Jinan banga hevpar a têkoşînê kirin

Meclîsa Azadiya Jinê (KOM), ji bo parêzer Meral Camci û Esra Mûngan ku danezana “Em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kiribûn û hemû jinên girtî, li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Meclîsa Azadiya Jinê (KOM), ji bo parêzer Meral Cemci û Esra Mûngan ku danezana “Em nabin hevkarê vî sûcî” îmze kiribûn û hemû jinên girtî, li pêşiya Girtîgeha Sergirtî ya Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê.Di daxuyaniyê de pankarta, “Em jiyan û azadiya xwe bi rêxistin dikin û deng didin aştiyê” vekirin.

Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) û Komîsyona Perwerdehiyê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdena "Nobeda Azadiyê" ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo akademîsyenên îmze avêtine danezana aştiyê û bi hinceta vê hatine girtin, hatiye destpêkirin. Her wiha Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan û endama KJA'yê Sabahat Tûncel jî di çalakiyê de cihê xwe girtin. 

'EM JIN DI AŞTIYÊ DE ISRAR DIKIN'

Di serdanê de Gûlsûm Agaoglu axivî û diyar kir ku ew weke jin di pêvajoya aştî û muzakereyê ji bo gotin û îradeya hevpar derxîne holê, aştî civakî bibe mekanîzmayê ava bikn derketine rê. 
Agaolu bi lêv kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo akademîsyenan bidomînin û wiha axivî: "Em jin bêzar nabin, bêdeng nabin. Em di aştiyê de israr dikin. Em bang li hemû jinan dikin û dixwazin bibin şopdarên bangawaziyên aştiyê."

Li ser navê Komîsyona Perwerdehiyê ya ÎHD'ê Lîstikvan Nûr Sûrer jî diyar kir ku pêvajoya ku ji tarîtiyê xwedî dibe heye û ev tişt anî ziman: "Em dizanin tirsonek bi pevçûnan hebûna xwe didomînin. Yên ku ji tirsê rewşa kaosê dafirînin bila bizanibin ku em ê dev ji parastina aştiyê bernedin. Em ê yên ku aştiyê diparêzin jî biparêzin."

Kesên çûn serdanê piştî demeke ji wir veqetiyan.