Jinên Rojavayî 'Nobeda Azadiyê' digirin
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, di hefteya 158. de ye.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, di hefteya 158. de ye.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber avakiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, di hefteya 158. de ye. Çalakiya ku 1102 roj li dû xwe hişt, vê hefteyê ji aliyê jinên bi navê Fîdan Reşîd û Hamîde Cûdî yên ji Rojavayê Kurdistanê û Şîlan Dûrna ya ji Bakurê Kurdistanê ve tê meşandin.
Li ser navê jinên ji bajarê Fransa Lyonê hatin Şîlan Dûrna agahî da û diyar kir ku di sê rojên destpêkê yên nobedê de wan bi dehan kesan re hevdîtin kirine û agahî dane. Dûrna da xuyakirin ku tûrîstên Elman û Îngilîz eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya wan didin û ew jî li ser armanca xwe belavokan belav dikin.
Dûrna anî ziman ku li ser êrîşên hovane yên DAIŞ'ê li hemberî Rojava, berxwedana li dijî çeteyan û rewşa li Bakurê Kurdistanê pirs li wan tên kirin û ew jî bersivê didin.
Di daxuyaniya hevpar a li ser navê komê de hat ragihandin ku 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ji bo xwedîderketina li vîna gelê Kurd û nîşandana vê vînê ji cîhanê re, roleke girîng dilîze.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê çalakiyê re banga aştî û biratiyê li tevahiya mirovahiyê tê kirin û em balê dikişînin ser girîngiya nirxên mirovahiyê. Her wiha, tevî Ereb, Suryanî, Elewî, Çeçen, Tirkmen û hemû gelên li Rojava dijîn dixwazin, li gorî sîstema Ocalan, li welatekî azad û demokratîk bijîn."
'NOBEDA AZADIYÊ ÇALAKIYEK DIKARE CIHÊ XWE DI DÎROKÊ DE BIGIRE'
Çalakgeran gotin, "Divê ji çarçoveyeke mezin li vê çalakiyê were temaşekirin. Ji ber ku ev çalakiyeke girîng a li Ewropa ye. Dibe ku piştî 10 salan mirov vê derê weke 'Cihê nîşaneya azadiya Ocalan' pênase bikin."
BANGA DESTEKÊ LI CIWANAN HAT KIRIN
Çalakger Şîlan Dûrna bang li ciwanan kir ku xwedî li Nobeda Azadiyê derkevin û got, "Têkoşîneke me heye ku divê em hem li Kurdistanê hem jî li Ewropa û gelek welatên cîhanê dewam bikin. Girîng e gelê Kurd ji bo azadiya xwe çalakiyên xwe dewam bike."
Çalakger Fîdan Reşîd a ji Efrînê, ku cara sêyemîn e beşdarî çalakiyê dibe, di axaftina xwe de bal kişand ser planên dewleta Tirk û Tayyîp Erdogan ên rojên dawî ji bo dorpêçkirina Efrînê dike. Reşîd da xuyakirin ku Erdogan dixwaze bi dagirkirina Cerablûsê re berê xwe bide Efrînê û destnîşan kir ku li hemberî lîstikên Erdogan gelê Efrînê hişyar û zana ye. Reşîd got, "Ev kanton bi temamî destekê dide têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê."
Reşîd got, "Em ne alîgirê xwînê ne, ne jî şer dixwazin. Lê belê gelê Efrînê ji şer natirse."
Fîdan Reşîd ji bo azadiya jinên Kurd bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan û diyar kir ku ji bo vê jî divê herî zêde jin têbikoş in.
'BI CAN Û MALÊ XWE RE EM BI RÊBERÊ XWE RE NE'
Çalakgereke din a ji Efrînê Xanîde Cûdî jî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya hefteya derbasbûyî li Kobanê kir, lanet kir. Cûdî ji bo çalakiya ji bo azadiya Ocalan jî got, "Em bi can û malê xwe bi Rêberê xwe re ne. Ji niha û pê ve pêwîstî bi çi hebe, em amade ne bikin."