Ji Wezareta Koçê ya Iraqê serdana Kişanak

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê pêşwaziya nûnerên Kurdistanê yên Wezareta Koçê ya Iraqê kir û diyar kir ku pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê yên penaberên di kampan de hene.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê pêşwaziya nûnerên Kurdistanê yên Wezareta Koçê ya Iraqê kir û diyar kir ku pirsgirêkên tenduristî û perwerdeyê yên penaberên di kampan de hene.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, nûnerên Kurdistanê yên Wezareta Koçê ya Iraqê Ahmet El Allaq, Amr Abbas, Fevzi Huseyin, Mecmettin Said û ji Wezareta Navxweyî ya Iraqê Xesan El Ezzawî û wekîlê Sefîrê Iraqê Abdullah Tutuncu li meqamê xwe pêşwazî kirin. Heyeta Iraqê ji bo penaberên Şengalê bibîne hatiye bajêr.  

Li gel Kişanak di serdanê de Hevşaredarên Yenîşehrê Ulku Baytaş û Selîm Kurbanoglu, Hevşaredarên Rezanê Birsen Kaya Akat û Eşref Guler, Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Fethî Suvarî û endamên meclisê amade bûn. 

Kişanak ji ber eleqeya wan a ji bo penaberên Şengalê spasiya heyetê kir û bi ser navê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilat (GABB) kêfxweşiya xwe ji ber vê serdanê anî ziman.

Kişanak da xuyand ku li kampên herêmê bi hezaran penaberên Êzidî hene û da zanîn ku piştî rûdana Şengalê bi hezaran kesî berê xwe daye vê derê, gelek ji wan bê pasaport in, piranî di çiya û baniyan re hatine û li bajarên wek Mêrdîn, Şirnex û Amedê hêwirîne. Kişanak aşkera kir ku hê jî bi hezaran kes li gund û şaroşkeyên herêmê di malan de têne mêvankirin.

DIVÊ HIKÛMETÊ DERFETÊN TENDURISTIYÊ BIDE

Kişanak rexne li nêzîkatiya hemberî Êzidiyan da û got, “Me gelek hevdîtin bi hikûmetê re kirin. Ez bi AFAD’ê re rûniştim. Lê wan destek neda me. Me bêyî alîkariya hikûmetê bi piştgiriya gel û rêveberiyên xwecihî ew hembêz kirin. Ew birayên me ne.” Kişanak da xuyand ku li Amedê bi tevahî 5 hezar Êzidiyên penaber dimînin û got, ji Tebaxa par ve ye, li gel şaredariyên navçeyan ew pêdiviyên van kampan dabîn dikin.

Kişanak da zanîn ku yek ji pirsgirêka herî girîng a kampan tenduristiya pîr û kalan û perwerdeya zarokan e û wiha axivî, “Me hewl da pirsgirêkên tenduristiyê bi ser Saziyên Civaka Sivîl, rêveberiyên xwecihî û bijîşkên dilxwaz ve çareser bikin. Lê hikûmet ji bo penaberên Sûrî xizmeta tenduristiyê dike lê ji bo yên Iraqê nake. Divê hikûmet ji bo hemû penaberan xizmeta tenduristiyê bîne cih.”

BI ÊZIDIYAN RE METIRSIYA EWLEHIYÊ HEYE

Gultan Kişanak bal kişand ku Kurdên Êzidî ku ji Şengalê penaber bûne metirsiya ewlehiyê bi wan re heye, li şûna zivirîna warê xwe ew dixwazin biçin Ewropayê. Kişanak wiha got, “Ev mirov ditirsin ku dîsa nijde bi ser wan de were û qira wan bîne. Ew newêrin vegerin ser axa xwe. Hêviya me ew e ku demeke nêzik li Iraqê pirsgirêka ewlehiyê çareser bibe û ev mirov jî bi ser gund û warên xwe de vegerin.”

ALLAQ: EM LÊ DIXEBITIN KU VEGERIN WELATÊ XWE

Serokê heyeta Iraqê Ahmed El Allaq ji ber xwedanderketina wan spasiya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan kir û got ku hikûmeta Iraqê ji bo welatiyên wan vegerin ser axa bav û kalên xwe çi ji destê wan bê wê bikin.