Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkîldarî rewşa Tirkiyeyê pirsên me bersivandin û got; “Erê, niha em têkoşînek mezin didin. Wek gel û tevger bi awayekî hê xurttir dikevin 39. sala PKK’ê. Em li çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê dimeşînin. Şerê Cîhanê hat û li Kurdistanê kom bû. Şerê Azadiya Kurd û 3’yemîn Şerê Cîhanê ketine nav hev.”
Têkîldarî mijarê, li Bakurê Kurdistanê tevî ewqas êrîşên AKP’ê jî gel penaber nabe, koçber nabe. Me herî dawî dîmenên li Şirnexê dîtin. Bajar bi temamî hatiye tinekirin. Lê di nav xirbeyan de jî be gel berxwedana xwe bi şiklekî didomîne. Li ser vî esasî, di şexsê gelê Botanê de têkîldarî bandora PKK’ê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê çi dikare bê gotin?
Ez 38. Salvegera fermî ya partiya me pîroz dikim, têketina sala 39’emîn a partiya mezin de dixwazim ji gelê Kurd re van bibêjim: Dibe ku em ji milê madî êşan dikşînin zehmetiyan dibînin. Her tim zikê me têr nabe. Zarok, ciwanên me bi kelecanek jiyana sosyal ne tijî ne. Bi berxwedan, şer û leşkertiyê xwe tijî dikin. Bi şer gava xwe davêjin jiyanê. Ev hemû rastî ne. Lê, ev hemû jî çavkaniyên xwe hene. Nirxên mezin hene ku van zorî û zehmehatiyan derxistine holê. Ev hemû vala vala naçin. Wek gelekî hebûn û jiyana azad ne rehet e. Li cîhanê jiyan ne hêsan e, jiyana azad hîç ne hêsan e. Lê, bi têgihiştinek mezin, rêxistinbûyin û çalakiyê ev pêk tê.
Dewletên heyî hema bihustek jî erd nehiştine û tevahî cîhan kirine parsel. Ji bo Kurdistanê jinûve parve bikin, bi êrîşkariyek mezin berê xwe didinê. Divê em bi gotinên basît, jiyanek hêsan weed dike nexapin. Pêwîst e em li dijî wan bi hêrs û kîn tijî bin û destê xwe lê bidin. Ti ji wan nikare hebûna gelekî ava bike û azad bike. Yê hebûna me saz dike, serbilind dike, nav li tevahî cîhanê berbelav dike, dike xwedî şeref û rûmet, berxwedana lehengî ye ku ji bo azadiyê di tevahî atmosferan de tê nîşandan.
Eger şert û merc, êrîşên dijminê faşîst vê dispêre me, eger hebûn û jiyana azad tevî êş û zoriyên mezin jî wê bi dest bên, divê em xwe nedin paş. 38 sal in, her çiqasî têkoşîna me ya li ser esasê fêrkirina Rêber Apo bi zehmetiyan tijî derbas bibe jî, bi rastî jî me wek gel, wek civakekê çêkir, zindî kir, li hev anî. Ziman, çanda me jinûve xurt kir. Me tevlî malbatek mirovahiyê ya mezin kir. Me bi azadî gihand gelên din. Rûmet, şeref, ruh, hest, fikr saz kir û pêş xist.
Lewre jî bedelên wê çi dibin bila bibin, zor û zehmetiyên têkoşîna hebûn û azadiyê çiqasî giran dibin bila bibin, divê her tim bidin ber çav. Tabî, bi têkoşînek hê rêxistinkirî û plankirî qasî ku mimkûn e divê bedel û êş bên kêmkirin. Lê, ji ber em êşan dikşînin, bedelan didin, zorî û zehmetiyan dikşînin nabe ku ti carî dest ji berxwedanê berdin. Ji ber ku hebûn û azadî tenê li dijî van qetlîam, êrîş, êrîşên qirker faşîst bi berxwedanê bi dest tê. Berxwedan hebûna me saz dike, berxwedan me zindî dike. Em bi berxwedana ku bi wêrektî û fedakariyê dimeşînin hene.
Rastiya berxwedanek wisa Rêber Apo sal bi sal bi pêş xist. 18 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê bêyî carekê jî bibêje “of” dilê wî bi têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd re davêje. Berxwedan hebûna me saz dike û zindî dike. Lewma jî nirxên me yên berxwedanê nirxên me yên herî mezin in. Rastiya me ya herî mezin, berxwedana me, şehîdên me, gaziyên me, hewldana me ya avakirina nirxên xwe yên texrîbûyî ne.
Bi rastî gelê Botanê jî, gelê Amedê jî, di şexsê berxwedana Cizîr û Sûrê de careke din îspat kirine ku gelê herî kevnar ê dîrokê ye, Kurd gelekî ku di pêşengiya jinê de ji Şoreşa Neolîtîkê hatiye, lewma jî wek civakek azad wê ji rêgeza xwe ya hebûnê ti carî veneqete. Tiştekî ji vê hê çêtir nabe. Bi vî awayî girêdanbûna bi nirxên mezin ên ku dîroka me, paşeroja me, bav û dayikên me afirandine, yekparebûna wan ji her tiştî hê bi nirxtir e. Divê helwesta gelê Şirnex, Amed, Cizîrê ne tenê wek mabûna li welêt bigre dest. Bi dîrokê re bûn yek. Bi rêgeza ku bi berxwedanê re hebûnê bûn yek. Ji ber vê pîroz dikim, helwesteke ku layiqî nirxên azadiyê yên dîrokê nîşan dan.
