Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe ya bi daxwazên girityên siyasî yên ji doza PKK û PAJKê aşkere kir. PJAK ku çalakiya girtiyên kurd li girtîgehên rejîma tirk wekî berxwedanek bê wêne û dîrokî li dijî faşîzma AKPê bi nav kir, bang li kurdên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi çalakiyan li girtiyên siyasî xwedî derkevin.
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên PKKyî û PAJKî di girtîgehên rejîma tirk de daxuyaniyek nivîskî da. PJAK ku piştgiriya daxwazên girtiyan dike, çalakiya ku 57 roj li pey xwe hiştin, wekî helwestek herî bi rûmet li dijî faşîzma AKPê û çalakiyek dîrokî û fedayîyane binav kir.
Koordînasyona PJAK ku balê dikişîne ser asta têkoşîna gelê kurd ya li dijî sîstema sermayedarî li hemû beşên Kurdistanê, destnîşan dike ku bi ked û renca bi hezaran cangoriyên têkoşîna azadiyê, gelê kurd her roj nêzîkî azadiyê dibe.
PJAK radigihîne ku dewletên dagirkerên Kurdistanê amade nînin daxwazên rewa yên gelê kurd qebûl bikin û siyaseta AKPê ku wekî siyasetek faşîst û namerdane binav dike destnîşan dike.
Di vê derbarê de koordînasyona PJAK dibêje, rejîma faşîst a AKP, ji bilî hemû hewldanên xapandina gelê kurd û raya giştî ya Tirkiye û cîhanê ji bo qirkirina gelê kurd, di nav êrişên siyasî, dîplomatîk û leşkerî de ye û weha jî balê dikişîne ser berxwedana girtiyan:
"Xweragiriya bê wêne û qehremaniya dîrokî ya girityên di çalakiya greva birçîbûnê de ku ji azadiya Rêber Apo û mafên rewa yên gelê me, helwestek fedayiyane ye. Van qehremanên gelê kurd, ji bo azadiya gelê xwe, bedenên xwe kirine mertal. PJAK daxwazên girtiyên siyasî ku daxwazên hemû gelê kurd in, wekî daxwazên xwe dibîne û heta dawiyê piştgiriyê dide wan."
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelê kurd û bi taybetî kurdên li Rojhilatê Kurdistanê dike ku bi şêwaz û çalakiyên cur bi cur li vê çalakiya bi rûmet, li Ocalan xwe xwedî derkeve.