Jinên Elewî yên naxwazin kampa AFAD bê avakirin ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin
Daxuyaniya welatiyên herêma Teroyan ên ku naxwazin kampa AFAD’ê ya ji bo çeteyên DAÎŞ’ê li Gurgumê bê avakirin, rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin.
Daxuyaniya welatiyên herêma Teroyan ên ku naxwazin kampa AFAD’ê ya ji bo çeteyên DAÎŞ’ê li Gurgumê bê avakirin, rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin.
Daxuyaniya welatiyên herêma Teroyan ên ku naxwazin kampa AFAD’ê ya ji bo çeteyên DAÎŞ’ê li Gurgumê bê avakirin, rastî êrîşa leşkerên Tirk hatin. Leşkeran di dema êrîşê de jin derb kirin.
Jinên gund ên ku naxwazin kampa AFAD’ê ya ji bo çeteyên DAİŞ’ê, li ser sînorê Teroya Jêrîn a Taxa Sîvîrîcehoyuk ê herêma Teroyan a Gurgumê ku cihê Elewiyên Kurd e bê avakirin, rastî êrîşa leşkeran hatin. Îro jî polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li navenda Gurgumê kiribûn û gel derb kiribûn. Piştre vê carê jî welatiyên Sîvrîcehoyuk ên ku ber bi cihê kampê ve ketin rê û xwestin li wir daxuyaniyê bidin, ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin.
JIN LI BER DERIYÊN MALÊN WAN DERB KIRIN
Leşker, destpêkê li cihê ku kamp wê lê bê avakirin kom bûn, şîdet bi kar anîn û gel dûrxistin. Piştre jî leşkerên ku ketin nava gund jinên li ber deriyên malên xwe rûniştine derb kirin. Li ser derbkirina jinan, şêniyên gund leşker ji nava gund derxistin. Hat diyarkirin ku jinên rastî êrîşê hatine li ser bedenên wan şopên derbkirinê diyar bûne. Jineke ku nexweşiya dil pê re hey jî rewşa wê giran e. Leşkerên ku ji gund hatin derxistin, li cihê kampa AFAD’ê, li ser rê bi wesayîtên zirxî rê girtine. Êrîşa leşkeran ji aliyê gundiyan ve hate protestokirin.
DIKANDARAN LI DIJÎ KAMPÊ DERABE GIRTIN
Li aliyê din îro dikandarên Bazarcix û Narliyê ji ber rewşa heyî derabeyên dikanên xwe girtin û polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê yên li hember Elewiyan protesto kirin.