Ji qeymeqamtiya Silopiyayê zexta 'malên xwe vala bikin'

Yek ji navçeyên ku AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de biryara dagirkirina wê daye Silopiya ye. Derket holê ku walîtiya Tirk a Şirnexê ji şêniyên navçeyê re ragihandiye ku divê malên xwe biterikînin.

Yek ji navçeyên ku AKP di bin navê 'cemawerîkirinê' de biryara dagirkirina wê daye Silopiya ye. Derket holê ku walîtiya Tirk a Şirnexê ji şêniyên navçeyê re ragihandiye ku divê malên xwe biterikînin. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Silopiyayê Aycan Azman ji ANF'ê re axivî û got, "Malbatên ku me duh ziyareta wan kirin ji me re gotin, walîtiyê ji wan xwestine, ku di nava 2 rojan de malên xwe vala bikin." Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî diyar kir, biryara 'cemawerîkirinê', parçeyek ji 'plana têkbirinê' ya hikûmeta AKP'ê ye, ku di sala 2014'an de hatiye amadekirin. Bîrlîk destnîşan kir, gelê Kurd wê rê nede vê plana talan û dagirkeriyê.

'CIHEKÎ MALBAT BIÇE NÎNE'

Li navçeya Silopiyayê, ku AKP'ê biryara 'cemawerîkirinê' daye, tevî nerazîbûna gel jî xanî tên xerakirin. Hat hînbûn, Qeymeqamtiya Tirk a li Silopiyayê, zextê li şêniyên navçeyê dike ku malên xwe vala bikin. Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Siloiyayê Aycan Azman duh şêniyên yek ji taxên Silopiyayê ziyaret kir û anî ziman, ku malbatan ji wan re ragihandine, walîtî jê xwestine di nava 2 rojan de malan vala bikin. Azman da zanîn, ku malbat gelekî bi endîşe ne û got, "Cihekî ku malbat biçin nîne." Azman bibîr xist, têkildarî 6 taxên Silopiyayê biryara 'bi lezgîn were cemawerîkirin' hatiye dayîn û diyar kir, tevî hemû nerazîbûnan jî li taxa Başakê xaniyên welatiyan tên xerakirin û hêzên ewlekariya dewleta Tirk bi bombeyên gazê êrîşî mirovên hewl didin li pêşiya xerakirina malên xwe bibin asteng, dikin.

BÎRLÎK: DAGIRKERÎ PARÇEYEK JI PLANA TÊKBIRINÊ YE

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî da xuyakirin ku biryara 'cemawerîkirina' Sûr û Silopiyayê parçyeke ji 'plana têkbirinê' ye ku di sala 2014'an de ji aliyê Şêwirmendiya Ewlekariyê û Sîstema Cemaweriyê ve hatiye amadekirin. Bîrlîk diyar kir, di çarçoveya vê planê de heta hejmara mirovên bên kuştin her tişt hatine hesabkirin û got, "Çawa ku di aslên 1990'î de gundên mirovan hatin şewitandin û bi zorê hatin koçberkirin, niha jî di bin navê 'ragihandina herêma karesatê' û 'cemawerîkirinê' de heman zilm li gelê Kurd tê kirin."

Bîrlîk anî ziman, ev biryara cemawerîkirinê Plana Şark Islahat a AKP'ê ye û da zanîn, hikûmet ji aliyekî ve bi rêya TOKÎ ji xwe re qadeke jêxwarinê dafirîne, li aliyê din cihê jiyanê yê gel bi zorê talan dike. Bîrlîk destnîşan kir, gelê Kurd wê destûrê nede vê talan û dagirkeriyê û ragihand, mîna duh îro jî ev plan wê were pûçkirin.