Gelê Kurd li gor hebûna xwe ya dîrokî tevgeriya. Bandorên qirkirina fizîkî û çandî ya ku 100 sal in tê spartin qebûl nekirin. Derxistin holê ku her çiqasî bi qismî texrîbek di civaka Kurd, mirovê Kurd de çêbibe jî guherînek bingehîn pêk naniye, kes û civaka Kurd bi wan nirxên azadîxwaz ên ji dîrokê tên re bi ruhî, fikrî û fizîkî tijî ne.
Lewma jî, şerê berxwedanê yê demdirêj ê ku zivistana 2015-16’an li bajarê herî kevnar ê dîrokê Amedê pêk hat, rewşek bi wate ye û tê fêmkirin. Ev rewşeke bi dîrokê re hevseng e. Dîroka bajêr, bi berxwedana Sûrê jinûve zindî bû, hebûna xwe danî holê. Zor û êşên wê çi dibin bila bibin, neterikandina bajêr, qutnebûyina ji rastiya berxwedana dîrokî, hevgirî û piştgiriya mezin, ne li gor malbat-xizimtî, li ser esasê Neteweya Demokratîk a Kurd, civaka Kurd xwedîderketina li hev, bûyina malbatek mezin a neteweyî girîng e. Wek hebûnek neteweyî ya Kurd, civaka Kurd bûyina yek, wisa şêwegirtin, yekparebûn gelekî girîng e. Ev gavek mezin a dîrokî û astek girîng a civakbûyina Kurd nîşan dide.
Gelê Botanê, Şirnex û Cizîr bi awayekî herî rast xwedî li rastî û dîroka xwe derket. Ya rast kir. Êşa wê, zor û zehmetiyên wê çi dibin bila bibin, hebûn û siberoj li ser wê axê ye. Di wê dîrokê de ye, çand û zimanî de ye. Divê ji wir qutbûyîn nebe. Amed, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex, Botan xwedî rastiyek wisa ne. Ev cihên navendî yên Kurdistanê ne. Pêkhateyên civakî ne ku di civaka Kurd de bi dîrokê re teşe girtine. Ango, pêkhateya dîrokî hebûn û hêza xwe diparêze. Ti êrîşa dijmin nikarîbû wan tine bike û bihelîne.
Niha jî bi felsefe û îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo bûne yek, hê xurttir, hê zanetir û hê bi rêxistinî dibin. Ev gelekî girîng e. Divê em wek xwe davêjin benê Xwedê xwe bavêjin van nirxan. Divê di vê mijarê de lêgerîna lir ê û rêbazên derbaskirina zehmetî, astengiyan hebe. Bi awayê praktîkî, her çi wê van zehmetiyan têk bibe, pêwîst e wek civak her kes em vê bikin. Divê bi şiklî em bikevin nav têkoşîn û piştgiriyekê. Divê em derbasî berxwedanê bibin.
Li dijî gelê Kurd, tevahî beş û saziyên demokratîk êrîşên AKP’ê bi awayekî bêsînor dewam dike. Wekîlên HDP’î hatin girtin, komale tên mohrkirin, bi zorê dest datînin ser şaredariyan. Li gor we, AKP’ê bi vê polîtîkaya zextê dixwaze çi bi dest bîne?
Rastiya qirker faşîst a AKP’ê derket holê. Rûpoşa Erdogan bi awayekî baş ket xwar û ew rûyê faşîst û dîktatoryal derket holê. Yê ev kir jî berxwedana gelê Kurd bû. Hêrsa wan ji ber vê ye. Îro, em dikevin 39. Sala PKK’ê jî ev berxwedan bi egîdî didomin. Hemûyan silav dikim.
‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TI ÇEPER NAYÊN BERDAN’
Niha şaredarî li ber xwe didin. Siyasetmedarên demokratîk, wezîfedarên şaredariyan, parlamenter, rêveberên partiyan ên HDP û DBP’ê li ber xwe didin. Li dijî faşîzmê yekane rêgaza me, rêya jiyanê berxwedan e. Berxwedan, berxwedan, berxwedan. Mazlûm Dogan ji me re got “Berxwedan jiyan e” û rast fêr kir. Wek tevger û gel 35 sal in em li ser vê dimeşin û hebûna xwe diparêzin. Li ser vî esasî, niha li dijî êrîşkariya faşîst xwe kişandina ji ti çeperan tineye, ti carî jî nabe. Li dijî faşîzmê xwe vekişandin nabe, çeper nayê terikandin. Heta derfeta dawî, heta guleya dawî têkoşîn tê kirin, berxwedan tê kirin.
Lewma jî divê her kes bizanibe ku li dijî faşîzmê bêdenbûn û xwe vekişandin ne çare ye. Rêgeza “bêdeng nebe, her ku bibe wê dor bê te” rêgezek esasî ye ku gelên cîhanê, bindestan, ji ezmûnên têkoşîna li dijî faşîzmê derxistine. “Bêdeng nebe, her ku bibe wê dor bê te. Nesekine wê dor were te. Xwe nede paş, wê hê zêdetir bi ser te de werin.” Wê demê tu yê bêdeng nebî, nesekinî, xwe nedî paş; berevajî li dijî faşîzmê bi tevahî derfetan bikeve nav liv û tevgerê, li her derê li ber xwe bidî; hê mezintir û hê zêdetir li ber xwe bidî.
