Nûnerên 225 Rêxistin û Saziyên Sivîl a Amedê bi armanca balbikişînin ser gireva birçûnê ya bê dem û dorneveger li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin daxwazên girtiyan bên pêkanîn.
Tevî Baroya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Odeya Sanatkar û Esnafan a Amedê û Komeleya Mafê Mirovan jî hebû li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê hatin cem hev û bal kişandin ser gireva birçûnê.
Polîsan hişyariya hûn nekarin li ber girtîgehê daxuyaniyê bidin û ji ber vê nîqaş derket. Metna ku hevpar hatibû amadekirin ji aliyê Serokê Odeya Sanatkar û Esnfan Alîcan Ebedînoglu ve hat xwendin.
Ebedîoglu wiha got: “Ev 39 roje li girtîgehan grevê dest pê kiriye û gefeke mezin a cidî li ser jiyana mirovan dike. Greva ji aliyê 63 kesan ve hatibû destpêkirin niha li 58 girtîgehan 515 kes di girevê de ne.
Ebedînoglu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li bendê en ku odeyên pîşeyî, nûnerên cîhana kar û lijneya civaka sîvîl ji serokomar û hikûmetê bixwazin pêşiya cejnê pêngavan bavêje. Hêj ku mirin çênebûne divê daxwazên li ber çavan girtiyan.”