Ji rîngên boksê ber bi qada azadiyê ve
Gerîla Hogir Melezgir ê li metropolên Tirkiyeyê di spora Boksê de derece bi dest xistiye niha jî li çiyayên azad perwerdeya sporê dide.
Gerîla Hogir Melezgir ê li metropolên Tirkiyeyê di spora Boksê de derece bi dest xistiye niha jî li çiyayên azad perwerdeya sporê dide.
Gerîla Hogir Melezgir ê li metropolên Tirkiyeyê di spora Boksê de derece bi dest xistiye niha jî li çiyayên azad perwerdeya sporê dide.
Gerîlayê bi navê Hogir Melezgir ku ji navçeya Mûş/Melezgirê di sala 1990'î de hatiye dinê û di sala 2013'an beşdarî tevgera PKK'ê dibe. Melezgir diyar kir ku têkiliya wî bi sporê re ji salên zaroktiyê ve tê û wiha got: ”Spor ji dayikê û heta hatina dinê ve têkiliyeke xwe heye. Di zanistê de jî ev mijar hatiye serwextkirin. Jixwe ji zarokatiya xwe ve min her ji sporê hez dikir."
Gerîlayê HPG'ê Hogir Melezgir di temenê xwe yê biçûk tevî malbata xwe ji ber zext û zorên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê neçar dimînin berê xwe bidin metropolên Tirkiyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez hîna di temenê xwe yê zaroktiyê de bûm em li bajarên Tirkan bi cih bûn. jiyana me li metropolan gelekî bi zor û zehmetiyan derbas bû. Li metropolên Tirkan ji bo ku em debara xwe ya jiyana rojane bikin pêwîst dikir em dev ji Kurdîtiya xwe berdin. Li wan metropolan ji ber zîhniyeta tenê Tirkbûnê jiyan li mirov tê reşkirin."
’ARMANCA MIN BÛYÎNA SPORVANÊ HERÎ BAŞ BÛ’
Melezgir got ku ew di dema dest bi dibistanê kir û şûnde tiştê herî zêde bala wî kişandiye qada Sporvantiyê ye û wiha berdewam kir: "Di kuçeyan de me û hevalên xwe bi henekî li hev dixist bê ka kî dikare kê têk bibe. Heta destpêka ciwaniya xwe têkiliya min û sporê li ser van esasan domiya. Her wiha li bajarê ku em lê bûn der barê sporê de hin derfet hebûn û bi awayekî amatorî min dest bi xebata xwe ya sporê kir."
Melezgir her wiha diyar kir ku ew bi awayekî fermî di 2007'an dest bi Sporê dike û heta sala 2011'an domandiye û wiha got: "Di hin pêşbaziyên (şampiyona) herêmî û li tevayî Tirkiyeyê pîleyên (derece) ku min bi dest xistibûn hebûn. Piştre min xwe di beşeke sporê ya bi navê Kick Boks´ê de pêş xist û di vê beşê de jî min hin derece girt. Her wiha di beşa "Thai Boks'ê" de jî xebitîm. Ango bi gotineke dinê bi awayekî pispor piranî ez li ser boksê xebitîm. Armanc, daxwaz û helwesta min a li ser boksê ew bû ku ez bibim sporvanekî baş ango yê herî baş... Ji ber vê jî min di her kêliya jiyana xwe de spor dijiya û pêk dianî."
’BI HEMÛ CIWANÊN KURDISTANÊ RE RUHEKÎ BERXWEDANÎ HEYE’
Gerîla Hogir Melezgir da zanîn ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser navê sporvanên Kurd didomîne û wiha axaftina xwe domand: "Dema mirov li civaka Kurd dinêre, gelemperî bi zarokên wan re ruhekî berxwedanî heye. Ji ber ku em di nav xebatên sporê de bûn, haya me jê hebû ku gelek sporvanên zîrek ên ciwan di eslê xwe de Kurd bûn. Li hemberî hemû bêderfetiyan jî bi ew ruhê xwe yê çalakbûn û berxwedaniyê ciwanên Kurd li pêş bûn. Dema em di nav vî karî de bûn em li ser navê Tirkan û bajarên Tirkan derdiketin li ser dika şer."