Niha Siyaseta Demokratîk a Kurd, civaka Kurd vê dike. Ev berxwedan ew berxwedan e ku wê dawiyê li faşîzma AKP’ê bîne. Em vê dikarin bi zelalî bibêjin. Ji ber vê jî yên mîna Tayîp Erdogan, Bînalî Yildirim dîn û har bûne. Ji ber nikarin hesabê kiryarên xwe bidin. Ti pîvan, rêgez, hesabê kirinên wan nîne. Ti kes nikare van qebûl bike. Ango, ev bi nêzîkatiyên xwe pêşketinên exlaqî û hiqûqî, nirxên îro yên cîhanê binpê dikin. Tayîp Erdogan mîna qebadayîkê êrîşî her kesî dike. Esas dîn bûye, bi vî ruh û tevgerê diçe û tê. Ew hewl dide xwe bispêre wê qeşmertiya kolanan a lumpen û hebûna xwe bidomîne, lê wê ev hikum zêde najo.
Ev rewşa AKP û Erdogan ji ber berxwedana gelê Kurd e. Mal, kolan, bajêr xira kirin, lê li ber serî rawestina. Ji bo welêt neterikîne ket nav berxwedanek mezin. Pereyan li her kesî belav dikin û dibêjin “ka biçin bajarên mezin, metropolan, wê dewlet pereyan bide we, li wan deran ji bo xwe malan çêbikin.” Em vê jî dizanin. Gelê Amed û Botanê ev qebûl nekirin. Ev helwestek rast û lehengî ye.
‘PÊWÎST E YÊN KOÇKIRÎ VEGERIN KURDISTANÊ’
Êş, zehmetî çi dibe bila bibe yên çûne jî divê vegerin. Pêwîst e biherikin Kurdistanê. Dibe ku êş, zoriyên wê hebin; lê em bibin yek, em xwe bi rêxistin bikin, em ê bikaribin van kêm bikin. Lê, hebûn û siberoja bi rûmet, şeref, di berxwedanê de ye ku li dijî êrîşên faşîzma AKP’ê pêş dikeve.
Lewre jî ev helwesta gelê Şirnexê ji bo tevahî mirovên Kurd ên çûne metropolan, bi zextên şerê taybet ên demên bihurî berê xwe dane metropolan bangeke ji bo vegera welêt e, Kurdistanê ye. Ev bangek rast e. Silav dikin. Em bawer dikin ku gelê Botanê wê di vê helwesta xwe de heta dawî bi israr be, wê ji rêgeza hebûn û jiyana azad bi berxwedanê pêk tê ti carî veneqetin, wê tevahî gelê Kurd jî bi vi şiklî bikşînin Kurdistanê û em serkeftinê dixwazin.
We bal kişand li ser polîtîkayên AKP’ê. Di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan, rêveberên AKP’ê her tim propagandayakê dimeşînin û dibêjin “vê zivistanê em ê PKK’ê tine bikin.” Li gor we dixwazin bi vê propagandayê çi bikin? Û wê dawiya vî karî çi be?
Ne tenê vê zivistanê, her zivistan heman tiştî dibêjin. 38 zivistan in, heman tişt tên gotin. Tê gotin ku “PKK wê di vê zivistanê de biqede, negihêje biharê.” Lê PKK her biharê ji payizek din hê xurttir pêşwazî dike. Tevahî zivistan wisa bihurand. Yê heyî ji yên berê ne zêde cudatir e. Hal, fikr û gotinên tevahî rêveberên qirker faşîst ên ku rêveberiya TC bi dest xistine ev gotine. Îro jî gotin û tevgera Tayîp Erdogan û rêveberên din ji yên beriya wan ne zêde cudatir e. Wek wate, têgeh û kiryaran bêferq in.
Yên Ergenekonê ne kêmî Erdogan bûn. Ne kêmî wî hiqûqnenas û exlaqnenas bûn. Demîrel bi awayekî eşkere digot, “karên li derveyî Destûra Bingehîn tên kirin.” Tûrgût Ozal ê ku wek herî zêde nêzî Kurdan dihate nîşandan, lê herî demdirêj li dijî wan şer kir jî got, “Ma carekê derveyî Destûra Bingehîn tevbigerin wê çi bibe!” Ev hemû piştî şerê Kurdan bû.
Şerê taybet, ji 1985’an bêyî ti hiqûq, exlaq û pîvanan nas bikin dimeşînin. Vê havînî jî, payizî jî, zivistanê jî dimeşînin. Dibêjin “dema bibe zivistan, wê derfet û firsendên me zêde bibin, ên PKK’ê kêm bibin.” Zivistana bihurî jî heman hesab kirin, lê me dît bê encam çi bû. Derfetên PKK’ê kêm bûn, an jî qadên nû yên şer, şêwazên nû yên berxwedanê derketin holê, pêşketin? Her kesî vê dît. Berxwedana mezin a ku desthilatdariya AKP’ê xist ber sikratê, zivistana 2015-16’an bi pêş ket.
Niha wê ji vê û şûn de bikaribin çi bikin? Ti tiştên ku bikaribin bikin nîne. Dibêjin “Em ê li çiyê operasyonê bikin.” Zivistana bihurî jî dikirin.
Her tim operasyonên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di rojevê de digre. Têkîldarî vê nirxandinên we çi ne?
Erê, dibêjin “em ê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin.” Jixwe êrîş jî dikin. Cerablûs dagir kirin. Yê 15’ê Îlona 2014’an berê DAÎŞ’ê da Kobanê Tayîp Erdogan bû. Her kes vê dizane. DAÎŞ’ê xetayê herî mezin ê dîroka xwe kir. Pêvajoya tinebûyina DAÎŞ’ê bi êrîşa Kobanê dest pê kir. Ji bo vê êrîşê tiştê ku dibêjin nû ye, dibêjin “em ê êrîşî Şengal, Rojava û Mûsilê bikin”, lê dema ti ji van jî nakin û vala derdikevin, vê carê jî dibêjin “Em ê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xeta sînorê Başûrê Kurdistanê bikin.”
