Kalkan: AKP diperpite, divê xayîn ji Kurdistanê bên qewirandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya 'Bîrleşîk Gundem' a Med Nûçeyê û bersiv da pirsên rojnamevan Dogan Çetîn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya 'Bîrleşîk Gundem' a Med Nûçeyê û bersiv da pirsên rojnamevan Dogan Çetîn.

'SEROKWEZÎR DÎN Û HAR BÛYE'

Kalkan mijarên; serdana Bînalî Yildirim a li Amedê, wateya paketa eşkere kir û leşkerkirina cerdevanan nirxand.

Kalkan got, "Bînalî Yildirim bi çûyîna Amedê û eşkerekirina paketê re dixwaze cerdevanan bike leşker, noker û ajanan berde naverastê, sîstemeke xefiyeyî ava bike û mîna Seta Çînê û Dîwarê Berlînê dîwarekî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de lê bike. Da xuyakirin, ku ew ê ji bo vê yekê jî gelek pereyan xerc bikin. Wê hîn bêhtir girtîgehan çêbikin. Erdogan beriya niha gotibû, 'Em ê ji ya 12'ê Îlonê baştir bikin'. Yanî wê girtîgehan zêde bikin.

Bînalî Yildirim, bi kefa li dora devê wî kombûyî nîşan da, bê dijminatiyeke çawa li dijî gelê Kurd û gelan dike. Heqaret li Kurdan kir û got, 'çareserî mareserî nîne; em ê bi vî rengî lê bidin, bi wî rengî bişikînin'. Ez naxwazim xwe daxînim asta wî. Nîqaş jî bi rê û rêbazekê, bi ûslubekê tê kirin. Lê dîn û har bûye. Em hewldanên pêşwazîkirina wî deynin aliyekî û bi tenê li halê wî, li rûyê wî binêrin. Dişibe mirovekî dîn bûye. Çima ewqasî dîn û har bûye? Çima dema Kurd li ber xwe didin û tine nabin, tu ewçend dîn û har dibe!

'BERXWEDANA KURDAN EW HÊRS KIR'

Bi kurt û kurmancî Bînalî Yildirim dixwaze vê bêje; eger Kurd bibin kole û xulamê hikûmeta AKP'ê, wê karibin zikê xwe têr bikin. Di salên 1981-82'an de çi li ser ewladên Kurdan hatibe ferzkirin, heman tiştî niha hikûmeta AKP'ê li ser tevahiya civakê ferz dike. Dibêjin 'em paketê eşkere dikin'. Lê esasê paketa ku ew eşkere dikin, ev e. Hewl didin civakê bikirin, teslîm bigirin. Dibêjin, 'dest ji her tiştên xwe berdin; bi tenê vexwin û bixwin, lê nebihîzin, nefikirin, kêfxweş nebin, hêrs nebin, nebin civak, nebin mirov, ku em destûrê bidin ji bo hûn bijîn.' Ewçend bi hovane û wehşî tevdigerin. Ji ber ku Kurd li ber vê radibin, hêrs dibin. Heman kesî beriya niha digot, 'ya serxwebûn ya mirin'. Yanî Tirkbûn û serxwebûna xwe li ser qetilkirina Kurdan dike.

Dema Kurd doza azadiyê bike û li ber xwe bide, vê yekê weke mirina xwe dibînin. Ew bi xwe dikare bimire, lê ti eleqeya vê mirinê bi gel û neteweya Tirk re nîne. Yên ku divê vê rastiyê bibînin nivîskar, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên Tirkiyeyê ne. Lê piraniya wan kirî ne. Ji aliyê vê sîstema faşîst ve hatine kirî û ji bo vê faşîzmê dikin qareqar. Ji ber vê yekê gelên Tirkiyeyê şaş tên agahdarkirin, mejiyên wan tên şuştin. Vediguherînin dijminê Kurdan. Bi rastî jî ji pitikan kujeran dafirînin.

'WÊ DI BIN PAKETÊN XWE DE BIXENIQIN'

Di hatina Bînalî Yildirim a Amedê de tiştekî nû tinebû. Me di salên 1980 û 90'î de jî dîtin; me gelek hikûmet dîtin ku çûn Amedê û paket eşkere kirin. Lê hemû jî di binê van paketên xwe de man û fetisîn. Ya AKP dike jî dubarekirina wan e. Dubareyeke derengmayî ye, yan jî perpitînek e. Zilm û komkujiyên ewqasî giran li civakê kirine û dema civak wan red dike vê carê radibin dibêjin 'hûn çima red dikin'.

