Ji SES’ê daxuyanî

Şaxa SES'ê ya Amedê, der barê peywirdarkirinên Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekitiya Cemaweriyê, li ber Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî ya Dewletê daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxa SES'ê ya Amedê, der barê peywirdarkirinên Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekitiya Cemaweriyê, li ber Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî ya Dewletê daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxa SES'ê ya Amedê, der barê peywirdarkirinên Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekîtiya Cemaweriyê, li ber Nexweşxaneya Selahaddîn Eyyubî ya Dewletê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li ser navê SES'ê Fecrî Çalboga axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê hemşîre di bin şert û mercên herî zehmet de dixebitin û got ku di nexweşxaneyê de hemşîre bi awayek kole di xebitin. Çalboga da zanîn ku Sekreteriya Giştî ya Nexweşxaneyên Yekîtiya Cemaweriyê de 20 hemşîre ji derveyî daxwazê li nexweşxaneyan cuda hatine peywîrdarkirin û wîha got:"Dixwazin hemşîreyên me bi avayekî meslekî îzole bikin û tê wê wateyê ku teqawîtbûna wan bi zorê nêzîk bikin. Hemşîreyan di demên pêşerojê de pirsgirêka adaptasyon wê bijîn."

Çalboga got ku îdareyan nêrîn û fikra kedkaran negirtiye û guhertina cih hatiye zelalkirin û wiha got; "Ew helwesta îdareyan nayê qebûl kirin. Em di zanîn ku ew pirsgirêk ancax hevkariya xebatkaran û tekoşînê dê pêk were. Em bi tu awayî van pêkanînan li ser kedkaran qebûl nakin. Em ji bo ku pêşiya nezîkatiyên li dijî demokrasiyê were girtin bang li hemû kedkaran dikin xwedî li mafê xwe derkevin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Wê AKP hesab bide gelan" û "Ev destpêke wê têkoşîn dewam bike" berz kirin û belav bûn.