25’ê Gulana 1983’yan artêşa Tirk û hikûmeta TC destpêkê sînorê Iraqê bihurandin, li Başûrê Kurdistanê operasyona li dar xistin. Ez wê operasyonê jî baş dizanim. Ji wê rojê heta îro her sal operasyonên hê nûtir bi ser Başûrê Kurdistanê de anîn. Havînê dike, zivistanê dike, biharê dike, payizê dike! Di her operasyonê de jî dibêje “Vê carê PKK’ê bi dawî dikim.” Lê piştî her operasyonê PKK’e bi çenda qatan hê xurttir dibe, wisa derdikeve. Heta niha her wisa bû.
PKK’ê ji 25’ê Gulana 1983’yan û vir ve tevgereke gerîla ye. Vê berxwedana mezin a gerîla û gel di vê pêvajoyê de pêş ket. Ango, di atmosfera êrîşa dewleta TC de ku bi ser Başûrê Kurdistanê de anî, PKK pêş ket. Eşkere ye bê ev êrîş çi encamê bi xwe re tînin. Lewma jî êrîşa ku dixwazin pêk bînin wê ne tenê PKK’ê xurttir bike, wê li dijî wê pêngava serkeftinê ya PKK’ê jî bi pêş bixe.
Ez jî vê dibêjim: Her êrîşa ku artêşa Tirk û hikûmeta AKP’ê li dijî Başûrê Kurdistanê li dar bixe, wê têkçûna dewlet û hikûmeta AKP’ê, hilweşandina wê hê xurttir bike. Hê leztir bike. Ev teqez e. Ne girîng e ku Tayîp Erdogan ‘dawiya Qendîlê!’ bifikire. Tayîp Erdogan dawiya Qesrê bifikire wê ji bo wî hê baştir bibe. Wê kengî li Qesrê êrîş bi ser de were! Wê çi êrîş bi ser de were! Wê ji yê li gel, an ewlekarê wî, ji kîjan amirê wê êrîş were!
Erdogan ji ber tirsa mirinê ne diyar e ku bê li kû dimîne, li kû derê dijî. Ne dikare bixwe ne jî dikare li derekê raweste. Wisa tirsê pê girtiye. Li ser her kesî jî tirsê pêk tîne. Tam rejîmek tirsê ye. Dişibe rejîma îstîbdatê ya Abdulhamît, lê wê qat bi qat derbas dike û mîna rejîma Sedam Huseyîn, rejîmek tirsê saz kiriye. Xwe dispêre vê û hebûna xwe didomîne. Ew bi xwe di vî halî de ye, îca wê rabe tiştên bi salan biceribîne û îdîaya tinekirina PKK’ê bike.
Dibe, dikare operasyonê bike. PKK, ji 1983’yan ve fêrî vî şerî bûye, hê zêdetir xwedî ezmûn e. Tayîp Erdogan, 14 sal in di nav vî karî de ye, lê PKK 35 sal in tê de ye. Qadên şer jî, rêbazên şer jî baş dizane. Yên heta niha çawa vala derxistibe, wê karibe yê ji niha û şûn de jî bişkîne. Gotinek giştî heye; “Eger were wê bibîne jî.”
‘VA YE MEYDAN…’
Gerîla jî tevahî partî jî ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her deverê Kurdistanê Kurd dibêjin ‘ev e meydan’. Madem TAyîp Erdogan dixwaze hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava bike, wê demê wê bedelê vê jî bide û xwe li encamên wê jî bigre. Wê bibîne û bizane bê dawiya vê çi jê re tîne, divê baş bizane jî. Rasiya vî îşî ev e.
Lewma jî milê wê yê şerê psîkolojîk gelekî li pêş e. Hewayek wisa didin avakirin ku tu dibêjî qey ‘AKP lê dide, dişkîne, êrîş dike!’ Halbûkî di demek nêz de artêşa Tirk wêne belav dikirin û digotin “ka binêrin em operasyonê dikin.” Artêşeke ku nikare operasyonê li dar bixe, nikare bikeve şer, hê nû hewl dide riştê xwe îspat bike. Rêveberiya Tayîp Erdogan wê bi wê artêşê, gerîlayê PKK’ê ku DAÎŞ têk bir, li dijî faşîzmê mirovahiya azad parast têk bibe! Mirov kenê xwe li vê dike…
Li ser vî esasî divê ti kes bi şerê psîkolojîk ê AKP’ê nexape. Ez dikarim vê bibêjim, li ser zalimbûn, xwînmijiya Erdogan tiştekî bê gotin nîne, ji ber ku ji bilî berjewendiyên xwe ti rêgezên wî nîne. Ji mirovên wisa her cure taloke tên. Lewma jî divê li beramberî êrîşkariya Tayîp Erdogan baldarî hebe, tevdîr hebin. Divê mirov sivik negre dest. Lê wek îdeolojîk û stratejîk ti siberojek AKP’ê û Tayîp Erdogan nîne. Teqez wê tine bibin.
Dawî li desthilatdariya AKP’ê tê. Wê wisa bikeve ku bi erdê re bibe yek, ji ber ku ne gelên Rojhilata Navîn vê stratejiya qebûl dikin ne jî sîstema ku ew bi xwe jî pê ve ne qebûl dike. Olperestiyê, nîjadperestiyê Kurd û Ereb qebûl nakin. Kurd li dijî nîjadperestiya Tirk a şoven li ber xwe didin, Ereb li ber xwe didin. Serweriyek olperest jî ji hêla kapîtalîzma gerdûnî nayê pejirandin.
