BI DÎMEN

Jina ku maşîna zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Jina li Amedê maşîna zirxî ya dewleta Tirk lê qelibî, jiyana xwe ji dest da.

Li kolana Gevran a semta Ofîs a navçeya Amed Yenîşehîrê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî li jinekê qelibî. Jina ku navê wê nehat hînbûn, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Mirovên li derdorê li cihê bûyerê civiyan û nerazîbûn nîşanî leşkeran dan. Hin welatî jî bi maşîna zirxî rapelikîn. Polîsên Tirk jî bi gaza îsotê û guleyên rastî êrîşî gel kirin.

Cenaze bi ambûlansê ji erdê hat rakirin.

...