Ji Sûrê 4 cenaze hatin derxistin
Hat zanîn ku 4 cenaze ji Sûrê hatin derxistin. Lê wek her car dîsa beriya cenaze bên derxistin rengê şer danê û cenaze derxistin.
Hat zanîn ku 4 cenaze ji Sûrê hatin derxistin. Lê wek her car dîsa beriya cenaze bên derxistin rengê şer danê û cenaze derxistin.
Hat zanîn ku 4 cenaze ji Sûrê hatin derxistin. Lê wek her car dîsa beriya cenaze bên derxistin rengê şer danê û cenaze derxistin. Destpêkê bi wesayîtên cenazeyan ketin hundir. Piştî heyeta cihê lêkolînê ji Sûrê derket dengê teqîn û çekan hat.
Li navçeya Sûrê ya Amedê terora dewleta Tirk di roja 120'an de berdewam dike. Tevî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Efkan Ala di 9'ê Adarê de diyar kiribû ku "wê operasyonên li Sûrê heta Newrozê bi dawî bibe" jî ji bo dorpêç dewam bike û hêzên dewletê bikaribin bi rehetî Sûrê biruxînin her carê senaryoya şer tê lîstin. Di saetên piştî nîvro de wesayîta cenazeyan a Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ket nava Sûrê. Hat ragihandin ku 4 cenaze hatine derxistin, lê dibe ku hêjmara cenazeyan zêdetir be. Piştî ku wesayîta cenazeyan ket hundir dîsa wek her roj ji bo senaryoya ku hatî amedekirin dengê çek û teqînan hat. Ji ber ku her cara wesayîta cenazeyan dikeve nava Sûrê dengê çekan tê û cenaze tên derxistin. Lê, tiştê balkêş ew e ku piştî wesayîta cenazeya ket nav Sûrê û piştî ku heyeta cihê lêkolînê ji nava Sûrê derket dengê teqîn û çekan hat û helîkopter li ser Sûrê firiya. Wesayîta cenazeyan ber bi Dîlokê ve ket rê.