Îsraîl a ku hewl didin têkîliyê deynin jî vê teqez qebûl nake. Bi sedan salan e sermayeya Cihûyan hewl dide Tirkiyeyê ber bi Laîsîzmê ve bikşîne. Niha wê ji olperestiya Tayîp Erdogan re derî vekin! Yê vê wisa difikirin, yên bi propagandayên Tayîp Erdogan dixapin, xwe dixapînin. Eger niha têkîlî hebin, bi rastî jî ji bo destekê ye an jî ji bo ji hundir fetihkirina kelheyê ye? Ev mijarek nîqaşê ye. Eger gotin cihê bigre, “destê kê di bêrîka kê de ye ne diyar e.”
Rewşek gelek tevlîhev a siyasî heye. Eger Erdogan bi xwe peritandinê yek-du têkîlî danîbin, ew dûvikên wî yekê dikin deh û mîna Erdogan cîhan fetih kiriye nîşan didin. Ev ti têkîliyên xwe bi rastiyê nîne. Niha jî dibêje, “Em ê bikevin nav koma Şengayê” û li dijî Amerîka û Ewropayê şantajê dike. Polîtîkayên AKP’ê li ser şantaj, demagojî, xwefiroşî, terora dewletê, qetlîam, zext û tirsandinê hatiye sazkirin. Ev jî nikarin civak û dewletekê bi rê ve bibin,siberojek wan nîne. Ev îdeolojî û stratejî nikare li Tirkiyeyê serwer bibe, temendirêj nabe.
Min çend caran ev ên pişta xwe bi AKP’ê germ dikin hişyar kir, dîsa dikim; siberoja Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê nîne. Wê bikeve, hem jî wisa wê bikeve bi erdê re bibe yek. Her kî li wê keştiyê siwar bibe ew ê jî bikevin. Ev xet nameşe. Ne diyar e ku wê Tayîp Erdogan çi rojê çi bibêje. 2005’an çi digot, 2015’an çi dibêje. Nayê nasîn. Di gotin û polîtîkayê de her dilîze. Hin hêviyan dikin, dibêjin wê Erdogan vê carê jî wisa wan rizgar bike. Piştî ewqas tiştî zor e. Divê ti kes pişta xwe nede wir. Ew keştî av girtiye, noq dibe. Dike hilweşe. Siberoja wê nîne, bi qetlîam û terorê hewl dide temenê xwe dirêj bike. An wisa hedefek, armancaek serkeftinê li gel wî jî nîne. Baweriya wî jî bi vê nîne. Tenê dibêje “dikarim çiqasî temenê vê desthilatdariyê dirêj bikim.”
Divê ti kes bi demagojiya şerê psîkolojîk nexape. Bi hewayek wisa esas hewl dide bêçalakbûyinê ava bikin. Divê Kurd, ciwan, jin, kedkar, karker, civaka Tirkiye û gel bi vê bawer nekin. Berevajî pêwîst e li her derê li dijî desthilatdariya AKP’ê hê bêtir têbikoşin. Hê zêdetir biçin ser faşîzmê, hê zêdetir çalakiyan li dar bixin. Bi ti awayî xwe nedin paş û vekişandin nebe. Yê di zorê de ye, dike hilweşe, wê negihêje biharê desthilatdariya AKP’ê, rêveberiya Erdogan bi xwe ye. Divê her kes vê bibîne.
Ez li vir careke din îfade dikim: Wê di demek nêz de vê bibînin. Lewre jî pêwîst e her kes hesabên rast bike. Bi taybet jî pêwîst e gel, hêzên şoreşger-demokratîk, jin, ciwan, kedkar li dijî vê dîktatoriya AKP’ê ya faşîst qirker bi yek bin, hê zêdetir têbikoşin, biçin bi ser faşîzmê. Eger vê bikin derfetên AKP’ê yên temenê xwe dirêj bike namîne. Niha ji Rojhilata Navîn, cîhanê tecrîd bûne.
Tayîp Erdogan li ser AKP’ê jî ne serwer e. Wê çi ji AKP’ê derkeve, çi li Tirkiyeyê biqewime! Li ser van jî ne serwer e. Niha Fethûlahiyan dadgeh dike. Fethulahiyê herî mezin Tayîp Erdogan bi xwe bû. Berê jî El-Kaîdeyî bû, piştre bû DAÎŞ’î. Yê ji sala 1976’an ve bi Fethullah Gulen re dixebite Tayîp Erdogan bi xwe ye. Niha jî ji hinan re dibêje “Tu careke jî bi Fethullah Gulen re axiviye, bi telefonê axiviye, ji bo te dolarek şandiye an ne!’ û mirovan davêje hepsê. Tew îca bi darvekirinê gefan dixwe. Eger ev giştî sûc bin, sûcdarê herî mezin Tayîp Erdogan e. Eger daraz hinekî diyar bibin, kûr bibin, wê ev rastî jî derkevin. Lewma jî wê herî zêde hesab ji Tayîp Erdogan bê xwestin. Jixwe nîqaşên darvekirinê jî ji bo ev rastî dernekevin holê pêş dixin. Ji ber ku nîqaşa darvekirinê hebe ti kes Fethullah Gulen nade. Ji milekî jî qaşo dibêje em bigrin. Zextê li DYA dikin. Ji milê din jî nîqaşa darvekirinê dixin rojevê. Wisa jî dayîna Fethullah Gulen asteng dikin. Dixwazin bi gotina “me xwest DYA jî neda” civaka li Tirkiyeyê bixapînin.