Melezgir gotinên xwe wiha berdewam kir: "Dema ew hevalên ji Kurdistanê dihatin bi rastî jî bi çavekî gelekî cuda li wan dihate nêrîn. Ji wan pir dihate tirsîn. Ji ber ku dema ev ciwan derdiketin li ser dika şer bi wêrekî û berxwedaniyeke bêhempa şer dikirin. Di gelek babetên sporê de dewleta Tirk hebûna xwe li ser navê sporvanên Kurd didomîne. Lê heman dewlet ti caran nav û eslê van sporvanan neanî ziman û her veşartî hişt. Dema em li welatên biyanî dinêrin li gelek welatan rewş cuda ye. Sporvan di eslê xwe de ji kîjan gel an welatî be bi wî navî wan tînin ziman. Lê ev rewş li Tirkiyeyê salên dirêj e ku berevajî ye."
’BOKS VARYANTEKE ŞERVANTÎ ANGO XWEPARASTINÊ YE’
Melezgir diyar kir ku boks tenê lihevxistin nîn e û got: "Mirov dikare bêje ku boks varyanteke şervantiyê ye. Lê bingeha vê beşa sporê ji atletîzmê ango ji hêzê digire. Ango dîroka boksê berî zayînê heta 2000 salan jî diçe. Boks cureyeke xweparastina takekesî ye. Ev beşa sporê ango boks bi demê re ruhekî berxwedanê jî di kesayeta mirovan de ava dike. Boks tenê bi lêdanê hevdu têkbirin nîn e. Berevajî vê fikrê têkiliya xwe bi hemû beşên sporê jî heye.Têkiliya boks û karateyê jî bi hev re heye ji ber vê felsefeyeke xwe jî heye. Yanî bingeha xwe ji xwe û hevparastinê digire.
Di çarçoveya şerê taybet de ciwanên Kurd ên sporvan wekî ku bi eslê xwe Tirk bin derdixist pêş. Bi vî awayî dewleta Tirk ciwanên sporvan ên Kurd dixwest di nav xwe de û li ser navê xwe bihelîne û wan ji cewhera xwe bide dûrxistin. Herî dawî di 2010´an de ez tevlî pêşbaziyeke bi vî rengî bûm. Ez û yê li hemberî min 4 û 4 ango wekhev man. Hekem ji ber Kurdbûna min pûanê dawî bi awayekî neheq da yê Tirk ku li hemberî min şer dikir. Ango ne ku ez bi bin ketim, wan bi dek û dolabên xwe ez têk birim. Sedema vê jî ji nasnameya min a Kurdistanî bû. Mînakên bi vî awayî bi sedan hene."
LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ PERWERDEYA THAI BOKSÊ
Hogir Melezgir mêzandina xwe ya li çiyayê Kurdistanê ji çavê Sporvaniyê ve wiha vegot: "Beriya ku ez tevlî refên azadiyê bibim ez jî yek ji wan sporvanên Kurd, lê yê ku li ser navê dewleta Tirk şer dikir bûm. Lê niha ez li nav refên gerîla me û li vir dixebitim. Di beşa spor û xweparastinê de alîkariyê didim hevalên xwe. Piraniya xebatên me yên li vir derxistina zanistiya sporê ye. Wek nimûne, spor bi serê xwe ne beşek e. Gelek beşên sporê hene. Li vê derê em wek perwerdekar ji bingehê ve sporê pênase dikin û di jiyan de pêk tînin her wiha li ser van esasan hevalên xwe bêhtir bi rêk û pêk perwerde dikin. Û em hevalên xwe di milê laş, hêz û xweparastinê de zêdetir û bi awayekî profesyonel perwerde dikin. Ji ber ku tevlîbûna sporê ya hevalên li çiyayên Kurdistanê xurt e, di demeke kurt de em encamên xwe ji van perwerdehiyan digirin."
’DIVÊ CIWANÊN KURD BERÊ XWE BIDINE CEWHERA XWE’
Melezgir di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Kurd kir û wiha got: "Dixwazim banga xwe bigihînim ciwanên Kurdistanê yên ku bi sporê ve mijûl dibin. Ev yek baş tê zanîn ku, ev rewşa ku ez tê de derbas bûme niha gelek ciwanên Kurd jî tê de derbas dibin. Daxwazî û banga min ew e ku heta li ser navê neteweyeke din şer dikin û di nav wan de dihelin û ji cewherê xwe dûr dikevin bila berê xwe bidine li nav refên azadiyê û bila ji gel û welatê xwe re bixebitin."