'DIVÊ XAYÎN NIKARIBIN LI KURDISTANÊ BIGERIN'

Ya rast, divê Kurd ji vê zêdetir bikin. Divê zanibin; yên hevkariyê bi AKP'ê re dikin xayînên herî hovane yên dîrokê ne û bi tûka xwe van xayînan bifetisînin. Yên nokerî û ajantiyê ji AKP'ê re dikin, divê nikaribin li nava kolanên Amedê, li bajar û kolanên Kurdistanê bigerin. Ew roj jî wê werin, nêz e. Me berê jî gotibû; divê ti kes zêdegaviyê neke. Yên niha dibêjin ew ê bi zilma AKP'ê bextewar bibin, dema sibe li ser piştê ketin erdê, bila wê çaxê kesekî sûcdar nekin.

'PÊWÎSTE CERDEVAN CIHÊ XWE DI NAVA REFÊN GEL DE BIGIRIN'

Di vê mijarê de girîng e cerdevan baldar bin. AKP bi rengekî gelekî nebaş tevdigere. Dixwaze saziyek ji aliyê darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlonê hat avakirin, li gorî xwe bixemilîne û ji nû ve bike belayê serê civakê. Ji vê re tê gotin, 'kuştina bira bi destê bira'. Pêwîste di vî warî de nekevin xefikê. Weke tevger û gel, di salên dawî de me di vî warî de polîtîka û helwesteke gelekî zane û bi berpirsyarî nîşan dan. Vê yekê gelekî bandor kir. Yekîtiya Kurdan afirî. Ji bo civak ji lîstikên dewleta mêtînger were rizgarkirin, civak bû yek û biratiya civakî derket holê. Lê belê yên ku dixwazin niha vê yekîtiyê xera bikin, hewl didin bi pereyan bikirin. Wekî din pesnê xwe didin û dibêjin, 'em xurt in, em ê wan tine bikin, eger hûn li cem me cih bigirin, wê siberojeke we hebe.'

Eger gelekî xurt e û ji wan tê bila bi xwe bikin. Eger artêşa wan ewqasî xurt bûya, wê ji nû ve bang li serkêşên çeteyan, kontrayên mîna Agar nekiribûna, wê hewl nedabûna cerdevanan bikin leşker. Qels in, nikarin xwe biparêzin, lewma ji cerdevanan re dibêjin 'werin, me biparêzin'. Dixwazin xwe bi wan ewle bikin. Girîng e ev rastî were dîtin.

Li aliyê din, dixwazin mirovan bi pereyan bikirin. Divê ti kes ji bo çend qurişan, xwişk-birayên xwe, civaka xwe qetil neke. Ev sûcê herî giran ê dîrokê ye. Yên vî sûcî bikin, wê nikaribin li rûyê civakê binêrin. Civak û dîrok wê sibe lenetê li wan bîne. Lewma divê cerdevan neyên lîstikan û nekevin xefikan. Eger hemû helbestê nîşan bidin û neyên vê lîstikê û dest ji cerdevaniyê berdin, wê civaka Kurd hîn bi lez azad bibe.

Ev kesên bi vî rengî, gelo alîgirê civaka Kurd û azadiya Kurdistanê ne, yan jî ji bo çend qurişan dikarin xwişk û birayên xwe qetil bikin? Divê he kes helwesta xwe rast nîşan bide. Pêwîste guh nedin soz û gefên AKP'ê û li nava refên gel cih bigirin. Di rewşeke berevajî de ew ê winda bikin. Xeterî li ser wan jî heye. Divê ti kes hesabê şaş neke, ti kes neyê vê lîstikê. Divê bêjin 'lenet li pereyê ji vir were bê' û dest ji girtina pereyan a di berdêla rijandina xwîna ciwanên Kurd berdin. Lazim e xwe li gel bigirin. Eger tasek şorbeya gel hebe, bila wê bi hev re parve bikin. Ev çêtir e û helaltir e. Naxwe pereyê di berdêla rijandina xwîna keç û xortên kurd de wergirtine, wê di qirika wan re derbas nebe. Pêwîste bi ti awayî xwe nêzî tiştekî bi vî rengî nekin. Li ser vê bingehê ez dixwazim hem hişyar bikim, hem jî bang bikim."