Wê demê yê wê biçe sêdarê Tayîp Erdogan bi xwe be?
Esas dixwaze wê asteng bike. Niha DYA bixwaze Fethullah Gulen bide jî wê Tayîp Erdogan dibêje na. Ji civakê re jî dibêje “ez dixwazim nadin.” Ev giştî derew in. Daxwaz û hêzek wan bi vî awayî nîne. Tenê dibêjin bila bê girtin, zerar jê neyê. Dixwazin her kesî ji bo parastina desthilatdariya xwe bikin şirîk. Ji bilî berjewendiyên xwe û desthilatdariya xwe ti tiştekî din nafikirin. Ev hal û helwestê her dîktatorekî ye. Nuqteya ku Tayîp Erdogan jî hatiye ev e. Em dizanin ku bê dawiya dîktatoriyê wisa çawa dibin. Lewma jî divê ti kes bi gotinên ziha, bi demagojiyan nexape.
Şerê li Rojhilata Navîn ewqasî tevlîhev e ku; operasyona Reqayê, şerê Mûsilê, şerên berfireh hene. Amerîka, Rûsya û yên din, hewl didin ku bê wê bi derfetên Tirkiyeyê çawa karibin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û vî şerî bidomînin. Bi bandorkirina rêveberiya Erdogan jî hewl didin ber bi xeta xwe bikşînin. Ji ber vê jî divê rastî rast bên dîtin. Ti hêz û siberojek Erdogan nîne. Tenê bi gotinê, çavtirsandinê, zext û terorê, gefê civakê û siyasate demokratîk bitepisîne, li gor vê jî temenê xwe dirêj bike.
‘EMRÊ FAŞÎZMA AKP’Ê DIKE BIQEDE'
Wê çiqasî karibe vê bi ser bixe jî girêdayî helwesta beşa civakê ya ku dixwazin bitepisînin. Eger em rastiyan baş bibînin, fêm bikin, baş bi rêxistin bikin, bibin yek û li dijî faşîzmê rawestin, bi awayekî bi bandor têkoşîn-berxwedanê bi pêş bixin, emrê faşîzma AKP’ê dike biqede. Ketina wê pir nêz e. Hem jî wê parçe parçe bibe.
Wê demê pêwîst e em karibin li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînek hê bi bandortir bimeşînin. Tevahî hêzên çepgir, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz, alîgirên mafên mirovan. Tevahî beşên di nav CHP’ê, civaka Elewî, jin, ciwan divê hê çalaktir bibin, hê zêdetir yek bin. Pêwîst e rêxistinên ciwanan, rêxistinên jinan hê zêdetir bibin yek, hêzên xwe bikin yek, werin cem hev, destekê bidin hev. Divê saziyên çapemeniyê destekê bidin hev. Êrîşî her tiştê ku ne jê ye dike, dixwaze her kesî bêdeng bike, sekinê tine bike, her hêzê ji holê rabike. Hewl dide bibe yek kes, yek uslûb, yek gotin. Tu televîzyonê vedikî, di 20 qenalan de Erdogan heye. Li cihekî derdikeve, giştî bi hev re weşana zindî dikin. Ma ne şerm e? Bi taybet jî Koma Dogan, şerm e!
Derdorên demokratîk ên nav CHP’ê, pêwîst e hinekî bi rexnedayinî nêzî xwe bibin. Divê Kemal Kiliçdaroglû jî hinekî rastparêz be. Dibêjin piştî Tayîp Erdogan, ê sîstema Serokatiyê dixwazin Rêber Apo ye! Ev îftîra ye û derew e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê Rêber Apo sîstem pêşniyar kirin. Ji bo demokrasiyek rast jî “demokrasiya herêman” pêşniyar kir. Erê, gelek pêşniyar kirin. Jixwe tekane kesê ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê proje pêşniyar kir, Rêber Apo ye. Ya Tayîp Erdogan pêşniyar dike ti eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîne. Tenê sîstemeke wê serweriya xwe ya takekesî xurt bike dixwaze. CHP jî dixwaze wek berê bide domandin, hema vê dubare dike.
Piştî 15’ê Tîrmehê her kesî got “ya berê hilweşiya.” Çi eleqe heye ku ya berê mîna kevn bidomînî. Eger ne wisa be, ya nû çi ye, pêşniyar çi ye? CHP dixwaze çi bike? Yên pişta xwe bi CHP’ê germ dikin bila carekê bipirsin. Ya Tirkiye anî vî halî sîstema ku CHP’ê saz kiriye. Eger hatibe vî halî, hûn ê ya kevn çawa bidomînin? Ya kevn ew anî vî halî. Wê demê hûn ê çawa ji vê rizgar bibin? Hûn ê pirsgirêkan bi çi çareser bikin? Hê zêdetir hûn ê Kurdan qetil bikin? Qetlîamên nû yên Dersîmê, qirkirinan hûn ê bikin? Tayîp Erdogan dike. Hûn ê ji Tayîp Erdogan hê zêdetir bikin? Ji şewitandina Sûr, Cizîrê wirdetir, CHP dikare hê çi bike? Ango dawiya wê nîne. Ango, hêzeke ku nikare çareseriyeke ji bilî ya AKP’ê pêşniyar bike, nikare bibe alternatîfek siyasî, nikare bibe mûxalefet. Jixwe nikare jî.
