Ji Walî Arslan gefa mudaxelekirina greva birçîbûnê

Ji Walî Arslan gefa mudaxelekirina greva birçîbûnê

Waliyê Êlihê Yilmaz Arslan têkildarî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya li Girtîgîha Tîpa M ya Êlihê berdewam dike agahî dan û wiha got: "Weke tê zanîn heta kes nexwaze mudaxeleya tenduristî nayê kirin. Lê heta li ser hişên xwe diçe" Walî Arslan gefa li ser hişên xwe biçin dê mudaxeleyê bikin xwar.

Çalakiya birçîbûnê ya ji aliyên girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlehî û azadî pêk bên û zextên li ser zimanê zikmakî bên rakirin di 12'ê îlonê de dan destpêkirin di roja 59'an de berdewam dike. Waliyê Êlihê Yilmaz Arslan têkildarî çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ya li Girtîgîha Tîpa M a Êlihê berdewam dike agahî dan û anî ziman ku, hêj girtî li ser hişên xwe ne. Arslan da zanîn ku, li Girtîgeha Êlihê 14 girtî di çalakiya birçîbûnê de ne.

Walî Arslan wiha got: "Berê rojê 2 caran kontrola tenduristî dihate kirin. Lê li ser daxwaza girtiyan kontrola tenduristî rojê carekê pêk tê. Weke tê zanîn ku, mudaxeleya tenduristiyê li ser daxwaza kes pêk tê û heke ev daxwaz nebe nayê kirin. Lê hinî li ser hişê xwe ne. Niha tu kes li ser hişên xwe neçûye û rojê carekê kontrola tenduristî pêk tê.

Çalakiya li Girtîgeha Êlihê di 5'ê cotmehê de destpê kir û didome.