Kampa Piştevaniya Heskîfê ya 'Barajarock' destpê kir
Kampa Piştevaniya Heskîfê ya 'Barajarock' destpê kir
Kampa Piştevaniya Heskîfê ya 'Barajarock' destpê kir

Li Heskîfê, Kampa Piştevaniya Heskîfê ya bi navê 'Barajarock' hat avakirin. Kampa ku bi beşdariya ekolojîst û hawirdorparêzan hat avakirin, bi daxuyaniya çapemeniyê ya li devê Pira Heskîfê destpê kir.
Li dijî Bendava Ilisû ya Heskîfa antîk a 12 hezar salî wê di binê avê de bihêle, bi organîzasyona Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Kampa Piştevaniya Heskîfê ya bi navê 'Barajarock' hat avakirin. Aktîstên kampê tîşortên bi nivîsa "Kesê li dîroka xwe xwedî dernekeve mehkûmî tinebûnê ye”, “Bila Heskîf tine nebe” li xwe kirin û li ber devê Pira Heskîfê hatin cem hev. Li vê derê li ser navê aktîvîstan Veysî Ayhan daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ayhan diyar kir ku ew ê destûrê nedin bajarê xwedî dîrokek ji 12 hezar salî di binê avê de bimîne û got, "Bi dengekî her diçe bilind dibe em binê vê destnîşan dikin. Ya ku tê xwestin bê tinekirin dîroka me ye, çanda me ye, xwezaya me ye, qadên me yên jiyanê ne. Eger li hember nesekinin, wê ji ji destê me bigirin. Em ê neçar bên hiştin ku nifşekî bê bingeh ji pêşerojê re bihêlin. Em bi biryar in, li dijî daxwaza wan a tinekirinê, em jî xwedî daxwaza jiyanê ne."
Li dû daxuyaniyê aktîvîstan bi çepik, tililî û dirûşman dest bi meşê kirin. Kamp li qiraxa Çemê Dîcleyê bi semînerên ekolojîk û atolyeyan dewam dike.