Lewma jî divê derdorên ji demokrasiyê vekirî yên nêv CHP’ê hê çalaktir bibin. Divê gefa AKP’ê li gel sedemên wê jî bibînin. Pêwîst e bi projeyeke ku dikare Tirkiyeyê demokratîk bike li dijî AKP’ê derkevin. Mûxalefetek hê bi bandortir dikarîbûn bi yekgirtina HDP’ê bikirana. Me berê bi çendan caran ev got. Me got berpirsiyarî ya CHP û HDP’ê ye. Eger bibin yek dikarin êrîşkariya AKP’ê rawestînin. An wê derbeyê bixin, zehmetiyan bibînin.
Li dijî faşîzmê bi parçebûyinê ti tişt nayê kirin. Bi vekişandinê ti encam nayên girtin. Bi yekbûyin û çûyina ser faşîzmê encam tê bidestxistin. Lewma jî yên ku dibêjin li dijî faşîzmê ez alîgirê demokrasiyê me, bila Tirkiye bibe welatê azadiyan, pêwîst e van rastiyan bibîne û li dijî faşîzma AKP’ê têkoşînê hê geştir bike. Her gavek bi vî milî wê temenê dîktatoriya AKP’a faşîst kurttir bike, hilweşîna wê nêz bike.
Em dikarin bibêjin wê rewşa şerî û berxwedan li Kurdistan û Rojhilata Navîn di demên pêş de kûrtir bibin? Bi gotinên we yên dawî hûn dikarin têkîldarî vê mijarê çi bibêjin?
Erê, niha em di nav têkoşînek mezin de ne. Wek tevger û gel, em hê xurttir dikevin sala 39’emîn a PKK’ê. Li çar parçeyên Kurdistanê em têkoşînê dimeşînin. Şerê Cîhanê hat û li Kurdistanê kom bû. Şerê azadiya Kurd û şerê cîhanê yê sêyemîn ketiye nav hev. Zehmetiyên vê hene, lê ev pozîsyoneke ku dikare şerê azadiya Kurd, şerê cîhanê yê 3’yemîn bi dawî bike û demokrasî, aştiya cîhanê jî bîne dide. Rol û mîsyona herêmî û gerdûnî hê mezintir dike.
Ez dikarim vê bibêjim; bi berxwedana sala 38. me dîktatoriya faşîst a AKP’ê anî asta hilweşînê, ber sikratê. Bi têkoşîna sala 39’emîn jî em ê AKP’ê binax bikin. Em ê dîktatoriya AKP’ê ya qirker faşîst bavêjin ser sergoyê dîrokê. Hedefa me ev e. Wê Şoreşa Azadiya Kurdistanê bigihêje serkeftinê, Şoreşa Demokratîk a Rojhilata Navîn bi pêş bikeve. Ji bo em dawî li 3’yemîn Şerê Cîhanê bînin, em ê pêşketinên girîng bi dest bînin. Em ê pirsgirêka ‘tenduristî, azadî û ewlehiyê’ ya Rêber Apo çareser bikin. Îdîaya me ev e, hedefên me ev in.
Hêza me ya pêkanînê heye. Ji bo têkoşînê derfetên me gelek in. Dîktatoriya AKP’ê hem hundirîn hem jî derveyî gelekî tengav bûye û zeîf e. Divê mirov guh nede ew gotinên ziha, qebadayî. AKP û Tayîp Erdogan dixwazin bi wan gotinan zeîfiyên xwe binixumînin. Dixwazin bi şer, qetlîam, teror, zextê her kesên ku ji derveyî wan bitepisînin, temenê xwe dirêj bikin. Li beramberî vê, em wek gel û tevger her çiqasî me bedelên mezin dabin jî em hê xurttir in.
Şoreşa Rojava dike Federasyona Sûriyeya Demokratîk bi pêş bixe, bi gavên bi xwe bawer di Operasyona Reqayê de bi pêş ve diçin. Şerê Mûsilê teqez bi pêşxistina bandora Kurdan wê bi encam bibe. Encam wê mîna 1’emîn Şerê Cîhanê ne aleyhê Kurdan de be. Îradeyek Kurdan a vê bike heye. Tevahî rêxistinên Kurdan pêwîst e vê rastiyê bibînin û hê hestiyartir bin. Her ku diçe jî nêzî vê nuqteyê dibin.
Kenan Evren ji Tayîp Erdogan hê dîktatortir bû, hê êrîşkartir bû. Hê zêdetir pesnê xwe dida. Her kes davêt zindanan, neçar dihişt ku reva derveyî welêt çêbibe. Çi bû jê? Ya li dijî dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê têkoşiya PKK’e bû û ev pêşketinên îro derxist holê. Lewre jî êrîş, zehmetî, astengî nikarin me vekişînin, bêzar bikin. Tenê bila em xeta Rêbertî û şehîdan rast fêm bikin. Em xet, rêgez, pîvanên Partiya xwe baş fêm bikin, rast dawerivînin. Em têkoşîna xwe ya azadiyê di her qadê de rast û hê çalaktir bimeşînin. Bi têkoşînê re teqez e ku em ê mezinbûnê û pêşketinê bi dest bînin.
Wê demê divê di sala 39’emîn de em hê baştir vê rastiyê hembêz bikin. Divê em van dersan hê baştir bibînin. Ji bo vê jî pêwîst e em xwe bînin wê asta ku hê baştir fêm dike, bi rêxistin dike, bi rêbazekî hê rasttir têdikoşe. Divê em di têkoşînê de bibin hoste. Pêwîst e em dersên pratîka têkoşîna bihurî hê baştir derxînin, bi têkoşînek hê baştir em wek leşkerî, siyasî, îdeolojî, civakî li her derê bimeşînin. Divê her kes di têkoşînek wisa de bibe seferber.
