Ji YPG'ê daxuyaniya li ser êrîş û şerê li Helebê

YPG'ê diyar kir, şerê piştî êrîşên 15'ê Nîsanê li herêmên Muselles, Seken Şebab û Eşrefiyê qewimîn, hînê dewam dike.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên hevpar ên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El- Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Komên çete şeva 15'ê Nîsanê êrîşek nû dan destpêkirin. Şerê piştî vê êrîşê li herêmên Muselles, Seken Şebab û Eşrefiyê destpê kir hîn jî dewam dike. Encamên vî şerî wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."

YPG'ê her wiha ragihand, 15'ê Nîsanê saet di 13.00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî derdora gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarê Eyn Îsa û bi topên hawanê jî êrîşî gundê Heco yê li nêzî vê herêmê ye, kirin.