê Şehîd Gelhat ê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vekirin dijîn li hemberî hemû zextên leşkerên tirk jiyana xwe ya komunal ava kirin.
Welatiyên Kobanê yên li Konbajarê Şehîd Gelhat ê ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vekirin dijîn li hemberî hemû zextên leşkerên tirk jiyana xwe ya komunal ava kirin. Welatiyên Kobanê li hemû tax û kolanên konbajar navên şoreşgerên Kurd lê kirin. Tevî hemû bê derfetiyan welatiyên Kobanê pergala xweseriya demokratîk didin jiyîn.
Li Rojavayê Kurdistanê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk jiyaneke nû hat avakirin. Li Rojhilata Navîn aloziyên ku bi 5 hezar sal in li ser hişmendiya "Ez ezitiyê" ya modernîteya kapîtalîst kûr bûye, bi ronahiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin zelalkirin û bû bihuşta civakên rengîn. Li hemberî vê yekê modernîteya kapîtalîst şerekî qirêj bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwedî hişmendiya sedsalên 4-5. e destpê kir û xwestin ku pergala xweseriya demokratîk têk bibin. Li hemberî vê yekê gelê Rojava yên ku li ser feraset û hişmendiya Ocalan şîn bûye li ber xwe da û gelek berdêlên mezin dan. Welatiyên Kobanê yên ku li konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye vekirin û bi cih bûn di nava konbajarên xwe de taxên xwe, kolanên xwe diyar kirine û her tax û kolanek jî navê şoreşgerên berxwedêr yên ku di nava berxwedana Kobanê de bûne sembola rûmeta mirovahiyê lê tên kirin û xwedî li nirxên şoreşa xwe derdikevin.
Li Konbajarê Şehîd Gelhat ê ku li gundê Kulîçê ya Pirsûsê hat vekirin 8 hezar welatiyên Kobanê heya niha lê bi cih bûn. Konbajarê Şehîd Gelhat ji ber ku pirsgirêkên fermî hene di nava hefteyekê de gelek caran êrîş li ser pêk hatin. Welatiyên Kobanê jî li hemberî vê yekê li ber xwe dide û jiyana xwe ya di bin pergala Xweseriya Demokratîk de ava kirin li konbajar de didin jiyîn.
'NAVÊN BERXWEDÊRAN LI TAXÊN XWE KIRIN'
Konbajarê Şehîd Gelhat konbajarê herî mezin e û di nava konbajar de taxên bi navê "Şehîd Sarya", "Şehîd Sîdar Amed", "Taxa Şehîd Êrîş", "Rojava" û navên her konên ku berpirsyar û xebatkarên ku welatî dimînin tê de jî hatine bi navkirin. Konê vejînê, konê tenduristiyê, konê xebatkarên dildar û hewd. hatine vekirin. Di nava kolanan de jî her kolanek berpirsyarên xwe hene û hem alîkarî, hem jî pirsgirêkên di nava rojê de tên jiyîn bi berpirsyaran r tên parvekirin û tên çareserkirin.
Dema ku em ji welatiyan dipirsîn dibêjin ku em dixwazin jiyana xwe ya li Rojava hatiye rûniştandin di nava konbajaran de jî bijîn û bi vî rengî armanca têkoşîna xwe em li virin, bi vî awayî xwedî lê derbikevin. Welatiyên Kobanê dibêjin ku em her tim deyndarên şehîdên Kobanê ne û em dixwazin bi navê şehîdên xwe erdnîgarî û wargeha xwe bikin cihê bîranîna wan.
Mirov dikare bêje ku Şehîd Gelhat di nav hemû nirxên berxwedana Kobanê hatine çandin. Navê bi sedan zarokan YPJ, Ocalan, Berxwdan, Xebat, Dilsoz, Arîn, Sarya û hwd. in. Bi rêxisitinkirina xwe, jiyana xwe ya komûnal ve konbajarê Şehîd Gelhat rengîniya gundê Kulîçê ye.