Pêwîst e siyaseta demokratîk, ciwan, tevgera jinê, tevahî gel li her derê xwedî li wezîfe û berpirsiyariyên xwe derkeve. Her kes xwe bi rêxistin bike û biçe ser faşîzmê. Ji bo pêşxistina rêxistinbûyina demokratîk, sîstema wê bikeve nav hewldanan. Em seferber bibin. Em bi giştî li ber xwe didin. Wê demê pêwîst e em ji bo têkoşînê jî bi giştî seferber bibin. Tenê wisa em dikarin pratîkeke ku dikare zehmetiyan têk bibe, astengiyan derbas dike, şoreşê digihîne serkeftinê derxînin holê.
'DIVÊ CIWAN BIHERIKIN NAV REFÊN GERÎLA'
Li ser vî esasî jî em bang li tevahî rêxistinên xwe yên partiyê yên li her qadê dikin ku hê zêdetir xwedî li wezîfe û berpirsiyariyên xwe derkevin. Em bang li tevgerên ciwan û jinê dikin ku wezîfeyên xwe yên pêşengtiyê hê baştir bi cih bînin, hê têkoşertir û berxwedêrtir bin. Bi taybet jî divê ciwanên Kurd bi girseyî tevlî gerîla bibin, biherikin. Wek civat xwe bi rêxistin bikin. Yên dikarin derkevin çiyê bila werin, yên dikarin li bajêr şer bikin bila li bajêr şer bikin. Yên dikarin di nav girseyê de şer bikin bila di nav girseyê de şer bikin. Lê, divê her kes di vê têkoşînê de bi awayekî cihê xwe bigre. Divê di asta seferbertiya tam de bi berxwedanê bimeşin.
Berxwedanên xwerêveberiya demokratîk ji hêla ciwanên Kurd-YDGH hat meşandin. Niha ciwanên Kurd xwediyê mîrasa vê xetê ne. Fermandarên wan ên mezin hene. Axîn, Andok, Serhildan derketin holê. Di xeta lehengiyê de têkoşiyan. Xeta Rêbertiyê, ruhê şehîdên me û kevneşopiya berxwedanê hê bilindtir rakirin. Di bin Rêbertiyek wisa de dimeşin. Wê demê divê hê zêdetir xwedî li vê têkoşînê derkevin. Hê zêdetir seferber bibin. Dersan ji paşerojê derxin, bi tarz, uslûbekî hê rasttir, bi tempoyek hê geştir, bi hê rêxistinkirî û plankirî têbikoşin.
Tevahî bindest, hêzên demokratîk; dem, li dijî faşîzmê dema yekbûyinê ye. Tevahî rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyê bûn yek û yekgirtina gelekî girîng a mîna Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ava kirin. Tevahî kadroyên van tevgeran, sempatîzan, divê yekbûyin, tifaqên xwe ava bikin û li her derê li dijî faşîzma AKP’ê li ber xwe bidin.
Bi berxwedanek wisa em ê ne tenê planên îmha û tasfiye yên AKP’ê xira bikin, em ê dîktatortiya qirker faşîst a AKP’ê hilweşînin. Em ê wê bavêjin ser sergoyê dîrokê. Ez careke din dubare dikim. Wê desthilatdariya AKP’ê biharê nebîne. Yên hewl didin temenê me diyar bikin, emrê xwe tînin ziman. Divê her kes vê bibîne. Divê her kes bi vê bawer be. Helwesta PKK’ê, rastiya wê ya berxwedanê ev e. Gerîla wê li her derê, her tim li ber xwe bide.
AKP, partiya deh salan e. PKK, partiya 40 salan e. Partiyeke ku her cure ezmûnên têkoşînê dîtine, bi dersên mezin xwe xurt kiriye, niha jî pêşeng e ku wê Şoreşa Azadiya Kurdistanê bibe serkeftinê. Divê her kes vê bibîne, pê bawer be.
‘AN SERKEFTIN AN SERKEFTIN…’
Li ser vî bingehî divê her kes ruhê yekbûyin û berxwedanê yê PKK’ê li her derê mezintir bike, esas wergire û xwe bike sempatîzan-alîgirê baş ê PKK’ê. Divê bi kadroyên wê re bibin yek, hê zêdetir em têbikoşin. Rastiyek e ku wê di sala 39’emîn de têkoşîn hê kûrtir û berbelavtir bibe. Lê, ev jî rastiyeke ku em di pêvajoyeke encamgir de ne. Li gor vê jî divê em xwe li her qadê ji têkoşîna îdeolojî heta şer pispor bikin, hem jî di pêvajoyek encamgir de em bizanibin ku em di pêvajoya fînalê de ne.
Hilweşîna faşîzma AKP’ê wê hilweşîna qirkerî, mêtingeriya Tirk bîne, ev jî wê li ser esasê azadiya Kurdistanê azadiya tevahî gelên Tirkiyeyê, bîne û Tirkiyeyê demokratîk bike. Tirkiyeya demokratîk wê Rojhilata Navîn a demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk jî wê mirovahiya azad bîne. Em di sala 39’emîn a partî de vê hedefê pêşdibînin. Li ser vî esasî di serî de Rêber Apo, em salvegera damezirandina partiya me, Cejna Vejîna Neteweyî li tevahî gelê me û dostên me pîroz dikin, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de serkeftinê dixwazin. Wek gotina dawî jî em dibêjin “An Serkeftin, An Serkeftin!”